|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Kesên ku piranî wekî ‘Romen’ têne zanîn, lê li herêmê xwe wekî ‘Dom’ didin nasîn, xwe birêxistin dikin. Domên li Amedê, bi armanca ku çand û zimanê xwe yê bi tunebûnê re rû bi rû maye bidin jiyandin, Komeleya Çand, Folklor, Piştevaniyê, Kuluba Sporê û Ciwanan a Doman û Romenan ava kir. Romen tenê li Tirkiyeyê na, li gelek cihên cîhanê bi awayekî bêcih û bê war û bi koçberiyê jiyana xwe didomînin. Li gorî dîroknasan, Romen, di navbera sedsalên 9 û 14’an de hatine Anatolyayê. Romenên ku li herêmê hejmara wan zêde ye, di nava gel de, li gorî herêman wekî ‘Qereçî’, ‘Mitrip’ an jî ‘Dom’ têne zanîn. Nufusa Doman a li herêmê 14 hezar e, li Amedê jî 5 hezar e û niha ji bo ku çanda wan winda nebe xwe birêxistin dikin. Komek Doman di 20’ê tebaxê de dest bi xebatan kir û Komeleya Çand, Folklor, Piştevaniyê, Kuluba Sporê û Ciwanan a Doman û Romenan ava kir. Komeleyê ji ber pirsgirêka cih, dest bi xebatan nekir, lê bi alîkariya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev pirsgirek hate çareserkirin. Şaredariyê kiriya salekê pêşwazî kir û tiştên komeleyê stendin. Muameleya biyaniyan li wan tê kirin Serokê Komeleya Çand, Folklor, Piştevaniyê, Kuluba Sporê û Ciwanan a Doman û Romenan Mehmet Demîr, diyar kir ku ew miletek koçber in û ji nasnameya gelên ku bi wan re kelijîne jî tesîr girtiye. Demîr, da zanîn ku ew 7 bab û bapîrên xwe di zanê û ew jî wekî wî demekê li Amedê jiyan e. Demîr, got “Zeman xirab bû, her kes li dijî hev derket” û bal kişand ser van tiştan: “Berê li malên fireh ku me jê re digot ‘Ode’ dawet pêk dihatin. Mirovên wê demê dihatin mala me û ji me dixwestin ku em tevlî daweta wan bibin. Ji bo rêzgirtinê, şahiyên ku sohbetên xweş dihatin kirin, dihatin organîzekirin. Niha, em li ber van axên em lê hatine dinê” Avêtin derveyî piyaseya muzîkê Demîr, derbirî ku ew bêriya paşerojê dikin û wiha dom kir: “Di nava demê de em ji piyaseya muzîkê jî hatine derxistin. Berê mirovan ji bo ku me gazî bikin dawetên xwe, di ketin dorê, lê di nava demê de mirov guherîn. Karê me û cihê me diyar e. Em li dahol û zurneyê dixin, şahiyan organîze dikin û bi muzîkê re mijul dibin. Me di vî warî de, li cîhanê deng vedaye. Lê niha me na pejirînin. Dibêjin ‘heke em rû bidin vana, dê sibe dusibe her tiştê me ji destê me bstînin’. Piştî ku ekîbên dawetan derketin û bi amûrên elektronîk tevlî dawetan bûn, karê me jî bi temamî mir. Qazanê ji kepçeyê re gotiye ‘Binê min zêr e, tû kî yî ku li dijî min derdikevî’, kepçeyê jî gotiye ‘Binê te zêr e, lê ez di nava te de digerim, ez te nas dikim’. Ya me jî ew hesab e, em her cihê vî welatî û nava her miletî dizanin.” Demîr, da zanîn ku li tevahiya herêmê 14 hezar, li Amedê jî 5 hezar Dom hene û got ku piraniya doman bê nasname dijîn. Demîr, destnîşan kir ku ew li Amedê piranî li semtên Yenîkoy, Seyrantepe, Korhat, Deriyê Mêrdînê, Arap şeyh û Mavî Koşk rûdinin. Li benda piştgiriyê ne Demîr, daxuyand ku ciwanên wan bêkar digerin, ji ber vê sedeme jî hînî tiştên nebaş dibin û di encamê jî di nava civakê de cara duyemîn bindestiyê dibînin. Demîr, anî ziman ji bo ku komeleya wan dest bi xebatan bike û çanda wan winda nebe, li benda alîkariyê ne. Demîr, got armanca wan ew e ku xebatên çandî bi awayekî baş birêxistin bikin û diyar kir ku heke piştgiriya pêwîst negirin, ditirsin ku dê pêşeroja wan hîn xirabtir bibe. Nikarin biçin gundên xwe Ji endamên komeleyê Zelîha Parlak jî, anî ziman ku ew berê li gundan û zozanan dijiyan, lê niha ji ber bêderfetiyan nikarin biçin gundên xwe. Parlak, wiha axivî: “Qet girîng nebû ka pereyê me heye an na û têkiliyên me yê bi mirovan re baştir bûn. Niha em hatine bajaran û pirsgirêka debarê dijîn. Li bajarên mezin tu kes kar nade me.” Parlak, derbirî ku ew hewl didin ku çanda xwe bidin jiyandin. Parlak, got ku Dom nikarin keçên xwe bidin kesek li derveyî wan, lê di salên dawî de ev rewş hindik be jî guheriye. Jina bi navê Gozel Demîr jî, da zanîn ku bi zêdbûna xîzaniyê re zewac jî bi zehmet ketiye. ESEN ALATAŞ/ DÎHA / AMED |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Şerê Şêx Seîd û salên Şewatê | MÊVAN | Dirok | 0 | 10-12-2007 10:49 PM |
| Komele û Navendên çandê | MUMİ | Foruma Kurdi | 0 | 10-12-2007 04:34 PM |
| Amed Keşa Navendî a Gelê Kurd e | tubiranes | Çandi Gişti | 0 | 01-11-2007 10:35 AM |
| Di tenduristiyê de cihêkarî | berxwedan | Beşa Rojane | 0 | 18-09-2007 10:25 AM |
| Li Amedê panoramaya hovîtî û berxwedanê | berxwedan | Beşa Rojane | 0 | 08-09-2007 11:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.