çend dîmen ji mîhrîcana amedê..
ezê nêrînên xweyê kesane bînim ziman...şeva pêşî ez tevlî konsera parka koşuyolê bum û beşdarvanê konserê:çîya ger,jan axîn û engîn denîz bu..bi rastî dengê çîyager di şeva gulana amedê de mîna bruskê li dilê mirov diket û pêl bi pêl kolanê bajêr belav dibu...duvre jan axîn hat ser dikê...starana bi navê evîndar,keçikê bimeş û zerîba tama hinara di devê mirov de dihîşt kû zerîba bi tenê berhemek bê hempa ye...engîn denîz ez bawerim kû dê di demên pêşî de gelek bi navbibe...dengekî xweş û tenik pê re ye...li parkormanê şeva dudîya dîwana dengbêja hatibu sazkirin..çar dengbêj ji navenda çenda mem û zîn ji cizîrê hatibun...cemalê mihê,dilşa botî,perîxana şirnexî û silêmanê şırnexî...ez yek hevokek sazbikim:xalê silêman te ew deng ji henkahîya kîjan çîya hanîbû? lê xwişka perîxan ew strana te pêşî got gelo te dizanibu ez kirim çi halî? duh êvarê em bun mêvanê bahman gohbadî..ew fîlma bi navê 'stranê welatê dayîkamin' janê meyê kurdawarî carek din tezekir..mîrza,hanare,udeh û barat...her yek li pey evîna xwe çun û di fonê de zilm û zora seddam....piştre me xwe avêt amfî tîyatroyê...di hênkahîya şevek amedê de me xwe da benda stranê mihemed şêxo...meral ecer derket ser dikê û bi awayekî hemdemî dest bi starnê wî hozanê nemir kir..lê biborîne keça delal lê belê kes nikare tahma mihemed şêxo bide...îşev jî rojek dîrokîye...ji ber kû aram tîgran wê konsera girtinê bide...
Bu mesaj en son " 01-06-2008 " tarihinde saat 02:12 PM itibariyle cemilnuman tarafından düzenlenmiştir....
|