|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Instîtûta Kurdî li Elmanyayê bi kursa li Zanîngela bajarê Essenê re di nava çar mehan de hejmara kursên kurdî yên bi zaravayê kurmancî derxist 4’an. Dawiya vê hefteyê jî starta kursa bi zaravayê zazakî li bajarê Grevenbreuchê tê dayin. Hejmara kursên kurdî ku ji aliyê Instîtûta Kurdî li Elmanya têne birêvebirin bêrawestan zêde dibin. 9’ê çileyê sala nû, sala 2008 an Unîwersîta Essenê jî bi 35 xwendevanên zanîngehê, salonên xwe ji dersa zimanê kurdî re vekirin. Her wiha di dawiya vê hefteyê de jî li bajarê Elmanya, Grevenbreuch kursa zimanê kurdî destpê kir. Bi kursa li Zanîngeha Essenê û ya li bajarê Grevenbreuchê re hejmara kursên kurdî yên di nava çar mehan de ji aliyê Instîtuya Kurdî ya Elmanyayê ve vedibin digihije 4’an. Kursa Zazakî jî dest pê dike Li gor agahiya ji aliyê Beşa Weşan û Lêkolînê ya Instîtûta Kurdî li Elmanyayê ragihand di dawiya vê hefteyê de di 20’ê Çile 2007 roja Yekşemê de kursa zaravayê kirmanckî / zazakiye jî dest pê dike. Hejmara kesên beşdarî kursan dibin jî her roja diçe zêdetir dibe. Heta niha li hejmara kursiyeran ku piraniya we xwendevanên zanîngehê ne gihiştiye 161 kesî. ‘Hewcedarî bi pirtûkên nû heye’ Instîtûta Kurdî li Elmanyayê derbarê xebatên kursên kurdî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kursên hatine vekirin tecrûbe û dersdariya rêvebir, dersdar û xebatkarên Instîtuyê jî dewlemendtir dike. Derbarê encamên kursan de di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her kurs hinekî din ji awura pedagojîk, hosteyî û metodê dersgotin û dersdayînê de rêvebir û mamostên instîtitutê bi pêş dixe û afrêneriya wan disû, hedefbîntir û biîsabettir dike. Û bê goman hogirî, dilovanî û aşnayîya wan bi keç û xortên kurd re derdixe asteke berztir. Van çend mehan derxist kifşê ku her çendî îro, materyal û pirtûkên perwerdeya zimanê kurdî mîna berê ne kêm bin û mehteşî û xela berî bi 15-20 salan hebû, nemabe jî, cardî hewcedarî bi amadekirina pirtûkên nû û li gora şertên Elmanya û bi taybetî li gora ast û sewiya xwendevan û ciwanên zanîngehan pêwist in û ji aliyê jiyanê ve têne xwestin. Di vî alî de di bin serpereştî û serokayetiya Institutê de amadeyî hene, hejmarek xebat li dar in. Di demeke ne dûr de wê dersdarên me bi kitêbên nûjentir, hemdemtir û pedagojîktir re wê şagirtên xwe himbêz bikin. Şagirt jî wê baştir, tekûztir û tebûttir zimanê xwe fêr bibin û bi zimanê xwe, bi sazî û dersdarên xwe serbilind bin.” |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 06:59 PM |
| KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) | PCkopat | Bydigi Kaizen Team | 86 | 13-06-2008 08:26 AM |
| Pêşengên zimanê Kurdî û lîsteya pêşengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Gişti | 4 | 03-09-2007 10:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.