Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beşa Rojane

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 27-08-2007, 02:29 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Arrow Şermezarkirina komkujiya Şengalê didome


Xwepêşandanên şermezariyê yên li dijî komkujiya kurdên êzîdî yên li herêma Şengalê berdewam dikin. Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Giessenê dijîn xwepêşandaneke şermezariyê ya bêdeng li dar xistin. Her wiha li paytextê Fransa Parsîsê, li bajarê Faransa Marsîlya û li Swedê li bajarê Växjö kurdan komkujiya Şengalê bi meşekê hat şermezar kirin.

Çalakiya li bajarê Elmanya Giessenê ku zêdeyî sed û pêncî kes tevlî bûn li qada Kirchplatz a li navenda Giessenê pêk hat. Ciwanan jî di çalakiyê de bi armanca agahdarkirina raya giştî belevokên di derbarê komkujiyê de belav kirin.

Balkêş bû ku di çalakiyê qet dûrûşme nehatin avêtin û ji bilî axaftinanên di derbarê pêvajoyê de çalakî bi giştî bêdeng derbas bû. Xwepêşandêran di birêveçûna çalakiyê de plaketên ku bi Elmanî li ser bûyerê agahdarî hebûn hildan û li ser plakatan hem şermezariya komkujiyê hate kirin û hem jî bang li raya giştî dihate kirin ku civaka êzidî bi tenê nehêle hiştin. Di Axaftinan de jî bal li ser pêvajoya germ ya ku kurd tê re derbas dibin û girêdayî wê sedemê komkujiya şengalê hatin zimên. Girêdayî karesata li şengalê, behsa hewldanên operasyonê yên bi hevkariya Îran û Tirkiyeyê jî hat kirin û banga hişyariyê li hemû kurdan hate kirin.

Komkujiya Şengalê li Parîsê hat şermezarkirin

Komkujiya li Şengalê, ku di encamê de zêdeyî 500 Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Fransa Parîsê hat şermezarkirin.

Navenda Çand û Hunerê ya Ehmed Kaya, bi armanca şermezarkirina komkujiyê meşek lidar xist. Meşê pêr piştî nîvro li Meydana Requblique destpê kir û li Meydana Bastille veguherî mîtîngê.

Di axaftinên li mîtîngê de hat destnîşankirin, ku neyarên Kurd dixwazin Kurdan bi weke Elewî, Êzidî û Sunniyan perçe bikin û bi vî rengî tine bikin. Di axaftinan de bang li gelê Kurd hat kirin, ku li hemberî vê rewşê ji her demê zêdetir hişyar bin û tevî Festîvala Çanda Kurd a li Elmanyayê bidin.

Li Marsîlyaya xwepêşandan

Dîsa li bajarê Fransa Marsîlyayê jî, komkujiya li Şengalê bi meşekê hat şermezarkirin.

Meşa ku ji aliyê Komîsyona Ciwanan a Herêma Marsîlyayê ve hat organîzekirin bi beşdariya 1500 kesî pêk hat. Kurdistanî piştî meşê li ber nûneriya Yekitiya Ewrûpayê ya li Marsîlyayê li hev kom bûn. Kurdan ji Yekitiya Ewrûpayê xwestin, li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne. Di çalakiyê de her weha banga tevlêbûna Festîvala Çand û Hunerê ya 1’ê Îlonê hat kirin.

Komkujiya li Şengalê li Swêdê ji hat şermezarkirin

Her wisa Komkujiya Şengalê û kuştina Ciwanê kurd li Swêdê bi meşekê hate şermezarkirin.

Li Swedê li bajarê Växjö kurdan komkujiya Şengalê bi meşekê şermezar kirin. Bi sedan kurd tevlê meşê bûn û dirûşmên ”kurd bê xwedî nîne, bese Turkiyê û Iran Kurdistanê bombe bike, Bijî aştî, û nebe alîkarê terorîzmê” bi Swêdî hatin qêrîn.

Di nava meşê de gelek dostên kurdan ên Swêdî û ji çar parçeyê Kurdistanê kêsayetên navdar amade bû. Her weha di meşê de wêneyê ciwanê Kurd Elîas Yûsif Eyîb, ku hefteya derbasbûyî ji aliyê Erebekê ve hatibû kuştin hat bilinkirin.

Komkujî li Viyanayê hat protestokirin

Komkujiya li Şengalê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî hat şermezarkirin. Kurd çalakiya şermezarkirinê ya li Meydana Stefanplatz’ê de, zêdeyî 100 kes amade bûn û alên PYD, PKK û Wêneyên Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Beşdarên çalakiyê devê xwe bi bandên reş girê dan û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyê de her weha êrişên dewleta Îranê yên li dijî Qendîlê jî bi tundî hatin şermezarkirin.

Li Kazakîstanê civîna çapemeniyê

Kurdên li Kazakîstanê dijîn jî, bi armanca şermezarkirina komkujiya Şengalê, civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civîna çapemeniyê de rewşenbîrên Kurd ên li zanîngên cûrbecûr ên Kazakîstanê perwerdeyê didin, amade bûn. Her weha çapemeniya Kazak^æstanê jî pêwendiyeke mezin nîşanî civînê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de komkujî û hêzên pişt vê bûyerê bi dijwarî hatin şermezarkirin. Wekî din bang li tevahiya Kurdan hat kirin, ku destê xwe yê alîkariyê dirêjî Kurdên li Şengalê bikin.

berxwedan is offline  
Eski 27-08-2007, 02:48 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,363
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 22732
Rep Puanı : 2272808
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan


Komkujiya Şengalê li WELATA KURD A rojêke rêşa.....

Çilo berî nîha êm 'HARND DINK' û 'Êrmeni' bûn niha divê êm têv bibin ' ÊZÎDÎ ' ...

Dive êm têv bankin ......... ÊM HEMÛ ÊZÎDÎNA ..............

Dive nêyar fêr bikin kû ew 500 Êzîdîya kuştin lê 50,000,000 Kûrd şîyarkirin.......

Dive nêyar fêr bikin kû Kûrd nê KÛRDe sêr hişken e bêrene .... KÛRD KÛRDA nakûje .... Kûrdê Misliman Kûrde Êzîdî nakûje........

Dive êm bankin hevalno hogirno .... Dive nêyar vê fêrbikin.........


Roj Roja bûna 'ÊZIDI' ya........

Spas hevale hêja ji bona ve mijare teyî giring....

__________________
rojdi_440 is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Şengal tenê nîne newalaqesaba Çandi Gişti 2 23-08-2007 07:36 PM
Li Şengalê komkujî berxwedan Beşa Rojane 1 17-08-2007 11:30 AM
Hîroşîma Li Halebçe berxwedan Dirok 1 17-01-2007 09:12 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:07 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.