|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Kurdên li Ewropayê dijîn, bi slogana “Êdî Bes e” li bajarê Dusseldorfa Almanyayê hatin cem hev.
Di çalakiya ku bi dehhezaran kes beşdar bûn de hat xwestin ku TSK dawî li operasyonên li herêmê dimeşîne bîne û Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan were berdan. Pêr ji serê sibê de ji hemû bajarên welatên wekî Fransa, Îngîltere, Îtalya, Avusturya, Îsvîçre, Hollanda, Belçîka û Almanyayê bi dehhezaran kes hatin Dusseldorfê. Girseyê bi du milan dest bi meşê kir. Digel sermayê, meşa 3 kîlometreyî pêk hat. Piştre bi dehhezaran kesên ku li qadê hatin cem hev, pankarta mezin a ‘’Êdî Bes e’’ û posterên Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan vekir. Di meşên ku alên KCK’ê, posterên HPG’yiyên ku jiyana xwe jidest dane û pankartên ji bo azadiya Ocalan hatin hilgirtin. Di meşan de bê navber sloganên ‘’gerîlla parazvanên jiyana me ne’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî PKK’’ hatin avêtin. Alozî derket Di korteja baskê sor ku ji Meydana Akuazoo destpê kir de di navbera polîsan û ciwanên kurd û ciwanên çepgir ên alman de pevçûn derket. Polîsan pûşiyên ku ciwanên kurd û alman li ruyê xwe pêçandine kirin hincet û mudahale kir. Di aloziyê 2 ciwan hatin binçavkirin, 10 kes jî birîndar bûn. Rewşa jinek ku di nav birîndaran de bû, xeter e. Piştî ku meşvan gihîştin hev, hejmar gihîşt 50 hezarî. Di çalakiyê de alên ARGK û flamayên ERNK’ê hatin hilgirtin. Girseyê bi yekdengî slogana “Gerîlla lêdixe, Kurdistanê ava dike” avêt. Piştre bernameya fermî bi sirûdên kurd ku ji aliyê Koma Berxwedan ve hatin gotin destpê kir. Serokê YEK-KOM’ê Mehmet Demîr ku axaftinek kir, armanca meşê vegot. Demîr, diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Ewropayê li hemberî kurdan êrîşek bi tevahî heye Höger: Operasyonan bi nefret şermezar dikim Parlementera Partiya Çepgir a Almanyayê Îngrîd Hgger, di axaftina ku di mitîngê de kir de diyar kir ku ji ber bihevretiya bi kurdan re, kêfxweş e û wiha dom kir: “Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku di demên dawî de cidî bûye li vir in îro. Operasyonên ku artêşa tirk li dijî gerîlayên kurd û gelê kurd dimeşîne, bi nefret şermezar dikim.” KCK’ê jî di mesaja ku ji meşê re şand de bang li hemû kurdan kir ku beşdarî meşa ku destpê kirine bibin. Di mesaja KCK’ê de wiha hat gotin: ‘’Êrîşên hêzên dagirker û tune dihesibînin çiqas zêde dibe bila bibe, em xwedî bibiryarbûneke wisa ne ku em dikarin bi ruhê berxwedanê yê Apocî, hemû êrîşan pûç bikin. Ger ku em ji bo projeya qirkirina li ser gelê me pûç bibe her roj bikin kampanyayek berxwedanê û di vê pêvajoyê de bibiryar bin, em ê azadî û serkeftinê zûtir pêk bînin.” |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| cıwan haco şarkı sözleri.... | *RoJaVa* | Kürtçe Lyrics | 6 | 09-01-2009 10:28 AM |
| Ciwan Haco Full Şarkı Sözleri...!!! | Bycomputer | Kürtçe Lyrics | 10 | 09-01-2009 10:25 AM |
| Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 | Albatros | Dirok | 6 | 31-01-2008 05:07 PM |
| Adarname | tubiranes | Çandi Gişti | 1 | 01-11-2007 10:58 AM |
| Peymana Lozanê | berxwedan | Dirok | 2 | 13-12-2006 03:42 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.