Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beşa Rojane

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 11-04-2008, 12:54 AM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Oct 2007
Konum: ...Wenda...
Yaş: 26
Mesaj: 4,299
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 72833
Rep Puanı : 7282780
Rep Derecesi
Cıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond reputeCıwann has a reputation beyond repute
Arrow hedef girt û gule berda


MAZLUMDER'a ji bo lêkolînkirina bûyerên di pîrozbahiyên Newrozê yên li Colemêrg, Wan û Geverê heyet şandibû herêmê, rapora ku amade kiriye, ji rayagiştî re aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku polîsan mirov kirine hedef û gule bi gel de barandine. MAZLUMDER'ê xwest ku derheqê peywirdarên cemaweriyê ku berpirsyarên bûyerê ne de lêpirsîna îdarî û edlî bê destpêkirin.


Heyeta MAZLUMDER'ê ku ji bo lêkolînkirina bûyerên di pîrozbahiyên Newrozê yên li Colemêrg, Wan û Geverê de qewimîn hate herêmê, li Şaxa MAZLUMDER'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê lidar xist. Serokê Giştiyê MAZLUMDER'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Alîkara Serokê Giştî parêzer Gulden Sonmez û Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê prz. Cîhat Gokdemîr beşdarî civînê bûn. Gergerlîoglu ku axaftina vekirinê ya civînê kir, da zanîn ku ji bo şopandina di cih de ya bûyerên li herêmê qewimîne, di bin serokatiya prz. Gulden Sonmez de heyetek ava kirine. Gergerlîoglu, da zanîn ku Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî (GYK) a MAZLUMDER'ê M. Cuneyt Sariyaşar, Serokê Şaxa Wanê prz. Abdulbasît Bîldîrîcî, Serokê Şaxa Agiriyê prz. Mehmet Alî Gultekîn, Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê prz. Cîhat Gokdemîr û Endama Lijneya Rêveberiyê Semîha Kaya di heyetê de cih girtine.
Gergerlîoglu, piştre mafê axaftinê da Sonmez û Gokdemîr ku di nav heyetê de cih girtin. Gokdemîr, beriya ku derheqê raporê de agahî bide, li ser hevdîtinên li herêmê kirine, agahî dan. Gokdemîr, diyar kir ku li Wanê ji bilê rayedarên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, bi rayedarên ewlehiyê û alîkarê walî re jî hevdîtin çêkirine. Gokdemîr, got ku bi miletê ku seranser di bin bandora bûyeran de maye re jî axivîne. Gokdemîr, da zanîn ku bi malbatên Zekî Erînç û Îkbal Yaşar ku di bûyeran de jiyana xwe jidest dabûn re jî hevdîtin çêkirine. Gokdemîr, destnîşan kir ku walîtiyê bersiva Komîteya Amadekar a Newrozê, 24 saet beriya pîrozbahiyê daye û roja ku komîteyê xwestiye, qebûl nekiriye. Gokdemîr, da zanîn ku komîteyê jî dev li ser vê yekê ji pîrozbahiyan berdaye. Gokdemîr, got ku polîsan hêzek zêde bikar aniye loma bûyer zêdetir bûne.
'Hêzên ewlehiyê tu hişyarî nekir'

Piştî axaftina Gokdemîr, parêzer Gulden Sonmez encamên raporê aşkera kir. Sonmez, tiştên ku li Wanê qewimîne bi kurtasî wiha vegot: "Ji me re hate ragihandin ku di 22'yê adarê de, gelek hêzên ewlehiyê li ser Kolana Cumhuriyet a Wanê û kuçeyên li derdora vê kolanê, bi tevî wesayîtên xwe hatine bicihkirin. Gel ji me re got ku heta niha hejmarek wiha zêde hêzên ewlehiyê nedîtine, loma fam kirine ku wê polîs hêzeke zêde bikar bînin. Me fam kir ku kesên xwestine ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê biçin avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajêr, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine astengkirin û hêzên ewlehiyê bêyî ku hişyariyek bikin, panzerê bi ser gel de ajotine û bombeyên gazê avêtine ser girseyê. Delîla herî mezin a ji bo vê çavdêriya me, dîmenên ku ji aliyê çapemeniya li herêmê dixebite ve hatine qeydkirin e. Şahidên bûyerê ragihandin ku hêzên ewlehiyê çêr jî bi girseyê kirine, kesên ku tu eleqeya wan bi pîrozbahiyê tunebûye jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine derbkirin."
'70 sivîl 18 polîs birîndar bûn'

Sonmez, got ku piştî ku di ser bûyeran re demeke kin derbas bûye, hêzên ewlehiyê gotine "ji avahiya DTP'ê kevir hatine avêtin" û daketine avahiyê û gelek bombeyên gazê avêtine hundir. Sonmez, got ku di avahiyê de û li derve, li hemberî welatiyan hêzek zêde hatiye bikaranîn. Sonmez, da zanîn ku di mudaxeleyan de ji bilî bombeyên avê, cop, şilkirin, guleyên rastîn û yên plastîk hatine bikaranîn. Sonmez got ku li hin deveran, hêzên ewlehiyê hedef girtine û gule berdane. Sonmez, diyar kir ku hatiye famkirin ku xwepêşanderan jî bi çetelastîkan kevir avêtine, tu çek bikar neanîne. Sonmez, diyar kir ku birîndar û kesên ku çûne nexweşxaneyan, hatine binçavkirin. Sonmez, destnîşan kir ku çend kesên ku wan bi xwe jî dîtiye, çûne nexweşxaneyên li Iraqê da ku derman bibin. Sonmez, der barê bîlançoya bûyerên li Wanê qewimîne de jî agahî da. Sonmez, ev tişt gotin: "Di bûyerên ku li Wanê qewimîne de Zekî Erînç û Ramazan Dag jiyana xwe jidest daye. Ne esehî ye, lê 70 sivîl, 18 polîs bi tevahî 88 kes birîndar bûne. 199 kes jî hatine binçavkirin."
'Ji hevdîtinan encam nehate girtin'

Sonmez, destnîşan kir ku heyet piştî lêkolînên li Wanê derbasî Colemêrgê bûye û wiha dom kir: "Li Colemêrgê, Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiya Newrozê di 22'yê adarê de bê lidarxistin, bi awayekî fermî serî li Walîtiya Colemêrgê da, lê walîtiyê ji bo pîrozbahî di 21'ê adarê de bê lidarxistin, destûr dabû. Komîteya Amadekar ji ber ku hunermend û axaftvanên wê tevlî pîrozbahiyê bibin li gorî 22'ê adarê organîze kiribûn, bi hinceta nikarin bernameya xwe biguherînin, ji bo pirozbahî di 22'yê adarê de bên lidarxistin gelek hevdîtin pêk anîn. Ji hevdîtinan encam nehate girtin."
'Hêzen ewlekariyê kevir avêtin malan'

Sonmez, wiha dom kir: "Li ser van pêşketinan nêzî 200 jin, zarok û zilamên li navenda sûkê hatin cem hev, agir vêxistin û govend girtin. Di vê demê de hêzên ewlekariyê ketin û derketinên bajêr bi panzêran girtin. Li gel ku çalakvanan diyar kir wê piştî pîrozbahiyê bi awayekê bêdeng belav bibin jî, hêzên ewlekariyê bi panzêr, cop û bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin." Sonmez, têkildarî bûyerên piştre derketine holê jî wiha got: "Me dît ku bêyî cudahiya gel-çalakvan bê kirin, gel hate gulebarankirin û di encama vê yekê de gelek kes birîndar bûne. Wekî Wanê li Colemêrgê jî gelek kesên birîndar ji tirsa ku wê derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin neçûne nexweşxaneyan. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê dan zanîn ku polîsan bi dehan bombeyên gazê avêtine ser kesên ku xwe di bodroma binê komeleya wan de veşartine û destûr nehatiye dayîn ku ev kes ji bodromê derkevin. Hate hînbûn ku di encama vê yekê de bi dehan kes di bodromê de jixwe çûne. Li gorî agahiyên gelê herêmê êrîş ne tenê li kolanan hatine jiyandin. Li gorî agahiyên ji gelê herêmê hatin girtin, hêzên ewlekariyê deriyê malan şikandine, kevir û bombeyên gazê avêtine malan û di hundir de li jin û zarokan xistine. Li Colemêrge 50 kesan serî li nexweşxaneyan daye, 7 jê zarok 28 kes jî hatine girtin."
'Divê berpirsyar derxînin holê'

Sonmez, da zanîn ku bûyerên derketine holê mafên gelê herêmê binpê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Wan, Colemêrg û Geverê mafên gelek kesan hatiye binpêkirin. Binpêkirinên li jor hatin diyarkirin, li gorî zagonan sûc e û divê derheqê berpirsyaran de lêpirsîna îdarî û edlî bê destpêkirin. Bi taybetî di dema serdagirtinên malan de jin û zarok rastî lêdan û heqaretan hatine. Di şeran de jî li gorî pîvanên hiqûqê tên parastin, lê di Newrozê de herî zêde li hemberî jîn û zarokan şîdet hatiye bikaranîn. Me fam nekir ku armanca vê nêzîkatiyê çi ye."

Cıwann is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Gule amed_merdin Şiirler 1 07-06-2008 06:54 PM
pazar kavramı lorinn İşletme 1 16-02-2008 09:29 PM
Gulê çiya bilind in agrili-serhat Kürtçe Lyrics 2 06-07-2007 03:17 PM
2006-2007-Lise 3-Edebiyat-Yıllık Plan Global Türkçe, Edebiyat 2 12-04-2007 09:48 PM
Koma Berxwedan ALiSeR Kürtçe Lyrics 6 23-02-2007 07:24 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 07:56 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.