|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Rapora 2006’an a Amedê ku ji aliyê şaxa SES’ê ya Amedê ve hatiye amadekirin, cihêkariya di hêla tenduristiyê de ya li hemberî herêmê û Amedê, eşkere dike. Hikûmeta AKP’ê her çiqas îdîaya ‘di nav herêman de cudakarîtuneye’ bike jî, dane nîşan didin ku rastî cuda ne. Amed a ku koçberî lê zêde ye, xizanî li gorî bajarên din ên Tirkiyeyê deh qatîn zêde ye û bêkarî bi qasî ji sedî 60 e, bajarê sereke yê ku di hêla xizmeta tenduristiyê de li paş hatine hiştin e. Rapora 2006’an a Amedê ku ji aliyê şaxa Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê ve hatiye amadekirin, nîşan dide ku Hikûmeta AKP’ê herêmê ji aliyê xizmetên tenduristiyê ve çawa li paş hiştiye. Nîvê pêdiviya bi bijîşkên pispor bicih nehat anîn Li gorî daneyan, li Amedê ji bo bijîşkên pispor ên wê li saziyên girêdayî Wezareta Tenduristiyê bixebitin, 506 qadro hatiye veqetandin lê hejmara bijîşkên pispor ku dixebitin, 276 e. Li gorî daneyan, tenê nîvê pêdiviya bi bijîşkên pispor bicih hatiye anîn. Li gorî daneyan, hejmara bijîşkên diranan ên li Amedê xizmet dikin 72, hejmara hemşîreyan hezar û 21, hejmara pîrikan (ebe) jî 697 e. Hejmara ajokar, xizmetdar, karmendê tenduristiyê jî 2 hezar û 106 e. Ev jî aliyek din ê balkêş e. Tenê ji sedî 1.6’ê bijîşkên pispor li Amedê ye Li gorî daneyan, li navenda Amedê û navçeyên wê bi tevahî 685 bijîşkên pispor, 951 bijîşkên pratîsyen, 142 bijîşkên diranan, 617 hemşîre û 748 pîrik dixebitin. Li gorî daneyan li tevahiya Tirkiyeyê, ji 97 hezar û 763 bijîşkên pispor û pratîsyen tenê hezar û 636 (ji sedî 1.6), ji 18 hezar û 73 bijişkên diranan tenê 142 (ji hezarî 7), ji 41 hezar û 273 hemşîre hezar û 617 (ji sedî 1.9) û ji 41 hezar û 273 pîrikan tenê 748 (ji sedî 1.8) li Amedê dixebitin. Di hêla hemû personelên tenduristiyê de jî rêjeya yên ku li Amedê peywir dikin, tenê ji sedî 1.7’ê Tirkiyeyê ye. Hejmara bijîşkên para nîvê welêt dikeve, ji sedî 7.5 e Yek ji aliyên herî balkêş ên raporê jî, kêmbûna hejmara personelên ku li tevahiya herêmê dixebitin a li hemberî herêmên din e. li Herêma Marmarayê 15 hezar û 624 bijîşkên pispor dixebitin, li Herêma Anatoliya Navîn 8 hezar û 792, li Herêma Egeyê 6 hezar û 987, li Herêma Akdenîzê 4 hezar û 204, li Herêma Karadenîzê 3 hezar û 352, li Herêma Rojhilatê hezar û 660, li Herêma Başûrêrojhilatê jî tenê hezar û 500 bijîşkên pispor dixebitin. Li Herêma Marmarayê 12 hezar û 838 bijîşkên pratîsyen dixebitin, li Egeyê 8 hezar û 187, li Akdenîzê 5 hezar û 572, li Anatoliya Navîn 11 hezar û 580, li Karadenîzê 5 hezar û 488, li Rojhilatê 3 hezar û 595, li Başûrêrojhilatê jî tenê 2 hezar û 735 bijîşkên pratîsyen dixebitin. Bijîşkek diranan, li 10 hezar û 819 nexweşan dinhêre Hejmara nexweşên ku para personelek tenduristiyê dikeve jî ji ya li nîvekiya Tirkiyeyê gelek zêdetir e. Li giştiyê Tirkiyeyê bijîşkek pispor li hezar û 590 nexweşan, li Amedê 2 hezar û 243 nexweşan dinhêre. Li giştiyê Tirkiyeyê bijîşkek pratîsyen li hezar û 590 nexweşan dinhêre, li Amedê hezar û 615. Li giştiyê Tirkiyeyê bijîykek diranan, divê li 3 hezar û 920 nexweşan binhêre. Li Amedê jî bijîşkek diranan neçar e li 10 hezar û 819 nexweşan binhêre. Li Amedê pîrikek divê li 2 hezar û 54 nexweşan binhêre. Hemşîre jî, divê li 950 nexweşan binhêre. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.