|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Ciwanên zanîngehê yên Mexmûrê şanoya Destana Derwêşê Evdî û Edûlê lîstin
Ciwanên zanîngehê yên Mexmûrê li Salona Çandê ya Hewlêrê şanoya Destana Derwêşê Evdî û Edûlê lîstin. Lîstik eleqeyeke mezin dît. Koma Banga Rojê ya Çand û Hunerê ku ji aliyê ciwanên zanîngehê yên Mexmûrê ve hatiye damezirandin, li Salona Çandê ya Hewlêrê Destana Derwêşê Evdî û Edûlê lîstin. Lîstik ji aliyê xendekarên Zanîngeha Seleheddîn ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin. Bernameya çandê nêzî du saet berdewam kir û koma muzîkê ya Koma Banga Rojê ya Çand û Hunerê ku ji 25 kesî pêk tê, konsereke kin da. Paşê bi zaravayê soranî şanoya Destana Derwêşê Evdî û Edûlê lîstin. Lîstik di nav temaşevanan de bû sedema hestyariyeke mezin. Ji beşdarvanan Şêr ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye diyar kir ku lîstik gelek serkeftî bûye û weha got: ”Di rastiya xwe de, çanda şanoyê li Başûrê Kurdistanê gelek lawaz e, ev rastî me diêşîne. Em hêvî dikin ku çalakiyên civakî yên mîna şano û sînemayê bêtir bêne li dar xistin. Xwendekarên Mexmûrî di lîstikê de gelek serkeftî bûn. Ez li ser navê xwe, koma şanoyê ji dil û can pîroz dikim.” Mamosteyê Koma Banga Rojê senarîst Hawar Gabar diyar kir ku wan vê lîstikê di nav bêderfetiyên aborî de lîstine lê ji bo lîstikeke baş derkeve, çi ji destê wan hatiye kirine. Gabar weha berdewam kir: ”Ez hêvîdar im mêvanên me jî lîstikê ecibandibin. Em ê van xebatên xwe bidomînin û di rojên pêş de jî, em ê lîstika xwe ya bi navê ”Namûs”ê pêşkêş bikin.” Lîstikvanên Koma Banga Rojê jî dane zanîn ku ew dixwazin Şanoya Destana Derwêşê Evdî û Edûlê, li bajarên din ên Başûrê Kurdistanê jî bilîzin û kar û xebatên xwe jî hîn berfirehtir bikin. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| derwêşê Evdi ve Edulê destanı... | Mirza | Hikayeler Efsaneler | 29 | 29-04-2008 02:23 PM |
| Klama Dewrêşê Evdî | MÊVAN | Kürtçe Lyrics | 28 | 29-01-2008 09:44 PM |
| Xwendekarên kurd di bin zordariya nijadperestiya tirk de ne | PCkopat | Beşa Rojane | 0 | 29-10-2007 04:49 PM |
| Derwêşê Evdî wedigere welate xwe | MÊVAN | Şano (Tiyatro) | 1 | 11-05-2007 02:21 PM |
| Derweşê Evdê Modern Tiyatroyla Calandı | Harun_Yolcu | Sınırsız Muhabbet Burada | 5 | 01-12-2006 11:22 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.