|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Wek tê zanîn, Kurd xudanê edebîyateke devkî ya dewlemend in. Em bi Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran serbilind in. Em xudanê fîlozofekî wek Ehmedê Xanî ne. Paşê jî Mamosta Hejar, Hemîn, Osman Sebrî, Qanatê Kurdo û Cegerxwîn bûne dengê zargotin, dîrok, edebiyat û zîmanê Kurdî û Kurdîstanê.Dagirkeran xwestîne Kurdan tune bikin. Lê belê, tu quwet, tu hêz nikare gel û netewek xudanê evqas hozan, nivîskar û zanayan tune bike. KOMKARê, jî destpêka kar û xebatên xwe pê va hetanî îro cîhekî gelekî giring daye çapkirina kovar, rojname û pirtûkan, çêkirina kasêtên mûzîkê. KOMKARê tenê karê sîyasî nekir, ev heyîyên Kurd û Kurdistanê jî bi konferans, panêl, civînan û şahiyan ve dane nasîn. KOMKARê sala 2001´an wek sala Zman û Edebîyata Kurdî eşkere kir û gelek deran çalakî pêk anîn, konferansên zanyarî amade kirin. Her usa KOMKAR dît, ku valahîyeke din jî heye. Gelek çapxanên ku berhemên Kurdî derdîxin hene, lê têkilî di navbera wan de nînin. KOMKAR xwest, ku Kurd dewlemendîya xwe bibînin û bidin nasin. Ji ber van sedeman KOMKAR, ji 2001´an vir da Pêşangeha Pirtûkên Kurdî amade dike. Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya 4., di navbera 01 û 03.02.2008´an da li bajarê Wuppertalê ya Elmanyayê pêk tê. Beşdariya we ji bo peşangehê wê me dilxweş û bextewar bike. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 06:59 PM |
| KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) | PCkopat | Bydigi Kaizen Team | 86 | 13-06-2008 08:26 AM |
| Pêşengên zimanê Kurdî û lîsteya pêşengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? | heci | Çandi Gişti | 3 | 31-08-2007 01:10 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.