|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Çêkerê fîlmê Mem û Zîn Huseyîn Kivanç, diyar kir ku Mem û Zîn ji bo wêjeya kurd berhemeke girîng e û îro jî digel ku ev fîlm qedexe ye, girîngiya berhemê careke din derketiye holê. Fûara pirtûkan a ev 26 sal in ji aliyê TUYAP’ê ve tê lidarxistin, îsal li rawestgeha 4’emîn, li Edeneyê dibe mêvan. Di roja yekemîn de, nivîskarên cur bi cur bûn mêvan. Nêzî 120 weşanxane û saziyên civakî yên sivîl beşdarî fûara pirtûkan a TUYAP’ê ku li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Edeneyê tê lidarxistin dibin. Di fûarê de wê 63 çalakî bên lidarxistin û 300 nivîskar bi xwendevanên xwe re bêne cem hev. Di roja yekemîn de gelek kes çûn serdana fûarê. Hêcana xwendevanan û her wiha nivîskaran jî balê kişand. Nivîskar û helbestvanên wekî Dogan Hizlan, Muzaffer Îzgu, Zeynep Oral, Ercan Karakaş, Pinar Kur, Ayşe Kulîn, Cezmî Ersoz beşdarî fûarê dibin. Yek ji beşdarên fûarê jî, Çêkerê fîlmê Mem û Zîn û qunciknivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Huseyîn Kivanç e. Kivanç, li standa Weqfa Yekîtiya 68’iyan pirtûkên xwe pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Kivanç, anî ziman ku heta li fûarê be, wê hêcana mayîna li Edeneyê hîs bike. Çîroka Mem û Zîn Kivanç, çîroka Mem û Zîn ku berhema Ehmedê Xanî ye û pêvajoya fîlm vegot. Kivanç, anî ziman ku ev 40 sal in weşangerî dike, ji bo ku Mem û Zîn a yek ji berhemên nemir ên wêjeya kurd e bibe fîlm, di nav hewldanên mezin de bûye. Kivanç wiha got: “Di cîhanê de yek ji mînakên nivîskî yên pêşîn ên wêjeya kurd jî, berhema Mem û Zîn e. Adeptekirina fîlm, ji bo min girîng bû. Piştî ku Mehmet Bozarslan werger kir û weşand, di hişê min de fikra ‘dibe ku mirov fîlm çêke’ zelal bû. Divê ev pirtûk teqez bibûya fîlm. Bozarslan dostek min ê baş bû. Min bi derhêner Umît Elçî û Kadîr Yilmaz ku di vê mijarê de ji wan bawer im re hevdîtin çêkir. Di wan salan de Umît Elçî li Îngîltereyê bû û fikra vegerê tunebû di serê wî de. Lê min bi rêya telefonê behsa mijarê kir û ew aş kir. Umîr hat Tirkiyeyê. Kadîr Yilmaz jî aliyê produksiyon ê kar girt ser xwe. Me yê fîlm li Mêrdîn, Midyad, Heskîf, Cizîr û Nisêbînê bikşanda. Me kişand jî.” Fîlmek ku nikare li sînemayan bê nîşandan! Kivanç, anî ziman ku Nivîskar û Rojnamevanê nemir ê kurd Musa Anter rengek cuda daye fîlm. Kivanç, da zanîn ku fîlm wê demê li tu sînemayek nehatiye nîşandan, tenê li Amedê di gîşeya girtî de derketiye pêşberî temaşevanan. Kivanç, wiha got: “Wê demê jinên extiyar ên kurd ku heta wê rojê neçûne sînemayê jî, dema navê Mem û Zîn bihîstin, çûn sînemayê û li fîlm temaşe kirin. Girîngiya Mem û Zîn bi vî awayî zêdetir dibû. Lê destanek evqas girîng û fîlmek ku jê dihat hezkirin, hate qedexekirin û li sînemayê neleyîst. Ji lewre Mem û Zîn çîrokek evînê ya kurd bû. Wek Leyla û Mecnun, Kerem û Asli, Hurşit û Mahmerî ev jî çîrokek evînê bû. Lê fîlm hatibû qedexekirin. Îro jî li sînemayê nehatiye weşandin.” Kivanç, anî ziman ku huner amûrek bi bandor a her tim tesîrê li civakê dike ye. Kivanç, wiha got: “Loma mirovên ku bi xwe nebawer bin, ji hunerê ditirsin. Mirovên ku ji hunerê bitirsin, wê jî Mem û Zîn zêdetir bitirsin.” Kivanç, diyar kir ku heta niha pirtûkên bi navê ‘Pirtûka we hemûyan (Hepînîzîn Kîtabi)’, ‘Bîranîna Vakka ya Navdar (Meşhur vakka hatirasi -bîranîna îşkenceyan a sûbayek osmanî)’ ‘Bêhna bi şewat a murekebê sansur (Mürekkebîn yanik kokusu sansur)’, ‘Dewlet îşkence dike (Devlet îşkence yapar)’, ‘Dewlet ji îşkenceyê hezdike (Devlet îşkenceyî sever)’, ‘Pêkaniyên Absurd (Absurd fikralari)’ û ‘Nivîsên ketine Cumhuriyetê (Cumhuriyete duşen yazilar)’ nivîsandiye. Kivanç da zanîn ku her wiha di sala 1991’an de jî çêkirina fîlmê Mem û Zîn girtiye ser xwe. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bîyografîya Qazî Mihemed | JİYAN ADAR | Çandi Gişti | 0 | 31-12-2007 03:59 PM |
| Adarname | tubiranes | Çandi Gişti | 1 | 01-11-2007 10:58 AM |
| RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? | heci | Çandi Gişti | 3 | 31-08-2007 01:10 PM |
| BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! | sezi | Dirok | 4 | 28-06-2007 02:36 PM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.