|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Van akademîsyenên swêdî, vê carê jî roja 9’ê îlonê 2007’ê, Goran Candan’î vexwandibûn vê kombûna xwe ya îsalîn. Goran Candan ku 15 sal li dibistanên Stockholmê wek mamosteyê zimanê kurdî kar kiriye, ji vê koma akedemîsyenên swêdî re li ser TÊKOÞÎNA ZÝMAN û NASNAMEYÊ semînerek amade kir. Goran Candan grîngtirîn mijara vê semînerê bi du xalan hanî ser ziman: 1- Projeya Avakirina Pirtûkxaneyek Kurdî li Amedê. 2-Li Swêdê vekirina Dibistana Serbixwe ya Kurdî (Kurdiska Friskolan). Li dawiya semînerê Goran Candan helbestek kurdî ya bi navê Dêrik ji akademîsyenan re xwand. Semîner wisan derbas bû: Destpêk Piþtî 25 salan ez vegeriyam bajarê xwe ya ku ez lê hatime dunyayê: Diyarbekir li biniya Çiyayê Qerec û çavkaniya çemê Dîcleyê. Ji wî bajarê Diyarbekra kevin tiþtek li ser piyan ne mabû. Dema zaroktiya min, bajar pir pak û rind bû. Lê î roj bajarê Diyarbekrê tev hatiye xirapkirin. Her çend ku çakkirina (restorasyona) wê bedena nadîde ya Diyarbekrê dest pê kiribe jî, her çend ku çakkirina þop û bermayên din ên mêjûyî hatibe destpêkirin jî, her çend ku wan xanî û avahiyên bê ser û bin mazin hatibin lêkirin jî, bajarê Diyarbekrê bi van tevdîran na yêt ser xwe. Li ber çavê min wisan dixuye ku bajêr ber bi xirapbûnê ve dihere. Diyarbekir êdî ne ew Diyarbekra þên û geþ e. Bîr û hizrên min ên herî pêþî ku min bi vê dîtina piþtî van 25 salan kir, mixabin ev bûn. Bi min pirr dijwar hat ku ez piþtî bi rûberbûna van tevliheviyan bibêjim ku ev bajar ew þûnewar e ku þaristanî jê zaye. Ew buhuþta windabûyî û derhatî Kurdistan ew welat e, ku xweþtirîn nan û þerabê, þîrîntirîn avê û wan fêkî û sebzeyên destanî dide me. Tiþtê ku guhertinên jeolojîk liv î welatî ni karibûye birûxîne, zilm û bêsexîtiya desthilatdariyan tev rûxandiye. Ew tiþtên ku ji ber þerkarî û þerrûtiya ku li ser vî welatî xirap bûne, ew jî çîrokek tenê bi serê xwe ye. Lê belê li hevberî vê jî gava mirov li hênikiya ber bi êvarê, li bin wan pelên dara ên mêwên li xana servekirî ya li Çil Dergûþ’ê, ku li biniya Diyarbekrê, li herêma Bakurê Mezopotamiyayê ye dirûne û gava bayek hênik li ruyê mirovî dikeve, Lê belê gava ku mirov ji ew badeya ku bi zanebûnî û toreya bi hezaran salan ji kûrahiya erda xêrûbêr a Mezopotamiyayê hatiye çêkirinê diqurtîne, Lêbelê gava ku mirov pariyek ji wan mezeyên li nav sênîkên bêjimar dike di devê xwe de û ji ber tahm û xweþiya van xurakan demaxê mirovî cejn li ser cejnan dibîne. Lê belê gava ku helbestvan bi wê dengê xwe yê tarî helbestek rojhilatî li ser vê sifreyê dixwîne, hingê mirov xwe bi rastî jî xwe wek li buhuþtê be hîs dike. Ji xwe mirov li buhuþta xwe ye hingê. Kurdistan ew welat e ku erda bi xêr û ber a her du çemên Ferat û Dîcleyê li vê cografya guzîde ye. Piraniya erda hîvika bi xêer û bêr (fertile Crescent) dikeve nav cografya Kurdistanê. Ew welatê xweþik û ciwan Kurdistan bi xwe ye, ku pirî caran ew bi navê Dergûþa Þaristaniyê dihêt levkirin û gotinê. Her wisan jî dergûþa gelek olan bi xwe ye. Hem spartekên mêjûyî yên cihêreng û hem jî encama lêkolînên arkologîkî yên kevin û nuh vî welatê wek þûnewarê Baxê Îrem (Eden) destnîþan dikin. Em bi alîkariya van spartekên zanistî yên li ser vî welatî, î roj bêhtir bawerî bi wêjeya sumeran û çîrokên Încîlê dihênin. Zimanê kurdî Mirov dikare wan zimanên ku li Rohilata Navînê dihêne peyivtin, bike sê beþ û hevgirêdana van her sê beþan jî bi çi awayekî bi hev re nîn e. * Zimanên semîtî, wek ibranî û erebî. Zimanê aramî jî dikeve nav beþê zimanên semîtî. Zimanê semîtî li serdema Antîkê zimanek pirr ê mazin bû û ji hêla pirr mirývan ve dihat peyivtinê. * Zimanê tirkî. Zimanê tirkî bi penaberên dagîrker ên vê dawiyê ji Asya Naverast hatiye herêma Rohilata Navînê. Li serdema sala 1000’î, van dagîrkerên asyayî bûbûn desthilatdar li ser Ecemistanê (Persia). Paþê van tirkan împaratoriyek li Asya biçûk li Anatolyayê ava kirin, ku li vê herêmê grekî dihat peyivtin û dibin destê grekiyan de bû. Tirkî î roj zimanê nêzîkê nîvê þêniya Tirkiyê ye. Azerbeycaniyên li bakurê roavayê Ecemistanê (Îran) û li Baþûrê Federasyona Rûsyayê ne, bi zimanê tirkî dipeyivin lê ew bi xwe ne tirk in. Zimanê tirkî li ser zimanê farisî, erebî û kurdî ava bûye. Em vê ji gelek peyvikên ji van zimanan ên li nav zimanê tirkî baþ dibînin û fêm dikin. * Zimanên îndoewrûpî. Li nav vê beþê zimanê ermenî û çend zimanên aryanî (îranî) hene. Wek kurdî, farisî (’îranî’) û belûcî. Pêwendiya malbatî yan van zimana bi zimanê îndo ewrûpî ve heye Peyvýka Îndoewrûpî li sedsala çûyî gava mirov dît ku di navbera zimanê kevin ê hindistanî, grekî û latînî de hevgirêdanek heye, hat avakirin. Her bi vî awayî mirov dikare hevgirêdanek di navbera zimanê kurdî û zimanên li Ewrûpa dihêne peyivtin bîbîne. Mirov pir bi hêsanî dikare li zimanê kurdî û li nav zimanên ewrûpî reh û kokên wekhev bibîne. Ev wekhevî herî pêþî li peyvikên hejimarê, li peyvikên pêwendî û hevgirêdanên malbatî, andamên laþî û li navên heywanan, hene. Nimûne: Kurdî Hevgirêdana navbera zimanê kurdî û zimanên ewrûpî, herî berpêþ, li nav nexþa avahiya zimanî heye. Rêzika peyvikan û tewandina peyvikan li zimanê kurdî û swêdî, almanî û frensî hinek ji hev cuda ne. swêdî înglîzî,almanî,frensî Tu, to du Thou, du, tu Dû två two, zwei, deux Neh, no nio nine, neun, neuf Biro ögonbryn eyebrow,brof Didan tand tooth,zahn,dent Pê fot foot, fuss, pâ Lêv läpp lip,lippe, lippe/lèvre Bira bror brother, Bruder, frère Dot dotter daughter, Tochter Girtin gripa, ta greifen Ne nej, inte no, not,nein, ne,non Nû, Niwê, Newe ny new, now, neue Ku, ke att, som que Zext û zora ku Tirkiye li ser zimanê kurdî dike Kurd xwedî zimanek in û zimanê wan ê kurdî di nav malbata zimanên îndo-ewrûpî de cî digire. Lê mixabin ku divê kurd her car vê rastiyê divê destnîþan û bi lêv bikin. Kurd rast li gengeþî û propagendeyên dijwar rast hatine. Ji ber vê yekê pirr ji mirovan wisan dizanin ku kurd ne xwedî zimanê axiftin û nej î yê nivîskî ye. Kurdî zimanek pirr ê dewlemend e ku di zimanê kurdî de mirov merem û mebestan pirr ê caran bi riya wêneyî jî dikare bi lêv bike. Hîs û perwazên giyanî bi þêweyek helwêstî dihêne ser zimên. Berî herî her tiþtî zimanê kurdî bi sexbêriya zimanê xwe yê axiftinê dewlemendtir bûye. Gencîneyek gelek dewlemend a çîrok, biwêj û gotinên pêþiyan di kurdî de cihê xwe girtine. Her wisan zimanê kurdî zimanek wêjeyî ye jî. Piþtî ku Ehmedê Xanê li sedsala-1600’î berhema xwe ya helbestî Mem û Zîn (destana millî ya kurdan) nivîsî, li nav civata kurdî gulîstanek berfireh a wêjeyî dest pê kir. Î roj ji ber zext û zordariya Tirkiyê ya li ser ziman û wêjeya kurdî, piraniya kurdan ji vê kelepûra xwe ya milletî bêpar mane. Her çend ku Tirkiye li gor xwesteka xwe ya beþdarbûna nav civata YE xwe dilivîne jî, dîsan rê na de ziman û çanda kurdî ku bi serbestî û gerdenazadî were ber bi pêþ. Dewleta Tirkiyê ji sala 1920’î vir ve ye ku temamê welatiyên xwe dike tirk. Her çend ku spartekên mêjû û zaniyariyê nîþan dide ku zimanê kurdî û çanda kurdî her ji berê ve hebûye û î roj jî hebûna xwe parastiye, lê dîsan jî dewleta tirk ta van çend salên nêzîkî jî axiftin û nivîsîna zimanê kurdî qedexe û krîmînalîze kiribû. Gava Tirkiye ji ortografiya erebî çû ser sazûmaniya alfabeya latînî, hingê jî riya xwegihandina ser çanda mêjûyî ya kurdî, ji bo gireseyên berfireh ên gelêrî re asteng û winda kir. Þiyarbûn û ronesansa wêjeyî ya kurdî Li hevber sazûmaniya tirkî kurd pirr ê caran serî hildane – ji destpêka sedsala 1800’î ta roja î roj 29 caran. Þerê kurdan a îroyîn, herî pêþî ji bo mafê serbestî, wekhevî û demokratiya millî ye. Di vê têkoþînê de kurd dengê mafên xwe yên ji bo pêþvebirin û parastina ziman û çanda xwe bilindtir kirine. Gava nivîsevanê kurd Mihemed Emîn Bozaslan - ku ji mêj ve ye êdî li Swêdê dijî – sala 1968’î pirtûka Alfabeya kurdî li Stanbolê derxist, ev kiryar ji hêla dadgirê tirk ve wek kiryarek sûcdariyê hat nirxandin û beyankirin. Mihemd Emîn Bozaslan dibêje ku ’di vê beyanata dadgirê tirk de du xalên ku weke sûc hatibûn beyankirin, balkêþ bûn: 1- Zimanê kurdî pêþvebirin. 2- Ji bo xelkê kurd propagande û bangêþîkirin.’ Mirov dikare rewþa kurdan hinek biþibîne rewþa cihûyên di navbera her du þerên cîhanî de. Hin paralelên ji bo parastin û pêþxistina zimanê xwe yên di navbera van her du milletan de hene, ku pirr balkêþ in. Mirov dikare van her du dehsalên buhurî, wek salên hiþyarbûn û ronesansa zimanî û wêjeyî ya kurdî binirxîne. Nîvê duduyê ya salên 1980-yî Swêd di wêjeya kurdî de li dunyayê pêþeng bû. Ev ji ber vê yekê bû ku piraniya nivîsevan û rewþenbîrên kurd ji ber zext û zora neyarane ya cûntaya leþkerî hatibûn li Swêda serbest û azad bi cih bûbûn. Li dûriyê kurd ji bo ziman û wêjeya xwe xebatên hêja dest pê kirin. Piþtî zext û zora 80-salan li Tirkiyê, ronakbîr û çalakvanên çandî yên kurd dest bi xebatek tund û berfireh kirin. Ji rojên avabûna komara Tirkiyê li sala 1923’yî ta sala 1980’yî, li Tirkiyê lid or 9 pirtûkên kurdî hatibûn weþandinê. Dewleta yekperest û nijadperest li qanûna bingehînê jî bendên qedexekirina zimanê kurdî bi cîh kiribû. Axiftina zimanê kurdî li gor qanûna bingehîn hatibû qedexekirin û cezayên diravî li ser wan kurdên ku li þûewarên gelemperî bi kurdî bipeyivîyana dihat wergirtinê. Lê belê kurd lik u derê dunyayê dibe bila bibe, î roj berxwedanê ji bo doza ziman û çanda xwe dikin. Ji ber xwe amadekirina ji bo beþdarbûna nav YE, Tirkiye hin ji van qedexeyan sist kiriye. Ev ji bo kurdan dibe derfetek berçavî, ku ji bo serbestiya zimanê xwe yê zikmakî ya ku ta roja hevdem a î roj jî, ew navê ’zimanê qedexekirî’ li ser bûye, bixebitin. Piþtî ketina Seddam sala 1991’î, kurdên baþûr xwe gihandin derfeta serbetiyê û ziman û wêjeya kurdî li wir her rojên ku dihee pêþ ve diçe. Sala 1880 Elîezer Ben-Yehûda, (1858–1992) di nameyek de weha nivîsî bû: ’Heger em bi rastî jî hêviya rizgariyê dikin, heger me bi rastî jî hêviya milletbûnê ji dest ne dabe, hingê divê hiþê me gerek were ser wê riyê ku gava me xwe gihand vê hiþyarbûn û ronesansê, em dîsan bû millet.’ Ji ber ku Elîezer Ben-Yehûda dest pê kiribû yekemîn ferheng û pirtûkên dersê yên zimanê îbranî amade kiribû û weþandibû. Hingê amanc ew bû ku zimanek yekgirtî a ibranî yekemîn alternatîva cihûyan a ji bo nasnameyek serbixwe û sekular a cihûtiye were bi dest vehanîn. Berî Elîezer Ben-Yehûda zimanê îbranî, zimanek mirî wek zimanê latînî ya dêra katolîkî a lîturgî (beytên olî) bû. Elîezer Ben-Yehûda zimanê îbranî kir zimanek kêrhatî ji bo civatek hevdem û modern. Xebata ji bo serbestiya ziman û wêjeya kurdî ya hem li hundur û hem jî li derveyî welat, î roj xwe gihandiye radeyek pirr a watedar. SARA di vê têkoþînê de ciyê xwe digire Sara ji serî de hem wek weþanxane û hem jî wek avahiya ji bo belavkirina wêjeya kurdî ya bi riyek pîspor û profêsyonelî tevdigere. Sara sala 1987’ê hat damezirandin. Bi vê yekê ve Sara bû yekemîn pirtûkfiroþê kurdî li Ewrûpayê. Qada Sara’yê pêþemîn wêjeya kurdî ye û destê duwemîn jî wêjeya bi zimanê dinê ya mijar li serr kurd û Kurdistanê ye. Î sal 20 salên Sara’yê hat dagirtin. Þûnewarê Sara’yê li navenda bajarê Stockholmê ye. Sara di kar û çalakiya xwe de xwedî tora hevgirêdanek berfireh û mazin e. Sara di gel berhemên xwe, berhemên weþanxaneyên din ên kurdî belav dike. Î roj li arþîvxaneya Sara’yê ji ser 50 hezarî pirtûk, govar, rojname, kasêt, CD, VHS û yekîneyên din ên wêjeyî komê ser hev bûne. Sara hem li derve û hem jî li hundirê Kurdistanê xwedî mazintirîn kolleksîyona wêjeya kurdî ye. Armanca yekemîn a Sara’yê, belavkirina wêje, çand û zimanê kurdî ye. Di vê çalakiya mazin de, Sara’yê biçûk hin gavên grîng avêtine: Sara di domana van 20 salên çalakiya xwe de, li 8 navendên grîng ên wêjeyî û çandî ya cîhanî bi deh hezaran pirtûk û berhemên kurdî bi arþîvkirin daye. Navên van ciyan: The Library of Congress Washington DC, Widener Library of Harvard University, Columbia University Library, Biblioetka Alexandrina in Egypt, The University of California Berkeley, Kipriaki Biblioteki Nicossia, Kent Libraries in London, The Kurdish Library and Museum in Brooklyn New York Her çend li ber wan rewþ û pergala astengî û bêyî gengazî a aborî û siyasî, Sara bêrawestan vî karê xwe ta roja î roj kiriye û hîna jî berdewam dike. Ev bûn tam 20 sal ku Sara wêjeya kurdî li cîhanê belav dike. Î roj pêwîstiya avakirina yek ji grîntirîn û em bi hêvî ne ku mazintirîn avahiya kurdî ya çandî li ber çavan e. Ji ber vê hindê Sara ew ê karê xwe ji vir û þûn ve li ser avakirina Navenda Arþîvxane & Lêkolînê di gel avahiyên YE’yê tund û berfireh bike. Damezirandina yekemîn pirtûkxaneya kurdî ya li bakur, armanca herî sereke ye. Li Navenda Sara’yê î roj tibabek mazin a materiyalên arþîva kurdî komê ser hev bûne. Gelek lêkolîner, nivîsevan û xwendekarên kurd, ji vê arþîvê sûd werdigirin. Avahî û kesayetiyên kurdan, swêdî û ta YE piþtgirýya geþkirin û parastina vê xebata Sara’yê dikin. Ji ber van piþtgiriyan Sara î roj ew çend ber bi pêþ ve çûye. Bernameya li ber Sara’yê avakirina pirtûkxaneya kurdî li Amedê ye. Di vî ware de Sara hin gavên beþdar bi dezgehên YE ve avêtine. Yek ji van avahiyan bi navê Institute For International Assistance & Solidarity – IFIAS ditêt naskirinê. Dibistana kurdî ya serbest li Stockholmê (kurdisk friskola) Î roj li Swêdê li dor 50 hezar kurd dijîn. Bêhtirê nîvê van kurdan li dorhêlên Stockholmê dijîn. Li vê herêmê hejimarek mazin a þagirdên kurd ên li dibistana destpêkî, navînî û lîseyî hene, pêwîstiya wan bi perwerdeya zimanê zikmakî heye. Li Swêdê pêþeroja perwerdeya zimanê zikmakî ji ber kêmkirina budgeta dewletê ne zelal e. Ji ber vê yekê pêwîstiya avakirina dibistanek kurdî ya serbest li Stockholmê giraniya xwe li ser me bêhtir kiriye. Pêzanîn û tecrubeyên min ên 15 salan wek mamosteyê zimanê kurdî li dibistana destpêkî, navînî û lîseyî de, min vê daxwaziyê hem ji devê þagirdên kurd û hem jî ji devê dêbabên þagirdên kurdan bihîstiye. Li gor daxwaziya wan, li teniþta programa bingehîn a perwerdeyiya swêdî, programa ji bo perwerdeya teybetî ya li ser ziman, wêje, mêjû û çanda kurdî gerek e. Ev çalakî, xebatek grîng e ku pêþî li ber encamên lawazbûna ziman û çanda kurdî bigire. Kurd bûne xwedî derfet ku ji xwe re li vê civata vekirî û demokratîkî ya Swêdê pirtûkxaneyek kurdî vekin. Ji ber heman sedeman kurd dikarin li Stockholmê yekemîn dibistana serbest a kurdî jî ava bikin. Kurdistana mêjûyî – buhuþta li ser zemîn – dergûþa þaristaniyê – welatê pêþemînan Mirov li nêçîra naskirina reh û koka xwe ne. Spartek û destkeftên belgenameyî yên cihêreng ên destketî, ji bo bersivdana pirsa þûnewarê dergûþa þaristaniyê hev temam dikin. Spartek û belgename nîþanê me didin ku kevintirîn civaka mirovan lik u derê ava bûye. Di vê heyamê de her ku diçe wateya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamiya bakurî bêhtir û bilindtir dibe. Wek nimûne, grûbek lêkolînerên almanî ji þeþ reþeparçeyên çandbar ên cîhanî þeþ kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê Qerec li Diyarbekrê ye. Ne tenê þoreþa çandinê (agrar revolution), her wisan jî þoreþa heyvankirinê jî ya civata mezr û gundîtiyê (pastoral revolution) jî li ser vî erdê kevnare rû daye. Bi zanebûn û riya tirþkirina xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina mast û penîrî, duruskirina bade û bîrayê, cara yekê li vir hatiye derxistin û pêþvexistinê. Li rojên lêkolînên arkeologîkî yên li Çermo’yê (Jarmo) sala 1948’î li Kurdistana baþûrî, arkeologê amerîkî James robert Braidwood cerekî kevin derxist. Teyesteya zuwabûyî ya li binê cerê hat analîzkirin û derket meydanê ku naveroka li biniya vî cerî badeya 5 hezar sal kevin bû. Wisan diyar e ku destkeftên belgenameyî tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev. Berê digotin badeya herî kevin a naskrirî li dorhêla çiyayê Tarsûsê li baþûrê Anatolyayê ye û temenê hunera wê jî lid or 3 hezar salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li ser vî xakî bûye. Li van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt ê ji Înstîtuya Arkeologiyê ya Almanî DAI, li Girê Navokê (Gþbekli Tepe) li biniya Ruhayê kiriye, bi serê xwe þoreþek e. Piþtî vê lêkolînê hat zanînê ku kevintirîn þûnewarê avabûna mal, gund û civakê li Girê navokê li ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya bakurî bûye. Ta nuha mirov dizanî ku kevîntirîn civat li Ûrþelîmê (Jerîko) bûye. Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî hat dîtin ku Kurdistan mêjûyî dergûþa temamê þaristaniyetan e. Tevaya spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê, tev destnîþanê yek þûnewarî dikin: Cografya Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr û bêr (Fertile Crescent). Nuha jî em ji pênûsa nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn: "Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heþhînayî û xwedî îklîmê xweþ, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî (A) yên wisan berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tiþtê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya þaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêþîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêþketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi þêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû þaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, þahînþahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.’ Li dawiyê bi xwandina helbesta Goran’î ya bi navê Dêrik, semîner bi dawî hat: DÊRIK (*) dêrik! dêrika çiyayê mazî! dêrik! dêrika hemko li wî aliyê din li bin xetê! her çend xet li navbera we hebe navê we yek e axa we jî dêrik, dêra biçûk hûn her du dêrên biçûk li ser we ava bûn birc û kelat bi reh û kok û binyad kela bircê kela rebetê ne tenê xêra dêrê ji we dihatin lehiya xêr û bêrê li nêzîkê we kes birçî ne diman li ser mehseran li bin mehseran ne jî tîhnî li serê kulêban li destpêkê li þikeftên xanûkê, ma kî bi vê dizane, ku li wir xwedî bû mirovayetî? þop û bermayên ku hene çi car bi hêsanî na bêjine me ku ew der yek ji wargehê mirovan e ew mirovên berê bûn oldar û ayinperest ava bû dêra metînan dêra biçûk, li vî aliyê xetê ew dêra biçûk yek ji kevintirîn perestgeha fillayetiyê li nav dêrikê li wî aliyê xetê li dêrika hemko li malikiyê |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.