|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Li Swîssre bajarê Zurichê
QÛRSÊN ZIMANÊ KURDÎ HATIN DESTPÊKIRIN Bi sedema Cejna Zimanê kurdî ya roja 14ê Gulanê, li Bajarê Zurich a girêdayî welatê Swîssre ji bo fêrbûna zimanê zikmakî mamoste Hesen Huseyîn Denîz qûrsên zimanê kurdî dan destpêkirin. Qûrsên ziman bi tevlêbûna gelek kurdan û xwendevanên xwe qeyd kirine, bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên Kurdistanê û yên ziman û wêjeya kurdî roja vekirina xwe pîroz kir. Di vekirinê de Mamoste Denîz li ser grîngiya zimanê kurdî ku li Mezopotamya zimanekî herî kevnare û bingehîn ê vê xakê ye rawestiya û got: `Mirov dema bi zimanê xwe diaxive û dihizire, mirov digihêje tama nirxên dîrokî û mirovtî yên di hundirê vî zimanî de. Zimanê me ji şeristanî û mirovahiyê re dergûştî kiriye. Danûsitendina yekem, nêçîrvaniya yekem, çandiniya yekem, bichbûna yekem bi vî zimanî hatiye bilêvkirin. Mirovên destpêkê bi vî zimanî bang li hev kirine, şahî û êşên xwe bi vî zimanî parve kirine. Bi vê sedemê dema mirov fêrî kurdî dibe, mirov di hundirê peyvên kurdî de, fêrî dîroka mirovahiyê, hestên mirovên destpêkê dibe û şahî û êşên wan dibihîse…` Mamoste Denîz di axaftina xwe de balkişand ser astengî û qedexekirinên li ser ziman û got: `Tevî hemû astengî û qedexekirinan zimanê kurdî li ber xwe dide û dijî. Lê xetereya herî mezin a li pêşya zimanê kurdî ketina nav polîtîkaya otoasîmîlasyonê ye. Du kurd dema tên gel hev çima wê bi tirkî, Erebî, Farisî an zimanekî din biaxivin. Dema mirov zimanekî din bikar tîne û zimanê xwe datîne aliyekî ev mirov rehet û bilind nake, berûvajî ji nirxên netewî û mirovtî dûr dixe û kêmasiya herî mezin asîmîlekirina bi destê xwe ye. Divê her kurd vegereke mezin a ser bikaranîna zimanê dayika xwe bide destpêkirin û her malek kurdan her saziyek kurdan bibe fêrgehek zimanê kurdî…` Piştî axaftinê sînevizyona ji dîmenên nexşe û xaka Kurdistanê û ji dîmenên zarokên Kurdistanê hatibû amadekirin ji aliyê xwendekaran ve hat temaşekirin û dersa yekem a ji tîpên alfabeya kurdî pêk dihat ji aliyê mamoste ve hat dayîn. Qûrsên ziman ên hatine destpêkirin wekî du fêrgehan wê bidome. Yek ji bo kesên qet kurdî nizanin ku di nava van de dostên kurdan ên Swîssrî jî wekî xwendekar cih digrin; du, kesên kurdî dizanin ku di awayê rêziman de werin kûrkirin û ji bo dema pêş bikaribin mamostetiya ziman bikin. Bi vê sedemê tê plankirin ku di dawiya her dewreya ziman de, komek mamoste bi serkevin û ev li bajarên din ên Swîssre qûrsên ziman bidin destpêkirin ku ev xebat bi berdewamî bidome. Qûrs wê ji du dewreyên du meh du meh pêk werin.di navbera her du mehan de wm mehek bêhnvedan hebe. Di destpêka meha pêşiya me de tê plankirin ku li Bajarê Zugê jî ji bo zarokên temenê wan di navbera 9 heta 17 salî de re jî qûrsa zimanê kurdî ji aliyê mamoste H. Denîz ve were destpêkirin. |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 05:59 PM |
| Beşa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 08:01 PM |
| Zimanê Kurdî Gencîneyeke Dewlemend, Kaniyeke Avzelal e | heci | Çandi Gişti | 1 | 12-02-2008 03:41 PM |
| Pêşengên zimanê Kurdî û lîsteya pêşengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 02:11 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 05:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.