|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Festîvala Cîgerxwîn, di roja 10-ê sibatê de, saet di 09:30 an de ê li Hola Pêşewa ya Wezareta Rewşenbîrî lidarkeve û ê sê rojan berdewam bike. Festîvala bibîranîna şairê neteweyî ê mezin Cîgerxwîn ku bi bûna 23 saliya koça wî ya dawîn ê di 22/10/2007 an de li Hewlêrê bihata lidarxistin, lê ji ber hin sedeman paş de ket, îsal di 10-ê sibatê de li Hewlêra paytexta Kurdistana federe tê kirin.Di derbarê festîvalê de Silîva Cîgerxwîn neviya Cefgerxwîn û berpirsa komîteya amadekirna festîvalê ragihand malpera Semayê ku sedemê paşdedayîna vê festîvalê ji hin bûyerên siyasî bûn ku yek ji van jî êrişa dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bû. Festîvala Cîgerxwîn, di roja 10-ê sibatê de, saet di 09:30 an de ê li Hola Pêşewa ya Wezareta Rewşenbîrî lidarkeve. Silîva Cîgerxwîn diyar kir ku festîval ê di bin çavdêriya serowezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî de bê vekirin û ji aliyê Wezareta Rewşenbîre ve bê birêvebirin. Festîvala Bibîranîna Cîgerxwîn ê 3 rojan berdewam bike. Ji her çar parçên Kurdistanê, gelek kesên navdar; profesor, nivîskar, lêkoler û rewşenbîr, ji kurdên Kafkasya û Ewrûpayê gelek kes hatine vexwendin, ji malbata Cîgerxwîn û gelek partî û rêxistinên siyasî jî gelek kes ê beşdarî festîvalê bibin. Di çarçoveya vê festîvalê de pêşengeheke fotoxrafan li gel gelek alavên wî yên taybet, destnivîs û hwd ji bo beşdarên festîvalê ê bên raxistin û filmek dokumanter ku li ser jiyana wî hatiye kişandin ê di dawiya festîvalê de bê nîşandan. Herwiha Wezareta Rewşenbîrî bijarteyek ji deh dîwanên wî çapkiriye ê ligel pirtûkên wî yên ku Weşanxaneya Avestayê çap kirine bên belavkirin. Silîva Cîgerxwîn, mixabiniya xwe anî ziman ku di nav bernameya vê festîvalê de amadekariyek wan hebû ku peykerê Cîgerxwîn li parkeka mezin bihata danîn, bes hê peyker nehatiye temamkirin. Wê gazind jî kirin ku gelek hunermendên navdar ên kurd, wekî Şivan Perwer, Ciwan Haco û Gulistan Perwer ku bi gelek helbestên wî navûbangiya wan bilind bû vexwendine festîvalê, mixabin yek ji wan jî beşdar nabe, her yek ji wan ji ber sedemên cihêreng lêborîna xwe xwestine ku nikarin beşdariyê li festîlavê bikin. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
ser xere be.kareki pir başe.
__________________ Bu mesaj en son " 29-01-2008 " tarihinde saat 12:59 AM itibariyle NisêbînaRengîn tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Destana MemÊ Alan | heci | Çandi Gişti | 2 | 25-10-2007 03:24 PM |
| Gotinên Pêşiyan | heci | Çandi Gişti | 16 | 09-09-2007 02:41 PM |
| Rêbera Hewlêrê bi peyvan | newalaqesaba | Çandi Gişti | 0 | 28-06-2007 11:03 AM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 – 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Hozan Shan | Çandi Gişti | 0 | 20-06-2007 11:58 AM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 23-11-2006 10:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.