|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hunermendê bilûrê yê kurd Egîdê Cimo ku di nav kurdan de wekî bavê bilûrê tê bi nav kirin û newakarek dengbêjiya kurd ê herî paye bilind e, derdikeve pêşberî Amediyan.
Cimo ku bi bilûra xwe bi dehan salan e hemû kul, derk û kesên gelê kurd bi dengê bilûra xwe dixemilîne û bi dilê kurdan ê birîn dide hîskirin, wekî abîdeyek dengbêjiya kurd e. Cimo ku bi keda xwe ya di mûzîka kurdî de û di warê dengbêjiyê de dayî, di dilê gel kurd de cihek girîng digire, bi dengê bilûra radyoyên Erînvan û Beşdayê, hunermendên wekî Eyşe Şan, Garapetê Xaço, Kawîs Axa, Mehmet Arifê Cizrewî, Şakiro, Meryem Xan, Tahsîn Taha tîne bîra kurdan, dilsoziya hemû hezkerên çanda kurdewar hildaye. Feyzoyê Rizo deng dide newaya Egîdê Cimo NÇM bi Organîzasyona li Her Derê Hûner (HYS) vî hunermendê nav û deng li Amedê bi amediyan re tîne cem hev. Di şahiya hevgiriya bi Cimo re de, Koma Agirê Jiyan, Feyzoyê Rizo, Rojda, Solîstê Koma Mûzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firat (NÇHD) Farqîn, Aynur Dogan jî dê bi stranên xwe başdar bibin. Şeva dê li Salona Sporê ya Ziya Gokalp bê li darxistin di 2’yê sibatê seat di 17.30’an de ye. Ji Wanê sirgûnî Êrîvanê bûye Rêveberê NÇM’ê mehmet Çevîk balkişand ser mîsyona NÇM’ê û anî ziman ku wezîfeyek wan jî parastin, pêşvebirin û xwedîlêderketina nirxên aîdî kurdewariyê ne. Çevîk daxuyand ku di heman demê de ew berpirsyarin ku xwedî li kesên bi keda xwe nirx afirandine û wiha pêde çû: “Sedemên taybetên ên gazîkirina Egîdê Cimo hene. Lê armanca me ya bingehîn ew e ku em xwedî li kesên nirx afirandine derkevin û wan bi nifşên nû bidin nasandin. Cimo ji Wanê ye. Lê di 1918’yan de bi malbata wî re hatine sirgûnkirin. Cimo di 8 saliya xwe de bi bilûra aîdî xwe ya bi navê, ‘Fîq’ê bi dengbêjên nemir û navûdeng ên kurd ên Radyoya Erîvanê re ked daye. Yanî Gasparyan ji bo Ermeniya çibe, Cimo jî ji bo kurdan ew e. Ji ber vê yekê lazim e em xwedî li Cimo derkevin.” ‘Em ê xwedî li hunerm endên kurd derkevin’ Çevîk, destnîşan kir ku Egîdê Cimo bixwe jî dixwaze bê Amedê û wiha dom kir: “Cimo li Êrîvanê dijî, lê dixwaze ku ji niha û pê de li vir bijî. Em ew ji bo Mîhrîcama Amedê ya sala 2003’yan gazî kir û hat. Dema me axaftinên wî, vegotinên wî û heyecana wî ya ji bo Amedê dît, di nava me de fikra ‘divê em xwedî li mirovek wiha derkevin û hîn baştir nas bikin’ derket holê. Cimo ku dixwaze li Amedê bicih bibe, gotibû ‘Dixwazim vê estrumanê hînî ciwanên amedî bikim û bidim jiyandin’. Ji ber vê yekê me şevek organîze kir. Ya rastî armanca me organîzekirina konserekê nîn e. Armanca zêdetirîn jiyandina nirxên bi vî rengî ye. Divê êdî li hemberî xwedînederketina hunermendên kurd, bê rawestîn. Her wiha ev hewldana me tenê ji bo Cimo nabe. Belkî ev destpêk e, lê dê bidome.” Egîdê Cimo ki ye? Egîdê Cimo di sala 1932’yan de li Gundê Erdeşer ê Ermenîstanê hatiye dinê. Malbata Cimo jî wekî ya gelek hunermendên kurd, di sala 1918’an de ji Wanê koçî Ermenîstanê kiriye. Çand û hunera Êrîvanê li ser vê koçberî, êş û hêviyan mezin bûye. Cimo, hîn 8 salî bû, dest bi lêxistina ensturmana bi navê ‘fîq’ dike û jiyana wî ya hunerê bi vî rengî dest pê dike. Piştre jî enstrumanên bi navê zurne, mey û yên din dike. Di sala 1955’an de li Radyoya Êrîvanê di beşa Kurdî de wekî muzîsyen dest bi xebatê dike û heta sala 1990’an muzîsyeniya gelek dengbêjên bi navûdeng ên wekî Şeroyê Biro û Karapêtê Xaço dike. Wekî Keremê Seyad dibêje: “Susika Simo dibêje, Egîdê Cimo lêdixe”. Heke bilora Cimo nebûya, belkî jî me hez ji stranên wekî Hekîmo, Lawikê Metînî û Bêrîvanê nedikir. Ji ber ku tişta ku rihê dide van stranan dengê bilûra wî bû. Cimo di heman demê de sembol û nîşaneya hestên kurd e. Bilûr dengê ax û xwezayê ye, lewre jî kurd gelekî hez jê dikin. ÎBRAHÎM AÇIKYER/ DÎHA/AMED |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî Ne! | rojekanu | Sanatçı Tanıtımları | 3 | 27-10-2008 10:33 AM |
| Stranên Gelêrî Kurmancî | ewindarım | Kürtçe Lyrics | 2 | 09-02-2008 06:13 PM |
| Egîdê Cimo için Diyarbakır’da gece düzenleniyor | Tahtalı Fıstık | Genel Kültür | 0 | 26-01-2008 03:33 AM |
| Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 27-10-2007 08:17 PM |
| Kes û Cıvat | tubiranes | Çandi Gişti | 0 | 25-10-2007 12:06 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.