Roja Aştiyê ya Cîhanê - Roja Ve Pîroz Be Hevalno :
Di 1`ê Îlona 1939`an de, artêşa Almanyayê bi fermana Adolf Hîtler dest bi dagirkirina Polonyayê kir. Bi vê tevgera dagirkeriya Polonyayê re, şerê Duyemîn ê Cîhanê dest pê kir. Ev fermana ku di 1`ê Îlona 1939`an de ji aliyê Adolf Hîtler ve hate dayîn, bû sedema mirina nêzî 60 milyon kesan û birîndarbûna bi sed milyonan kesan.
Fermana ku wê rojê hate dayîn, bi xwe re felaketeke mezin anî û ew ferman îro li her 4 aliyên cîhanê wekî fermana herî hovane tê binavkirin û lanetkirin. Şerê Duyemîn ê Cîhanê, piştî mirina nêzî 60 milyon kesan û birîndarbûna sed milyonan dîsa hilweşîna bi sedan bajar û navçeyan, bi têkçûna Almanyayê re bi dawî bû. Piştî têkçûna Almanyayê, di 1’ê Îlona sala 1945’an de li Yalta ya Rusyayê peymana dawîkirina şer hate îmzekirin. Di sala 1946’an de Neteweyên Yekbûyî, ev roja ku şerê Duyemîn ê Cîhanê dest pê kir, bi hêviya ku careke din trajediyeke wiha pêk neyê, ev roj ango roja 1’ê Îlonê, wekî ‘Roja Aştiya Cîhanê’ îlan kir. Lê mixabin vê hêvî û biryara Neteweyên Yekbûyî dawî li trajedî û şeran neanî. Di van 66 salên derbasbûyî trajediyên li ser merovahiyê ranewestiyan. Bi milyonan însan mirin, bi mîlyonan birîndar bûn û ew qas jî seqet man.
Tenê di 10 salên dawî de, li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, ji ber şerên li çar aliyên cîhanê diqewimin, 2 mîlyon zarok mirin, 5 mîlyon seqet man, 12 mîlyon bêmal man û ji mîlyonekê zêdetir zarokan malbatên xwe winda kirin, dîsa 10 mîlyon zarokan trawmaya psîkolojîk derbas kir. Her wiha ji 300 hezarî zêdetir zarok jî li gelek deverên cîhanê beşdarî şeran bûn. Wekî ku ji reqaman jî diyar dibe, di roja me ya îro de trajedî, şer û mirina mirovan dewam dike. Ji şer ne tenê mirov zerarê dibînin, xweza jî zerareke mezin dibîne. Ji ber bombe û çekên di şeran de tê bikaranîn, dengeya xwezayê xera dibe. Li gorî agahiyên zanistî, ji ber van bombe, li gelek deveran bûn û dibin sedema erdahêjan. Ji ber van yekan e ku Rêberê Koma Civakên Kurdistan KCK’ê Abdullah Ocalan her dem, pêwistiya civakeke demokratîk û ekolojîk destnîşan dike. Ji ber vê yekê ye ku îro di roja aştiya cîhanê de, li her çar aliyên cîhanê pêwîstiya aştiyê tê destnîşankirin û tê xwestin ku dawî li şeran were. Mirov nemirin, xwîn nerije, zarok sêwî nemînin. Ev daxwaza aştiyê, di roja me ya îro de êdî bûye utopyaya milyonan. Ne tenê di roja îro de, di dîroka mirovahiyê de û heta îro, peyva “Aştî” di çîrok, roman, stran û helbestan de cihê herî xweşik û pîroz digire.
|