Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beşa Rojane

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 26-08-2007, 02:48 AM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Aug 2007
Mesaj: 164
Üye No: 134617
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 514
Rep Puanı : 51294
Rep Derecesi
bervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond reputebervan21 has a reputation beyond repute
Varsayılan Kocberî




Bi hezaran kurd ji ber şer bi salan e ji welatê xwe dûr dijîn. Gelek kurd li welatê xwe bûne koçberên hundirîn û gelek kes jî koçberî welatên din bûne. Di koçberiyê de herî zêde jin dibin mexdûr û pirsgirêkên dijwar dijîn. Weqfa Jinên Azad ya Navneteweyî (IFWF), li ser jinên kurd ên koçber lêkolînek kir. Lêkolîn li Tirkiyeyê û 5 welatên Ewropayê hate kirin. Encamên lêlokînê di pirtûkê de hatin berhevkirin û hate weşandin.



Lêkolîna ku li ser trawmayên jinên kurd ên koçber hatiye kirin bi xebateke zanîstî hate kirin. Weqfa IFWF’ê bi navê ‘Jin, kurd û koçberî’ lêkolîna xwe berfireh da meşandin. Xebatên Weqfa IFWF’ê li Rotterdama Holandayê hate koordînekirin. Her wiha lêkolîn bi alîkariya Enstîtuya Kilinîka Psîkolajîk ya Zanîngeha Utrecht û Navenda Ragihandina Kurdistana Parîsê hate kirin. Bernameya II Daphne ya bi ser Komîsyona Ewropayê (AK) û Weqfa CIBO’yê ve jî piştgiriya madî dayê.
Pirtûk 4 beşan pêk tê. Di destpêka pirtûkê de dema jinên kurd li welatê xwe bûn, li ser rewşa jiyana wan û piştî koçberiya Ewropayê rewşa jiyan wan agahî têne dayîn. Di beşa duyemîn de jî pêşnûmaya teorîk a lêkolînê û rêbazên lêkolînê yên zanistî têne nasandin. Encam û îstatîstîkên lêkolînê jî di beşa duyemîn de cih digirin. Di beşa 3’emîn de jî pêşniyarên ku ji bo rêxistinên jinan hatine bicihkirin. Her wiha di vê beşê de bang li rêxistinan tê kirin ku piştgiriyê bidin jinên koçber û yên di trawmayê de...

Di beşa 4’emîn de jî çîroka jiyana 5 jinên kurd ên koçber hatiye bicihkirin.


BIRÎNEKE KÛR
Endama Lijneya Rêveberiya IFWF’ê Ann-Kristin Kowarsch, li ser lêkolînê nêrînên xwe anîn ziman. Kowasch, got ku bi serê xwe koçberî bi pirsgirêk e. Kowarsch, diyar kir ku jinên kurd ên koçber, li welatên lê dijîn bi pirsgirêkên şîdet, şer, nijadperestî û aborî re rû bi rû dimînin. Kowarsch, da zanîn ku ev pirsgirêk di pêşeroja jinan de dibe sedema derûniya xirab û trawmayê bi wan re çêdike. Kowarsch, destnîşan kir ku ew dixwazin ku jinîtî, kurdîtî û koçberiyê bînin ber çavan û wiha axivî: “Cara yekemîn e ku lêkolîneke ev qas berfireh û zanîstî tê kirin. Armanca me ew e ku em rastiya koçberiya jinên kurd raxin ber çavan. Ji ber ku koçberî birînên kûr vedike. Em dixwazin ku di vê hêlê de jinên kurd hişyar bikin û alîkar bin.”


BANGÎ RÊXISTINAN DIKIN
Kowarsch, daxuyand ku encamên ku hatin bidestxistin dê bişînin rêxistin û kesên ku bi vê mijarê re mijûl dibin. Kowasch, diyar kir ku tiştê herî girîng me bi vê lêkolînê pêdiviyên koçberên jin derxistine holê. Kowasch, di wê baweriyê de ye ku rêxistinên jinan ên li Ewropayê dê guh bidin dengê van û ji jinan re bibin alîkar. Kowasch, bal kişand ser koçberiya hundirîn û got ku li ser jinên koçberên hundirîn divê xebateke cuda bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser koçberiya hundirîn a li Tirkiyeyê divê navend û komaleyên alîkariya psîkolojîk bên vekirin. Jinên koçber ji ber sedema şerê li Tirkiyeyê ev qas pisgirêkan dijîn û rewşa psîkolojiya wan xirab dike. Ji bo çareseriya bingehîn divê ev şer teqez bê sekinandin.”


Bi hezar û 127 jinan re dîdar
Xebata lêkolînê salekê berdewam kir. Bi hezar û 127 jinên koçber û penaberên kurd re anketek hate çêkirin. Encamên anket û lêkolînê di pirtûkê de hatin berhevkirin. Pirtûk bi kurdî û îngilizî hate çapkirin. Di pirtûkê de jinên ku rastî şîdeta cinsî, newekhevî, nijadî û zextên siyasî jî hatine cih girtiye

bervan21 is offline  
Eski 26-08-2007, 02:54 AM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jun 2007
Konum: Sayfa görüntülenemiyor.....
Mesaj: 1,401
Üye No: 119016
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 5692
Rep Puanı : 568938
Rep Derecesi
Çengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond reputeÇengzerîn has a reputation beyond repute
Varsayılan


spasi heval...

mırov herdem koçber namine lı dinyê....

__________________
Çengzerîn is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 07:06 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.