|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Daxwaza Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji bo jê îstîfadekirina fona Yekitiya Ewropayê ya ji 400 milyon Avroya pêk tê ku ji bo çêkirina fabrîqeyên bermayiyên kanalîzasyona hatiye cudakirin ji aliyê Wezareta Daristanê ve hate redkirin. Yekitiya Ewropayê ji bo ku piştgiriyê bide şaredariyan ev fon ji Wezaretê re şandiye.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Giştî ya Amedê Fahrettîn Çagdaş da zanîn ku her roj li Amedê di navbera 600 û 800 tonan de bermayiyên kanalîzasyonê ji fonên krediyên vegerê îstîfade nakin û got ku li herê Qerejdaxê depoyeke wan heye lê ev depo jî di rewşa bikaranînê de nîn e. Çagdaş got ku ji bo ji fonên Yekitiya Ewropayê îstîfade bikin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di nav de ji bo 10 şaredariyan serîlêdana projeyê pêk aniye lê wan tu encam negirtiye. Ji bo sala 2007- 2009’ê... Çagdaş diyar kir ku wan di nava projeyê de cih daye tesîsa kompost, îstasyona tahliyekirinê, înşeata depokirina bi pergal, mifskirina ava dizê û bi destxistina gazê û wiha got: “Lê wezaretê em ji bo salên 2007 û 2009’ê negirtine nav vê projeyê.” Çagdaş anî ziman ku ji bo nûkirina projeya parzûnkirina bermayiyên kanalîzyonê 15 milyon Avro pêdiviya wan heye û wiha dirêjî da gotina xwe: “Radeya beramayiya kanalîzasyonê ji bo rojê di navbera 650-800 tonan de diguhere. Ji vê ji sedî 54 jê organîk, ji sedî 8.6 jê plastîk, ji sedî 6 jê metal, ji sedî 3.5 jê cam, ji sedî 6.5 jê wekî kaxez vegere axê.” Sekterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Çagdaş ji bilî şaredariya mezin der barê bermayiyên kanalîzasyonê yên rojane yên şaredariyên din de jî agahî dan û got ku Şaredariya Baglarê 256, Şaredariya Yenîşehîrê 144, Şaredariya Sûrê 80, Şaredariya Kayapinarê 120, Şaredariya Erxaniyê 70, Şaredariya Exîlê 5, Şaredariya Çarikliyê 4, Şaredariya Bagivarê 5 û Şaredariya Bismilê 75 ton bermayiyên wan ên kanalîzasyonê hene. Çagdaş diyar kir ku ji bo avakirina vê febrîqeyê hêviya wan ji bo piştgiriya parlamenterên Amedê yên nû çûne parlamentoyê û saziyên sivîl heye. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Newala Qesaba | newalaqesaba | Çandi Gişti | 3 | 03-02-2008 10:44 PM |
| Amed | berxwedan | Dirok | 7 | 19-11-2007 09:16 PM |
| Baydemîr: Ez ji zimanê nivîskarên me fêm nakim | PCkopat | Beşa Rojane | 1 | 25-08-2007 04:08 AM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.