|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Gola Wanê ku bi 125 kîlometreyan dirêjiya xwe gola herî mezin a Kurdistanê ye,ji rengê xwe yê şîn ku mirov jê têr nabin..Zêdetir,van rojan bi qirêjiya xwe di rojevê de ye. Gola bi masiyên Încî Kefalî ku tenê di gola Wanê de hene deng daye, niha bi bermayiyên kanalîzasyonê yên Şaredariya Wanê û yên derdorê tê pîskirin. Di van rojên dawî de çopa ku di encama bayê de, bi pêlên avê re derketiye qeraxa golê, rewşa golê radixe ber çavan. Şaredarê Wanê Burhan Yenîgun, îdia dike ku ava golê her tim paqij e. Serokê Komeleya Derdorê (ÇEV-DER) ya Wanê Îbrahîm Şahîn jî, destnîşan kir ku ji qirêjiya golê Şaredariya Wanê û Walîtiya Wanê berpirsiyar e. TEDBÎR NAYÊ GIRTIN Serokê ÇEV-DER'a Wanê Îbrahîm Şahîn, bal kişand ku ava tevlî Gola Wanê dibe, nayê islahkirin û tesîsên safkirinê yên heyî jî,nayên bikaranîn,lewre qirêjî zêdetir bûye. Şahîn,daxuyand ku yek ji mîrateya dîroka cîhanê Gola Wanê bi tunebûnê re rû bi rû maye. Şahîn, derbirî ku pêwîst e rayedar tedbîrên lezgîn bigirin û bang li walîtî û şaredariyê jî kir ku pêdiviya zagonên derdorê bi cih bînin. Şahîn, diyar kir ku li gorî rapora ji aliyê Komîsyona Derdorê ya Şaredariyê ve hatiye amadekirin, li Wanê sedî 40 ava kanalîzasyonê tevlî ava golê dibe û wiha got: "Ji bilî vê jî, ji navenda bajêr gelek newal ber bi golê ve diherikin.Ev avên hanê bi xwe re qirêjî û çopê dibin golê.Şaredarî her carê dibêje 'Me bi bêjingê qirêjî asteng kiriye'. Lê ev yek nebes e. Ji bo ku gol neyê qirêjkirin, pêwîst e tesîsên safkirinê têkevin faaliyetê û tesîsên safkirinê yên nû werin vekirin. Wekî komele berî niha jî gelek caran me kampanya dan destpêkirin. Li hemberî vê yekê bangawaziya me ji bo hemû kesî ew e ku bihîstiyar bin. Bi taybetî jî banga me ji bo parlementerên ku Wanê temsîl dikin û çûne Meclîsê ew e ku werin bibînin û bi lez têkevin nav tevgera çareseriyê.” Bu mesaj en son " 20-10-2007 " tarihinde saat 10:32 PM itibariyle Aynuréé tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Behra Wanê ..... Fotoğraflarla Van..... | Mirza | Duvar Kağtları, Fotoğraflar | 79 | 21-08-2008 07:10 PM |
| Hayalet 65'e armağanımdır(şıvan perwer-Behra Wanê) | bendelal | Kürtçe Lyrics | 6 | 23-05-2007 07:44 PM |
| Sûreta Yûnus | berxwedan | Kur'an-ı Kerim | 0 | 03-04-2007 12:30 PM |
| Sûreta E'raf li Mekkê hatîye hînartinê û 206 berate ne. | berxwedan | Kur'an-ı Kerim | 1 | 03-04-2007 12:23 PM |
| Sûreta Alê Î’mran | berxwedan | Kur'an-ı Kerim | 1 | 03-04-2007 12:19 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.