|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Kurdên li Rûsyayê pirgirêkên xizaniyê, aborî, koçber û sirgunê dijîn ligel her tiþtî kevneþopiyên xwe diparêzin û didin jiyandin. Li ernîgara sovyetên berê de kêmar piranî li herêmên çiyayî diman. Pîþtî ku sîstema sovyetê hate guhertin her kesî ji bo xwe cihet dît. Lê kurdên ku wê demê li herêmên çiyayî dijiyan hê jî li wir dijîn. Li gorî îstatîstîkên fermî li herêma Krasnadarê ji 6 hezarî zêdetir kurd hene. L êli gorî hejmarên ne fermî jî qasî 8 hezar in. Li herêma Adgeyê li 6 gundan nêzî 4 hezar kurd dijîn. Li vê herêmê herî zêde Çerkez bijîn jî ev der wekî mozaîka gelan e. Ermen, rûs, yewnan, tatar, Asûrî û kurd rengên vê mozaîkê ne. Kurdên Krasnadarê di sala 1989’an de li vêherêmê bi cih bûne. Piþtî pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê koçber bûne û ji aliyê Primakov vê li vê herêmê hatine bi cih kirin. Tê gotin ku hejmara kurdên ku wê demê hatine herême 60-65 hezar bûne. 50 hezar li herêma Krasnadarê û nêzî 15 hezar j îli herêma Adigeyê hatine bicinkirin. Lê piþtî ku li vê herêmê hatin bicihkirin dewletê tu alîkarî neda wan û ew jî her çu xizan bûn. Herî dawî li herêmê nêzî 8 hezar kurd man. Kurdên ku li vir dijîn kevneþopiyên malbatên berfireh didomînin. Bi awayekî malbatên ku 7-8 zarokên wan hene û yên ku piþtî zewacê jî ji malbatên xwe qut nabin kevneþopiyên xwe didomînin. Alî yek ji kurdên ku li herêma Adigeyê li gundê Beloyê ye. Ew 25 salî ye. Li zeviyê bi dayika xwe re dixwebite. Hewa pir sar e, her der di nava heriyê de maye. Lê dîsa jî dixebitin. Alî bi dê, bav û xwîþk û birayên xwe ve dijî. Ew bi xwe jî zewiciye û 4 zarokên wî hene. Ji berk u axa wan têrê naki ji cînarên xwe jî zeviyê kirê dikin û diçînin. Murdên kul i vir dijîn bêhtir kundiran diçînin. Ji ber ku herîz êde kundir li van deran tê hilberandin. Xwediyên kargehan tên li van deran bi erebeyên xwe kundiran dikirin û dibin fabrîkayên xwe. Li gundê Beloyê asûrî, ermen, yewnan, kurd , rûs û Çerkez bi hevre dijîn. Li gund 700 mal hene. Ji wan 200 mal kurd in. Bi riya Komeleya Çanda Kurdan li Komara Xweser a Adigeyê de ciheke û rûmeteke mezin dibînin. Serokê Mala Çanda Kurdan Ahmed dibêje ku di navbera gelen de hem ji ber cudatiya çandan pirsgirêk hene û hem jî yekîtiyek heye. Li gund gelên ku bi hevre dijîn hevdu qebûlkirine û rûmetê didin hevdu. Kurd û gelên din qîz dane hev û bi vî rengî jî kelijandinek çêbûye. Li gundê Sadoveyê malbata Yunus gelekî bala mirovan dikêþe. Yunus di serî de bi keçeke kurd re dizewice. Lê zarokê wî çênabin ji ber vê yekê jî ew careke din dizewice. Hevsera wî ya duyemîn rûs e. Ew bi hev re dijîn û 3 zarokên wî hene. Zarokên wî hemû ji hevsera wî ya rûsî dene. Lê zarok li malê bi kurdî diaxivin. Mele Abdulbarî Hiso ji Kirgizistanê hatiye. Ji ber ku kurdên ku li vir dijîn pêdiviyên misilmaniyê zêde nizanin bi gazinc e. Mele Hiso hestên xwe wiha tîne ziman: “Kurdên ku ji Ermenistan, Azerbaycan û Kazakistanê hatine misilbanî qebûl kirine. Lê derbarê misilmaniyê de zêde agahiyên wan nîn e û îbadetê jî nakin. Piraniya wan 5 þertên misilmaniyê jî nizanin. Limêj nakin û rojiyê jî nagirin. Îslamiyetê wekî Xiristiyaniyê dizanin û jiyan û baweriyên xwe ji hev cuda dibînin û digirin. Mînak li gundan mizgeft tuneye. Bi hevre ango komî îbadetê nakin. Lê miriyên xwe li gorî þertên misilmaniyê dixwazin biþon û veþerin. Her wiha cejna rojiyê û cejna qurbanê pîroz dikin.” Li vir di nava kurdan de sewiyeya perwerdeyê her diçe kêm dibe. Di dema sovyetan de di nava kurdan de xwendin û nivîsandin zêde bû lê piþtî sovyetan ji ber koçberiyê pir kêm bûye. Bi taybetî jî zarokên keç nadin xwendin. Ev yek dibe sedema pirsgirêkên civakî jî. Zarokên keç ji dibistanê tên girtin û pir biçûk têne zewicandin. Pirgirêka herî mezin ev e. Newroz Serhata ku li komeleya çandê de dixebite dibêje ku sedema vê yekê sîstema feodal e. Li gorî wê kurd naxwazin zarokên wan biþibin rûsan. Ji vê pir ditirsin. Ji ber vê yekê jî wan biçûkatiya xwe de dizewicînin û bi vî rengî dixwazin bixin bin kontrola xwe. Lê pirsgirêka jinan tenê ne ev e. Li vir jî jin li zeviyan dixebitin, hemû pêdiviyên malbatê ew bi cih tînin. Ji ber vê yekê jî ji pirsgirêkên civakî û aborî herî zê de bandorê li wan dike. Xizanî, þundemayîn li vir jî wekî qedera kurdan e. Li vir jî kurd ji pirsgirêkên burokratîk re rû bir û dimînin. Nêzî hezar kesî bênasname ne û belgeye wan a rûniþtinê nîn e. Ji ber vê yekê jî nikarin biçin ciheke. Li gorî Serokê Komeleya Çanda Kurd Xudeda Ahmet rêveberiya herême ji koçberiyên nû ditirse û ji ber vê yekê nasnameyê nade. Kurdên Adigeyê jî ji ber ku koçberiyên nû ji pirsgirêkên nû re rê vedike bi fikar in. Çimkî rewþa kurdên Kirgizistanê her diçe xirabtin dibe. Di warê civakî û aborî de pirsgirêkan dijîn. Ev yek jî dibe sedema koçberiyên nû. Kurdistanê ji nêz ve diþopînin Kurdên Rûsyayê pêþketinên Kurdistanê jî ji nêz vê diþopînin. Mînak ji gundê Sadoveyê dayika bi navê Kazê li gel temenê xwe yê mezin pêþketinên Kurdistanê ji nêz ve diþopîne. Dayika kazê pirsa Nurettîn Demîrtaþ dike. Dibêje çima hitiye girtin. Ji welatê xwe pir dur in û qet nedîtine lê pirsgirêkên welatê xwe baþ diþopînin. Ev eleqeya wan me matmayî dihêle. Ew jî wekî kurdên li her deverê cîhanê Rov TV’ê temaþe dikin. Kesên ku em bi wan re axivîn dibêjin ku piþtî têkoþîna çekdarî ya PKK’ê kurd eleqeyeke mezin nîþanî welatê xwe didin. Bi awayekî pêþveçûnên welatê xwe diþopînin û derbarê welatê xwe de agahdar dibin. Kurdên li Rûsyayê pirgirêkên xizaniyê, aborî, koçber û sirgunê dijîn ligel her tiþtî kevneþopiyên xwe diparêzin û didin jiyandin. Her wiha li hembêrî pirsgirêk û pêþveçûnên welatê xwe jî pir hestiyar in… |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Kurdê Afrîkayê | toprak | Komik Yazýlar, Fýkralar | 1 | 12-10-2008 09:02 AM |
| Evîn Þahê Hemî Welatan e | Bendewelat | Helbesten Kurdi | 3 | 04-12-2007 09:15 PM |
| Kurdê Afrîkayê | helboy.24 | Komik Yazýlar, Fýkralar | 10 | 14-02-2007 10:37 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.