Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beşa Rojane

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 27-08-2007, 02:40 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Arrow Êzidiyan xwestin werin parastin


Niştecihên li ber derî radizên, niha jî rastî pêvedana dûpişkên çolê tên. Heyeta ji Endama Parlementera Ewropayê Feleknaz Uca, Endamê Federasyona Êzîdiyan a Almanyayê Pêşma Hiznî, Berpirsyarê Yekîtiya Ciwanên Şerfedîn Cercur Cengîz, Berpirsyarê Mala Êzîdiyan a Selê ya Almanyayê Şemdîn Baran, Berpirsyarê Komeleya Kaniya Spî Îlyas Îsa, rûspiyên êzîdî Ayno Alî, Xêro Reşo pirsgirêkên mexdûran guhdarî kirin. Welatiyên ji ber kêmasiya alîkariyê tî û birçî li ber tavê mane, anîn ziman ku ji rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê alîkariya parastinê dixwazin.

‘Alîkariyê nadin me’

Her wiha ji Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê jî Wezîrê Kar û Barê Êzîdiyan Dr. Dexîl Xidir Seîd û Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî jî bi heyetê re çûn Şengalê. Niştecihên Şengalê ku pirsgirêkên xwe anîn ziman, diyar kirin ku di ser bûyerê re gelek dem derbas bûye, lê hêj di bin tavê de dijîn. Niştecihên ji kêmbûna alîkariyê bi gazinc in, nerazîbûna xwe wiha vegotin: “Ji ber hemû xaniyên me xera bûne, ji her derî mar û dûpişk derdikevin. Em nizanin çawa bikin. Niha hem germ e û hem jî av tune ku em vexwin. Her kes tê dîmen û wêneyan dikişîne û diçe. Tu alîkarî nadin me.”

Parastina bi çek xwest

Niştecihek Şengalê jî, ji rayedarên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ji bo parastina xwe çek xwest û wiha got: “Ji bo em bikaribin xwe biparêzin, lijneyek an jî hêzek ji nav me bê avakirin, em van pirsgirêkan najîn. Lê divê di hêla çekan de rayedarên Herêma Kurdistanê alîkariyê bidin me. Hûn dibînin ku hemû xanî xera bûne û gelek mirovên me di binî de winda bûne. Ji ber vê yekê divê hêzek ji nav me çêbibe. Heke hêza me ji nav me çêbibe, heta dilopeke xwîn di laşê me de hebe em erd û axa xwe bernadin û biparêzin. Bila ev baş bê zanîn. Bes alîkariyê bidin me.” Jineke ku di teqînê de xizmên xwe winda kirine jî, diyar kir ku ji malbata wê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Nişteciha ku anî ziman niha cihekî wan nîne ku tê de bimînin, banga alîkariyê li rayedaran kir û wiha axivî: “Em hêvî dikin beriya ba, baran û berf bikeve, cihekî ku em bikaribin xwe tê de bisitirînin, bê çêkirin. Nexwe ev zar û eyal hemû wê li holê bimîne.”

Êzidî bi tenê nîn in

Endama Parlementoya Ewropayê Fekeknaz Uca ku ew bi xwe jî êzîdî ye, diyar kir ku hemû êzîdî û kurd çi li Ewropayê, çi li cihên din, ji bo gelê Şengalê di nava hewldanan de ne ku alîkariyê bikin. Uca, da zanîn ku sedema hatina wan ew e ku hem piştgiriyê bidin gelê Şengalê û hem jî lêkolînê bikin. Uca, anî ziman ku ew dê bi pîrên êzîdiyan ên li Herêmê û him jî rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bikin. Uca, piştre bi heyeta pê re ji bo sersaxiyê çû navçeya Şêxanê ya Mûsilê ku Serokê Ruhanî yê Êzîdiyan Baba Şêx Xirto û Mîrê Êzîdiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Beg. Uca, li wir jî sedema hatina xwe anî ziman: “Em ji bo hemû êzîdiyan sersaxiyê bixwazin hatine vir. Hemû êzîdiyên li Ewropayê dijîn heta ku em hatin vir jî şîn îlan kirin. Ev êrîş ne tenê li dijî êzîdiyan pêk hatiye, li dijî hemû kurdan pêk hatiye. Wê gelê kurd bi alîkarî û çalakiyên xwe li gelê Şengalê xwedî derkeve.”

‘Me bi tenê nehêlin’

Mîrê Êzîdiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Beg jî, diyar kir ku bi hatina heyetê kêfxweş bûne û ragihand ku divê hemû êzîdî û kurd bibin yek û xwedî li gelê Şengalê derkevin. Tehsîn Beg, destnîşan kir ku karesateke mezin li Şengalê pêk hatiye, lê divê hemû kurd li ber dijminê êzîdiyan nerazîbûna xwe nîşan bidin ku gelê Şengalê ne bi tenê ye. Tehsîn Beg, bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û ev tişt gotin: “Rayedaran alîkarî kirin û em dixwazin alîkariyê bidomînin. Em dixwazin hemû kurd vê komkujiyê wekî nîvê komkujiya Helebçê bibînin û bi hesasiyet nêzîk bibin. Em ji hemû rêxistinên kurd û çalakvanên Ewropayê ku ji bo êzîdiyan çalakiyan dikin, spasdar in.” Heyet piştî serdanê çû tewafa Laleşê ku ji bo êzîdiyan pîroz e.

berxwedan is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
dohl, xwestin, xwezginî (li xelîka) resko Folklora Kurdi 7 17-11-2008 09:32 PM
Bawer Can - Gulbîn (Gotinên Sitranan) zîvûzêr Kürtçe Lyrics 0 24-08-2007 04:25 PM
Dîroka Kurdên Êzdî MÊVAN Zerduştluk, Şamanizm, Budizm vb. 2 03-05-2007 05:50 PM
Gundîno werin dîlanê-koma çiya rubar Kürtçe Lyrics 5 19-02-2007 02:09 AM
Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan e. berxwedan Çandi Gişti 2 09-02-2007 07:37 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:35 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.