|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hevpeyivîna el Cezire li gel Nêçîrvan Barzanî Duh êvarê di kanala televizyona erebî êl Cezîre de hevpeyivînek li gel serokwezîrê Kurdistana azad Nêçîrvan Barzanî hat kirin. Em temamiya vê hevpeyivînê pêþkêþî xwendevanên Netkurdê dikin. Peywendiyên herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê - Em ji Îranê destpê bikin. Midetek berî nuha Îranê deriyên sînorê xwe yên li gel herêma Kurdistanê daxistin. Piþtî hin gotûbêjan li gel Tehranê ev derî hatin vekirin. Rastiya wan sedeman çi ne ku wiha li Îranê kir ku ew wan dergehan daxe û piþt re jî veke? - Li gor me ne wiha bû ku tu sedemek ji bo girtina wan mêvanên Îranî ji bal amerîkiyan li Silêmaniyê hebe, bi taybetî ku ji bal parêzgarê Silêmaniyê hatibû vexwendin. Piþt re ji bo me diyar bû ku ew tuhmetên tên xistin stuyê girtiyê îranî ku navê wî Ferhadî ye, azadkirina wî ê zehmet be. Peyama me di vê bareyê de gelek eþkere bû; destgîrkirina vî berpirsiyarî ne di berjewendiyên me û yên îranî de bû. Di warê aborî de Îran salane qasî yek milyar û du sed, heta sê sed milyon dolaran alavên bazirganiyê diþîne Kurdistanê. Ew ê ku ji Kurdistanê ji Îranê re tê þandin li gor danûstendina bazirganîya herdu aliyan gelek kêm e. Bi ditîna me, ya ku rûda tesîra wê ya mezin li ser aboriya herdu aliyan dibe, bi taybetî jî di dema nuha de. Loma jî nedibû ku îran bi vî awayî tevbigere û deriyên sînorên xwe dabixe. Me hewl da em gotûbêjan li gel Îranê bikin, bi vê mebestê me heyet þand û me ji wan re got û wan jî qenaet bi me kir ku meseleya Ferhadî li dervayî kontrola me ye, di jêr kontrola amerîkiyan de ye. Li gor me, piþtî bihîstina wan tohmetên ku ji bal amerîkiyan tên xistin stuyê wî, azadkirina wî gelek zehmet e. Piþtî danûstendineka gelek a navbera me û îraniyan, wan dergehên sînor vekirin wek we li kanalê El Cezîre jî dît. Piþt re me biryara pêkanîna komîteyeka hevbeþ da ji bo ku em di nêzîktirîn derfetê de pirsgirêkên ser sînor vekolin, çi li ser asta emnî û çi li ruyê aborî. - Car bi car Îran gilîyê çalakiyên Partiya Jiyana Azad (PJAK) dike. Ew dibêjin ev partî û çekdarên wê ji axa Kurdistana Iraqê çalakî li dijî Îranê encam didin. Rastiya vê pirsê çiye? Hûn dikarin çawa herêma Kurdistana Iraqê ji vê pirsgirêkê xelas bikin? - Tu rastiyê bêjî, çalakiyên PJAK-ê yên li ser sînor kêm in, piraniya çalakiyên wê di hundurê axa Îranê de ye. Em wek hukumeta herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê li ser wêprensîbê ne ku nabe axa Kurdistana Iraqê û axa Iraqê ji bo êrîþkirina ser welatên cîran bên bikaranîn, îja ev çi Îran be, çi Tirkiye be, çi dewleteka din. Em bi wê prensîbê ve bestî ne û bi hemû hewlê berdewamiyê didin ku axa me li dijî Îran neyê bikaranîn. PJAK beþek e ji Partiya Kakrkerên Kurdistanê. Rastiyek jî derbareyê PJAK-ê de heye ku ew jî ew e, îraniyan bi xwe di destpêkê de piþtgiriya vê partiyê kir. Pirsgirêk ne ji me de ye, lê ji nav Îranê bi xwe tê. Îranê di destpêkê de alîkariyeka mezin pêþkêþî vê partiyê kir. Îro jî ev partî ji bo Îranê bû pirsgirêk. Di vî warî de em ne berpirs in, lê em li ser wê prensîbê bi israr in ku neþê axa me ji bo lêdana van welatan û li dijî wan bê bikaranîn. Hevahengiya me jî li gel Îranê ji bo nehiþtina têkçûna peywendiyên navbera herdu aliyan ji ber sedemên van grûban berdewam dibe, çi li ser herêmên sînor, çi jî li her cihekî din be. Peywendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê - Em bên ser peywendiyên li gel Tirkiyeyê. Tirkiye jî nerazîbûnên xwe li hember çalakiyên PKK nîþan dide. Di dema nêzîk de jî gelek pevçûn di navbera orduya Tirkiyeyê û çekdarên PKK de li nêzîkî sînorê herêma Kurdistana Iraqê rû da. Zêdebûneka berbiçav jî di hejmara kuþtiyan û operasyonên eskerî de heye. Helwesta we li ser giliyên berdewam ên Tirkiyeyê yên li ser vê xalê çi ne? - Îja ger em behsa Tirkiyeyê jî bikin û behsa peywendiyên li gel wan jî bikin, em her eynî tiþtî tekrar dikin ku em wek hukumeta herêma Kurdistanê li dijî wê ne axa me û axa Iraqê li dijî dewleteka cîran (hevsû) bê bikaranîn. Hin tiþt hene ku dikare bi gotar û helwest teebîr lê bê kirin, lê rastiyên ku nayên guhertin jî hene. Di derbarê PKK-ê de, ev partî ev ji midetê 20 salan zêdtir e li hemberî Tirkiyeyê di þer de ye. Li vir pirs ew e: encama vî þerî çi bû? Cudatiya navbera têgihîþtina me û Tirkiyeyê, yan jî xala cuda ya navbera me ew e, ev pirsgirêk bi ceng û þer nayê çareserkirin. Ev tenê xala cuda ya navbera me û Tirkiyeyê ye. Me di demên buhurî de alîkariya Tirkiyeyê kir, em li gel wan baþdarî þerê li dijî PKK-ê jî bûn. PKK ne tenê ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk bûye. Gelek pirsgirêk ji bo me jî durustkirin. Me alîkariya Tirkiyeyê kir û di wî þerî de me bêtir ji 3500 þehîd û birîndar dan. Me heta nuha nekariye em li ser 450 gundên xwe yên ser sînor cîbicîbibin ji ber çalakiyên vê partiyê li ser sînor. Me fêde ji pirsgirêka PKK-ê wernegirtiye. Lê dîtina me ji bo vê pirsê ew e, pêwîst e li pey çareseriyeka siyasî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bê gerandin. Em bi kuþtina 13 eskerên tirk gelek xemgîn in ku di vê navberê de bi sedemê lihevxistinê hatin kuþtin, em vî karî mehkûm dikin. Li gor me ya ku rû da alîkariya çareserkirina pirsgirêkan nake. Çend xwîna zêde bê rêtin ew qas pirsgirêk aloztir dibin. Pêwist e sînorek ji bo vê tundûtûjiyê bê danîn û fikirkirineka cidî derbarê van pirsgirêkan ji bal Tirkiyeyê ve hebe. Pêwist e siyasetmedarên tirk dîtina xwe ya miamelekirina li gel vê pirsê biguherin û bîr li çareseriyeka nuh ji bo pirsgirêka PKK bikin. Li gor me pirsgirêk siyasî ye, lazim e çareseriyeka siyasî jê re bê dîtin. Eger me dît wan çareseriyên siyasî fêde nedan, wê çaxê em dikarin bi riyeka din çareseriya vê pirsgirêkê bikin. Ya ku em nuha dibînin PKK-ê amadeyiya xwe ji bo çareseriya siyasî nîþan daye. Loma pêwîst e em û Tirkiye û hemû alî hewla çareseriya vê pirsgirêkê bidin û çareseriyeka siyasî ji bo wê peyda bikin. Em dest di nav karûbarên navxwe yên Tirkiyeyê wernadin. Di mudetê 16 salên derbasbûyî de peywendiyên me yên baþ li gel Tirkiyeyê hebûn. Rat e gelek caran van peywendiyan têkilhevî û alozî, hilkiþiyan û daketin li gel xwe dîtinelê di encamê de Tirkiye di siyaseta xwe de ya li gel me ronî û þefaf bû. Ev þefafî ji bo me xwedan tesîreka pozîtîf bû. Di dema kampanyayên enfalê de Tirkiyeyê alîkariyeka mezin pêþkêþî me kir, her wiha mil bi milê amerîkayî û brîtaniyan alîkariyeka mezin da ji bo parastina herêma Kurdistana Iraqê. Tirkiye ji bo me cîraneka giring e, çi di demên buhurî de, çi nuha û çi jî di êbê de. Hukumeta herêma Kurdistanê di baþkirina peywendiyên navbera Tirkiyeyê û hukumeta herêma Kurdistanê de ciddî ye. - Ew peymana ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hat îmzakirin hûn wek hukumeta herêma Kurdistanê helwesta we çi ye di derbareyê peymana ewleyî de, bi taybetî di derbareyê wê maddeya taybetî ya ku behsa nerizayiya li hemberî PKK-ê dike. Ger ji Bexdayê yan ji Anqerê daxwaz ji we hat kirin ku li dijî PKK-ê hûn operasyonên eskerî bikin, li bakurê herêma Kurdistanê, hûn ê çi bikin? - Bi raya min diviya nunerê hukumeta Kurdistanê di nav wê þandeya iraqî de bûya ku çû Anqerê. Di hemû halan de û di encamê de tenê hukumeta herêma Kurdistanê ji sînorê navbera Tirkiyeyê û Iraqê berpirs e. Em careka din tekrar dikin li gor me ew ne pirsek e ku bi awayên eskerî bê çareserkirin. Yên ku bi awayekî waqiî bîr bi rewþa Tirkiyeyê û Iraqê dikin di wê baweriyê de ne ku ev pirs bi awayên siyasî bê çareserkirin, û diviya Iraq bi awayekî gelek cidîtir bîr bi vê meseleyê bikira. Ji vir nuha de jî em daxwazê ji hukumeta Iraqê dikin ku gava þandeyên wiha pêk tîne pêwîst e nunerê hukumeta herêma Kurdistanê beþdariyê tê de bike. Çinkî ew ê bîr bi rastiyê bike dizane peywendîya me bi vê meseleyê heye. - Li ser bombardumana tirkan û ya îraniyan ku ev çend meh in berdewam e, hûn wiha nabînin ku erîþê li ser asayiþ û seqamgiriya herêmê dike? Helwesta we li ser vê bomabardumanê çiye û hûn muameleyeka çawa li gel vê pirsê dikin? - Di rastiyê de, du awe bombardumankirin hene. Mixabin ku Îran di bombardumankirina Iraqê de kûrayiya axa Kurdistanê kiriye armanc. Me ji Bexdayê daxwaza helwesteka zelaltir kir, li hember Tirkiyeyê û Iranê. Çinkî Îraq welatekî xwedan serwerî ye. Em jî wek herêma Kurdistana Iraqê beþek in ji vê dewletê. Me dawe li Bexdayê kir û me tekrar kir ku pirsê ciddî werbigire û li gel Tirkiye û Îranê ji bo danîna hidûdekî ji vê bomaberdumana li navçeyan gotûbêj bike. - Helwesta Amerîkayê heta nuha ronî nîne. Li gor gelekan wiha ye ku muameleya Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê bibe lambeya kesk da ew bi hêzên serbazî daxilî nav herêmê bibe. Hûn helwesta Amerîkayê a li hember bombardumankirina Îran û Tirkiyeyê bi taybetî li dijî herêma Kurdistanê çawa dibînin? - Bi ya min divê Amerîka helwesteka ciddî ji Bexdayê bibîne da ku helwest werbigire. Gava Amerîka vê helwestê ji Bexdayê nabîne çawa helwesta wê hebe? Iraq welatekî xwedan serweriya xwe ye, Tirkiye û Îran wê bombarduman dikin, li Bexdayê jî tu giringiyek bi vê meseleyê nayê dayin. Ku em wê helwestê ji Bexdayê nebînin ew ê helwesta welatên din çawa be gelo? Bi dîtina min zeefa mezin ji Bexdayê tê. Peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê - Baþ e em behsa peywendiyên hukumeta herêma Kurdistanê ya li gel Bexdayê bikin. Demekê berî nuha çend pirsgirêk di navbera Bexda û herêma Kurdistanê de hatin meydanê. Pirsa maddeya 140-ê a destûra Iraqê heta nuha bi sistî tê cîbicîkirin, gelo ê di wexta xwe de bê cîbicîkirin yan na? Kurdan endîþe di vî awrî de heye. Her wiha aliyên iraqî jî… jê pêþtir, hun di qanûna petrolê ya Iraqê de gihîstin ku derê? Çend rexne jî di derbareyê wan girêbendên petrolê de hene ku ji bal hukumeta herêmê ve hatine îmzakirin. Hun çawa li van pirsan dinerin? - Di derbareyê pêþhatinên cibicîkirina maddeya 140-ê a destûrê de em dikarin bêjin ji bo me ciyê xweþhaliya herêma Kurdistanê bû. Me tu pirsgirêkeka ciddî li derbarê cîbicîkirina maddeya 140-ê de nîne. Rê û çûn û dirb ber bi arasteyiya xwe ta rast ve û li gor mekanîzmaya ku di destûrê de ji bo wê hatiye danîn diçin. Di vî warî de me gavên baþ avêtine û em berdewam dikin, di vî warî de tu giliyê me nîne. - Li gor te ew madde ê karibe di wexta ku destûrê diyar kiriye bê cîbicîkirin? - Hemû gavên ku ji bo cîbicîkirina maddeyê tên avêtin nîþan didin ku di dema diyarkirî de ê bê cîbicîkirin. Ya giring ji bo me ew bû gelo cidiyet di cîbicîkirina vê maddeyê de heye yan dixwazin piþtguh bikin. Em helwesta serokwezîr Malikî berz dinirxînin, ew pabend e bi cîbicîkirina wê maddeyê û em di vê bareyê de ciddiyeteka temam jî dibînin. - Qanûna petrolê gihîþt ku? Gelo sedemê mania vê maddeyê wek xwe hûn in yan Bexda ye? - Em li gel Bexdayê berî du salan li ser du qanûnan lihev hatin ku biçin encumena wezîran a Bexdayê. Li ser qanûnê me hemû terefan li hev kiribû, lê gava qanûn çû encumena wezîran, ji wê derê hat þandin þuraya dewletê. Wan karek tê de kir ku ne li gor taybetmendiyên wan bû. Diviya wan ji alî ziman ve lê binihêrtaya, lê wan di warê naverokê de midaxeleyê metin kir, karê wan ne ew bû ku ew idaxeleyî naverokê bikin. Wan di daxwiyaniyekê de ragihand ku ji alî dîtina siyasî wan guhertin tê de kirine. Mafê wan ê wiha tunebû. Çimkî me li serê lihevkiribû. Paþê qanûneka din hat meydanê, ew jî qanûna dabeþkirina hatinan e. Me li ser wê jî li Bexdayê lihevkir. Ew di encumena wezîran de jî temam bû, li serê lihev hatin bû. Mixabin sîstema kar li Bexdayê wiha ye ku ew nizanin me li ser çi lihevkiriye. Me wiha lihevkir ku qanûn biçe encumanê wezîran. Li nav encumenê wezîran û li nav parlamentoyê jî nizanin ku qanûn li ku ye. Ev pirsgirêka me ya serekî ye li Bexdayê. - Gelo sedem ev bû ku ecele hat kirin ji bo derxistina qanûneka taybet a herêma Kurdistanê di derbarê petrolê û çavkaniyên suruþtî de ku parlamentoya Kurdistanê ew qebûl kir? - Na xêr bi vacayî, me gelekî çaveriya Bexdayê kir, fiþareka mezin li ser me hebû, li ser min bi xwe jî fiþareka mezin hebû ji bo hinartina qanûnê ji bo encumena wezîran. Ez mideteka yek car zêde li benda Bexdayê mam, min tu bersiv nedî. Em nikarin li paboka wê bin Bexda çi dike em jî mecbûr bin ew qas gav bavêjin. Biryar wiha bû heta meha 5-ê yan 6-ê her tiþt li Bexdayê bê çareserkirin. Lê Bexdayê tu tiþt nekir. Loma me qanûna xwe þand parlamentoyê, xweþbextane parlamentoya Kurdistanê dengda vê qanûnê û nuha ji bal me ve jî tê cîbicîkirin. - Em werin ser wan girêbestên ku we li gel çend þirketên biyanî yên petrolê îmza kir. Bexdayê rexne li vê gavê girt, heta gihîþt wê dereceyê kuwezîrê petrolê yê Iraqê êrîþ li wan þirketan bike ku li gel herêma Kurdistanê kar dikin. Gelo ev gav kartêkirinê li ser van girêbestan dike? - Eger me bawerî bi wê anî ku sîstema hukum li Iraqê federalî ye û destûreka me heye ku nêzîkî %80-yê xelkê Iraqê deng dayiyê, maneya wê ew e ku li herêma Kurdistana Iraqê ya me kiriye cîbicîkirina vê destûrê ye ku li Iraqê hemuyan deng ji bo wê daye, ne kêm ne zêde. Li gor van girêbestan bi rêjeya %17 berhema petrolê ji bo me ye yê din ji bo parêzgehên din ên Iraqê dibe. Baþ e ku em dibêjin ev berhem ê bi ser hemû Iraqê de bê dabeþkirin, û rêjeyek ji bo me ye, me negotiye hemû ji bo me ye, ji bo çi ev hemû pirsgirêk ji bo me tê durustkirin? Me got ji% 17-ê hemu wê nefta ku tê firotin ji bo hukumeta Kurdistanê dibe. Gelek kes hene dixwazin hemû karûbaran li Bexdayê birêve bibin û tenê Bexda biryar li ser hemû tiþtî bide. Ew dewran nema û çû. Ez tenê pirsekê dikim: Ji bo çi mesele ew qas tê mezinkirin, di demekê de sîstema federalî di meseleya petrolê de bikar tê? Ez behsa nimûneya federaliya biyanî nakim, behsa dewleteka dûr nakim. Em behsa dewleta îmaratê bikin ku nêzîkî me ye. Ew dewleta erebî ezmûneka (tecrubeyeka) serkeftî ye, baþ ev ezmûn ji bo çi li Iraqê bisernekeve? Ji bo çi Bexda dibêje qey ew kare ji me çêtir kar bike. Me tecrubeyeka 16 sal a hukum li Kurdistana Iraqê heye. Raste rewþa me ji parêzgehên din ên IraqÊê cuda ye. Me di 16 salên buhurî de ji bo dinyayê îsbat kir ku em dikarin xwe birêve bibin, destûra Iraqê jî wê desthilatê dide me. Federalî baþtirîn çareserî ye li Iraqê - Em bên ser biryara senatoya Kongreya Amerîkayê ku we xweþaliya xwe ji bo wê diyar kir. Hinek kesan wiha þirovekir ku ev biryar ê bibe sedemê dabeþbûna Iraqê. We jî biryar wek dubera pêkanîna Iraqê li ser bingehê federalîzmê wesif kir. We hem wek hukumeta herêmê hem jî wek serokatiya Kurdistanê vê fikra xwe eþkere kir. Endîþeya ereban jî ew e ku kurd bi vê helwestê havênê cudabûnê davêjin. Rastiya helwesta we di derbarê vê biryarê de çi ye? -Me divê em li gel Iraqê de bin ku baweriya wê bi demokrasiyê, federaliyê û mafên mirovan hebe. Me divê em li gel Iraqê bin lê ne li ser bingehên kevn. Ji ber sîstema derbasbûyî ya Iraqê çi bi serê me de hat û me çi dît? 5 hezar gundên wêran, 182 hezar enfalkirî, bomabardumana kîmyayî li Helebçe û navçe û cihên din. Van hemû wêranîyan li Kurdistanê rû dan. Di encamê de gelo mefê me tune em bi dîtineka bi endîþe, tirs û dudilî seyra Bexdayê bikin? Birînên me ew qas kûr in ku wiha li me dikin tenê em bi guhertineka bi rejim razî nebin, tenê ev, birînên me derman nake. Gava em behsa federaliyê dikin me divê ewa ku berê rû da tekrar nebe, felaket tekrar nebin. Eger ewa ku em daxwaz dikin hat bicîhanîn, di berjewendiyên kurdan de ye ku li gel Iraqê bimînin. Bi taybetî bi berçavkirina rewþa cografî ya herêma Kurdistanê, derdikevde ku di berjewendiyê kurd de ye ku di çarçeweya Iraqê de bimîne. Ji bo çi me piþtgirî li wê biryara ku niha ji bal senatoya Amerîkayê ve hatiye dayin kir? Ewa ku li ba dewletên erebî û li ba medyaya erebî tê gotin bi temamî ji rastiyê, waqiîyetê dûr e. Ev biryara taze çareseriyeka waqiî ya wan pirsgirêkan dike ku niha li Iraqê hene. Em ji bo çi pirsgirêkan ji hev veþêrin? Gelo pirsgirêk li Iraqê tunene? Belê gelek pirsgirêk li Iraqê hene, þer li Iraqê heye, eger navê þerê navxwe lê hatiye danîn ji ber yek sedemê yê, çimkî li gelek deveran têkelî di navbera pêkhateyan de nîne. Iraq ji berê de di bingehê xwe de welatekî dabeþkirî ye, þîe li baþûr û sunne li navendê û kurd jî li bakur hene ji bilî tirkman, asûrî û kildanan. Ev suruþta cografî ya Iraqê ye Loma jî em wê biryara nuh wek pêþniyereka waqiî ya ji bo êbêya Iraqê û binbirkirina derdûkulên Iraqê dibînin da em karibin bi hev re û li ser bingehê þefafiyetê bijîn. Yên ku welê dizanin ku tenê bi hukumê li Bexdayê û bi kontrola wê her tiþt ê bi rê ve biçe ew þaþ çuye û dewraneka wiha nemaye. - Gelek rexne li kurdan tê girtin ku wan karibuye dengê xwe bigihîne cîhana rojava, ev cîhan jî bi wî awayê ku kurd dixwazin di pirsgirêkên kurdan digihên, lê aliyên kurd heta nuha wiha tê digihê ku aliyê ereb bi kêmûkurî di pirsgirêkên kurd digihê. Hûn pirsgirêkê di ku de dibînin, gelo kêmûkurî li alî kurdan e ku heta nuha nekaribuye doza xwe bigihêne kûrayiya erebî û îslamî, yaxud kêmûkurî di kûrayiya ereb û îslamî de ye ku nekaribûye weka ku hûn dixwazin li pirs û pirsgirêkên we bigihên? - Ev zêdetir vedigere ji bo ereban. Welê diyar e ku ew naxwazin li rastiya pirsgirêka kurdan bigihên. Dibe di kurdan de jî ev pirs heye. Dibe ku me nekaribuye em di asteka pêwîst de rastiyên pirsgirekên xwe, dengê xwe bigihînin dunya ereb. Ya ez dizanim medyaya erebî di vê pirsê de kêmtirxemiyên serekî dike. Medyayên erebî û kanalên satelît ên ereb dikarin roleka bitesîrtir bilîzin ji bo nasandina doza me bi cîhanê. Bi kurtî ya me pirseka adilane ye, pirsa gelekî ye ku bi dirêjayiya mêjûyê zilm lê hatiye kirin ji mafên xwe bêbeþ bûye û di bin duruþmên ”em bira ne”, û ”em misilman in” herçî xerabiya ku heye li hemberî me hatiye kirin. Îro ne tenê karê Bexdayê ye ku birînan derman bike û bipêçe, bi baweriya min ev erka hemû welatên ereb e û her erebekî ye ku bivê di derdê gelê me bigihê. Miletê me wek ereb misilman e, pirraniya gelê me sunnî ye, me bi daxwaza xwe dînê îslamê hilbijart û gava em bala xwe bidin radeya bawerkiran eger ji radeya welatên ereb ne pirtir be ne kêmtir e. Îja ji bo çi ereb hemû wan miþterekiyên me bi nav nake û ji bo çi di helwestên wan de pêþkeftin peyda nabe? Ew berdewam tometan dixin hustuyê me; em têkder in, cudaxwaz in, plangêr in li dijî ereb. Ev têgihîþtin wê dixwaze ku medyaya erebî zêdetir ber bi vê meseleyê de bibizive û nêzîkî di navbera me de durust bike. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Bîranînên Yevgenî Prîmakov bi Mustefa Barzanî re | berxwedan | Çandi Giþti | 2 | 10-02-2007 03:17 PM |
| Mesut Barzani!! | Numberone | Biyografi | 1 | 31-01-2007 09:08 PM |
| Barzanî li Yekîtiya Sovyetê | berxwedan | Dirok | 3 | 25-12-2006 09:44 PM |
| Ber bi 11 yê adarê ve... | berxwedan | Dirok | 1 | 25-12-2006 06:48 PM |
| Jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî / Tevgera Mistefa Barzanî | berxwedan | Dirok | 2 | 13-12-2006 03:34 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.