Cegerxwîn bi mîhrîcanekê tê bibîranîn
Ji bo bîranîna helbestkarê mezin Cegerxwîn ku salvegera mirina wî de dê di 22’yê cotmeha 2007’an li başûrê Kurdistanê mîhrîcanek bihata lidarxistin, lê ji ber hin sedeman pêk nehat.
Niha aşkera bû ku mîhrîcan dê di 10’ê meha sibatê de li dar keve. Der barê vê mîhrîcanê de neviya Cegerxwînê nemir Sîlva Cegerxwîn ku yek ji Endama Komîteya Birêveber a Mîhrîcanê ye agahî da malpera Sema Kurdê. Mîhrîcana Cegerxwîn, di 10’ê sibata 2008’an de saet di 09:30’an de dê li paytextê Herêma Kurdistan li Hewlêrê, li Hola Pêşewa ya Wezareta Rewşenbîrî li dar keve. Her wiha rêvebera mîhrîcanê diyar kir ku mîhrîcan di bin çavdêriya Serokê Encûmanê Wezîran birêz Nêçîrvan Berzanî de dê bê vekirin û ji aliyê Mîhrîcana Yadîweriya Seyda Cegerxwîn wê 3 rojan berdewam bike û ji her çar parçeyên Kurdistanê, gelek kesên navdar ji profesor, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîr, ji kurdên Kafkasya û Ewropayê gelek kes hatine vexwendin. Di çarçoveya mîhrîcanê de dê pêşengeheke fotografî û ligel gelek alavên wî yên taybet, destnivîs û hwd.ji beşdarên mîhrîcanê re bên raxistin û fîlmek dokumantarî ku li ser jiyana wî hatiye kişandin dê di mîhrîcanê de bê nîşandan. Her wiha Wezareta Rewşenbîrî bijarteyek ji deh dîwanên wî çapkirine wê ligel pirtûkên wî yên ku Weşanxaneya Avestayê hatine çapkirine bên belavkirin.
Sîlva Cegerxwîn, di dawiya axaftina xwe de mixabiniya xwe anî ziman û got ku amadekariyên wan hebû ku peykerê Cegerxwîn li parkeke mezin bihata danîn bes hêj peyker nehatiye temamkirin. Her wiha gazind kir ku; gelek hunermendên navdarên kurd, wekî; Şivan Perwer, Ciwan Haco û Gulistan Perwer... ku bi gelek helbestên wî nav û dengê wan bilind bibû, vexwendine mîhrîcanê bes mixabin yek ji wan beşdar nabe her yek ji wan ji ber sedemên cihêreng lêborîna xwe xwestine ku nikarin beşdarî li vê mîhrîcanê bikin.
HEWLÊR
|