|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Li sernaserê cîhanê rojê 26 hezar, salê 9.7 milyon zarok dimirin.Pirranîya zarokan ji nexweşîyên wek sorik, kolera û malaryayê dimrin ku dermankirina wan gelek asan e. Li gora rapora Sazîya Parastina Zarokan ya NY-ê UNICEFê ya salê pirranîya wan li welatên afrîkî li seranserê cîhanê rojê 26 hezar zarok dimrin. UNICEF sebebê mirina zarokan nexweşîyên wek sorik, kolera û malaryayê nîşan dide ku dermankirina wan di şertên îro de gelek asan e.Li gora vê raporê; li Siera Leoneyê ji her 1000 zarokî 270, li Angolayê ji her 1000 zarokî 260 zarok, li Afganîstanê ji her 1000 zarokî 257 zarok berîya bibin pênc salî û pirrayîya wan li wargehên penaberan dimrin. Sebebek din yê mirina zarokan li van welatan kêmxwarin û vexwarin û ava pakij e. Li Nîjerya, Zimbave, Mozambîk, Bangaldeş, Nepal, Bolivya û Melavîyê jî nîsbeta mirina zarokan bilind e û li van welatan jî ji her 1000 zarokan bi kêmanî 127ê wan berîya bibin pênc salî jiyana xwe ji dest didin. Rapor destnîşan dike ku nîsbeta mirina herî kêm li Swêd û Sîngapurê ye û li van der û welatan ji 1000 zarokî sê zarok berîya bibin pênc salî, jiyana xwe ji dest didin. Ji welatên ku hê pêşdadiçin Kuba û Srîlanka ji 1000 7-13 zarok berîya bibin pênc salî dimirin. Li gora agahîyên UNICEFê eger rojê 2-3 dolar ji bo tenduristî û xwarina zarokên van welatan bê xerckirin dê mirina zarokan ya bêwext ji % 50 kêmtir bibe. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê dayîk çîye | tubiranes | Çandi Gişti | 0 | 30-10-2007 11:06 AM |
| Di tenduristiyê de cihêkarî | berxwedan | Beşa Rojane | 0 | 18-09-2007 10:25 AM |
| hezar hest | Heval | Çandi Gişti | 4 | 30-07-2007 03:14 PM |
| Li Iraqê zarok tên firotin | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 27-04-2007 08:34 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.