|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
![]() Mirov dîroka di çend pirsan de dîroka kurdan bîne ziman? Bi pirseke din çend pirs dikarin berseva dîroka kurdan bidin? Pirtûka Jîr Dilovan ku ji Weþanên Pêriyê derket, bersiva van yekan dide. Pirtûka nivîskar û mamoste Jîr Dilovan bi navê "Bi pirs û bersivan dîroka kurd û Kurdistanê" ji Weþanên Pêrî derket. Pirtûka ku wekî cîlda yekem hatiye çapkirin ji 10 hezar sal Berî Mîladê girtiye dest heta sala 1975'an hatiye. Cîlda duyem jî dê piþtî salên 1975'an be. Pirtûk bi pirsa "Kurd kî ne û binyata gelê kurd kîjan e?" dest pê kiriye û hatiye bersivandin. Her wiha pirtûk bi pirs û bersiva "Endamên PDK'ê yên kevin di çi rewþê de ne?" bi dawî bûye. Di pirtûkê de bi giþtî 1218 pirs hatine pirsîn û bersivên wan hatine dayîn, bi vî awayî dîroka kurdan hatiye pêþkêþ kirin. Rêbaza pirtûkê cihêreng e, bi kurtahî bersivdayîna pirsan jî dike ku xwendevan hêsantir bixwînin û hînê dîrokê bibin. Nivîskarê pirtûkê Jîr Dilovan armanca amadekirina pirtûkeke wisa bi van gotinan aniye ziman: "Armana min bi vê pirtûkê ev e ku zarok, ciwan, pîr û kolên kurd ji dîroka xwe agahdar bibin û li van nirxên xwe xwedî derkevin." Û wekî arcam duyem jî Dil ovan ev tiþt anîne ziman: "Armanca min a din ev e ku ev pirtûk ji bo xwendevanên kurd ên ji dibistana destpêkê heta bi zankoyê, bibe amûreke alîkar a waneyên dîrokî."Û hin pirs û bersiv ji pirtûkê: - 42- Yekem nivîsara ku li ser kurdan hatiye nivîsandin kîjane, kê u kengê nivîsiye? Yekem nivîsara derbarê kurdan de pirtûka bi navê Anabasîs (Vegera Deh hezaran) e. Ji aliyê Ksenophon ê Yewnanî ve B. Z. di sala 400-401'ê de hatiye nivîsandin. - 59- Dewleta Eyûbî dewleteke çawa bû? Digel ku padîþahê wê Selahadîn Kurd bû, gelek fermandar û artêþa wî ji kurdan pêk hatibû, ne dewleteke kurd bû. Dewleteke Îslamî bû. - 83- Encama þerê Çildêranê çi bû? Bi alîkariya kurdan, di þerê Çildêranê de, Þah Smayîl ê Safewî têkdiçe. Text û taca wî dikeve destê Osmaniyan. - 124- Sînorên Mîrîtiya Botan Bedirxan Beg Kurden bûn? Li Rojhilat ji sînorê Îranê, li Rojava heta bi nava Mezopotamya, ji deriyê Amedê heta bi Mûsilê dirêj dibû. - 437 - Seyîd Nisa daxwaza çi ji Alpdogan dike? Seyîd Riza dixwaze ku zagona derbarê Dêrsimê de rakin, rêveberiyeke Dêrsimê ya giramgir pek bînin ku mafên kurdan ên taybet û neteweyî nas bikin. - 817 - Barzanî ji bo çi diçe paytexta Çekoslovakya Pragê? Ji bo hevdîtinên xwe yên derbarê vegera Iraqê de pêkbîne, diçe Pragê. - 1020 - Di nava Kurdan û Bexdayê de kengî peyman çêbû? Piþtî hewldanên ku sê heyvan berdewam kirin, Mele Mistefa Barzanî û Sadam Hiseyn peymana 11 Adar 1970'yan, li Nawpirdanê li hundirê dibistana biçûk îmze kirin. Û pirsên din ên bi vî rengî. Her wiha di dawiya pirtûkê de hin wêneyên li ser þexsiyetên dirokî jî hatine pêþkêþ kirin. Ji Pêriyê pirtûkeke bi soranî Pirtûkeke din ku ji Weþanên Pêrî derket pirtûka dîroknas, wêjevanê kurd Ela’edîn Secadî ye. Pirtûka ku bi tîpên latînî û bi soranî bi navê "Riþtey Mirwarî" hatiye çapkirin, piþtî "Hewênî Sema" ya Sîrwan Rehîm duyemîn pirtûka bi soranî ye ku li Tirkiyeyê çap dibe. Pirtûka Ela’edîn Secadî "Riþtey Mirwarî" ji aliyê Memê Mala Hine ve ji alfabeya erebî ji bo ya latînî tîpguhêziya wê hatiye kirin. - Bi pirs û bersivan dîroka kurd û Kurdistanê/ Jîr Dilovan / Weþanên Pêrî / 258 rûpel - Riþtey Mirwarî / Ela’edîn Secadî /Weþanên Pêrî / 736 Rûpel |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Împaratorî û Dewletên Kurdî /BZ.4000-1991 | Albatros | Dirok | 6 | 31-01-2008 05:07 PM |
| Adarname | tubiranes | Çandi Giþti | 1 | 01-11-2007 10:58 AM |
| Ji bo qedirgirtina 70 saliya Kurdzan û nivîskarê qedirbilind | heci | Çandi Giþti | 0 | 23-10-2007 09:33 AM |
| Xwîþk û birayên delal, | bervan21 | Dirok | 0 | 03-10-2007 12:22 AM |
| Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsine | nisan | Dirok | 0 | 25-05-2007 12:49 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.