21-02-2008, 05:54 PM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: Jan 2007 |
Konum: hadi ordan...... |
|
Mesaj: 29,509
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
İtibar Gücü: 95154
| Rep Puanı : 9512351
| |
|
| |
|
THIV:Li Tirkîyeyê eşkenceya sîstematîk berdewam e
Weqfa Mafê Mirovan di rapora xwe ya 2007an de destnîşan dike ku li Tirkîyeyê eşkence bi awayek sîstematîk berdewam dike. Di vê salê de 452 kesî serî li Weqfê daye.
THIV(Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkîyeyê) di rapora xwe ya sala 2007an de berbiçav dike ku di vê salê de eşkence li Tirkîyeyê zêde bûye û hejmara kesên ku serî li Weqfê jî da ne li gora salên bohirî bilind bûye.
THIV destnîşan dike ku di sala 2007an de 33-yê wan zarok, 159-ê wan jin 452 kesî ji sebabê eşkencê û miameleya xerab serî li wan daye. Di raporê bal tê kişandin ser hejmarên salên berê û tê nivisandin ku di sala 2006-ê de 337 kesî bi heman sebeban serî li wan daye.
Li gora agahîyên Raporê serîlêdan herî zêde bi rêzê; li Stenbol, Anqera, Diyarbekir û Îzmîrê pêk tê. Rapor sebebê zêdebûna eşkence û miameleya xerab jî guhertina di qanûna wazîfe û selahîyetên polîs de nîşan dide.
Amadekar:M.Ş.Oncu
|
|
|