|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Xelata Mafên Mirovan, ku ji aliyê Weqfa Malbata Ferho ve, her sal, di 3’yê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de tê dayin, îsal jî wê li gundê Mizîzexê werê dayin.
Xelata Mafên Mirovan, ku ji aliyê Weqfa Malbata Ferho ve, her sal, di 3’yê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de tê dayin, îsal jî wê li gundê Mizîzexê werê dayin. Bav û diya nîvîskar Medenî Ferho û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Dervêş Ferho, Ferho (85) û Fatim (80) Akgul, di 3’yê adara 2006’an de li mala xwe ya li gund bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Malbata Ferho jî, diyar kiribû ku, bi tu kesan re pirsgirêkên wan tunebûn û ji qetilkirina Ferho û Fatim Akgul, dewleta tirk berpiryar girtibûn. Her çiqasî rayedarên tirk, piştî bûyerê soza ronîkirina vê bûyera hovane dabûn jî, lê belê wekî êrîşên din ên li dijî kurdistaniyan, heta niha kujerên Ferho û Fatim nehatin girtin. Ev jî di destpêka bûyerê de krîzeke navneteweyî û mîna pirseke sereke derket hemberî dewleta Tirk. Xelata Mafên Mirovan didin Malbata Ferho jî, ji bo bîranîna Ferho û Fatim Weqfa Malbata Ferho ava kir. Wexfa Malbata Ferho jî, di şexsê Ferho û Fatim Akgul de û ji bo bîranîna şehîdên aştî û azadiyê, xwedî derketina li çand û zimanê kurdî, her wiha, teşwîqkirina parastina çand û zimanê kurdî û parastina Mafên Mirovan, di yekemîn salvegera vê bûyera hovane de, xelata Mafên Mirovan da. Ji bo xelata Weqfa Mafên Mirovan a 2007’an jî, Dayikên Aştiyê yên Amedê, Serokê Giştî yê berê yê ÎHD’ê û parlamenterê Amedê yê DTP’ê Akin Bîrdal û jina rojnamevanê bi eslê xwe ermen Hrant Dînk Rakel Dînk hêja hatibûn dîtin. Xelata Mafên Mirovan jî wê îsal jî, di 3’yê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de, li gundê Mizîzexê ya navçeya Mîdyada Mêrdînê were dayin. Jurî dê aşkera bike Endamên Juriya Weqfa Malbata Ferho jî ku ji nivîskar Haydar Işik, nivîskar Rojan Hazim, nivîskar/rojnamevan Faysal Dagli, rojnamevan Ismet Kem, civaknas Mistefa Qesrî, civaknas Faik Yagizay, nivîskar Luqman Guldive pêk tê, wê di rojên pêş de li hev kom bibin û kes an kesên hêjayî xelatê werin dîtin, aşkera bikin. Xelata îsal jî, ji 5 hezar euro û plaketên zîv pêk tê û ev xelat jî wê di 3’yê adara 2008’an de piştî mewlîda li gundê Mizîzexê, bi merasimekê were dayin. Weqfa Malbata Ferho, ji bilî dayina Xelata Mafên Mirovan, ji bo heman armancê, biryara dayina alîkariya madî ya 2 xwendekarên kurd ên zanîngehê, yan dibistanên bilind, arîkarî û destek kirina rojnameyeke ku bi deh salan e weşana xwerû kurdî dike û aboriya salekê ya malbatekê jî erê kir. BRUKSEL |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî û | MÊVAN | Beşa Rojane | 0 | 06-12-2007 08:18 PM |
| "Kûsî jî dikarin bifirin" 37'emîn xelata xwe girt | Bendewelat | Sinema | 2 | 20-11-2007 10:37 PM |
| Malbata Sîmpson di perdeya spî de ye | Bendewelat | Sinema | 0 | 20-11-2007 03:07 PM |
| Malbata Bedirxaniyan | ESVET | Dirok | 11 | 17-02-2007 07:17 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.