|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr heta niha piranî li ser mijarên siyasî daxuyanî dabûn çapemeniyê. Nêrînên wî yên li ser çand û huner û wêjeyê qet nehatibûn pirsîn. Hin caran di peyamên xwe de qala van mijaran dikir lê tu kesî jê nepirsîbû ku ew çi dixwîne û nêzîkahiya wî ya ji bo wêjeyê çi ye? Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên zimanê kurdî nêrîna wî çi ye? Her çiqas Þaredariyê Konferansên Ziman dabin sazkirin jî ev rastî neguheriye. Me xwest Baydemîr li ser polîtîkayên þaredariyê yên ji bo çand û huner û zimanê kurdî çi ne ji me re vebêje. Bi rastî dema min hin rexneyên wî yên tûj guhdarî kirin, min xwe jî tê de dît. Baydemîr dibêje ‘Dema ez li gundan digerim û bi gundiyan re diaxivim dibêjim tu pirsgirêkên kurdiya min nîn in. Lê dema têm bajêr û bi ronakbîr, rewþenbîr û nivîskarên me re diaxivim dibêjim ez bi kurdî nizanim û divê biçim hînî kurdî bibim…’ Gotinên Baydemîr yên balkêþtir jî hene. Ev hevpeyvîn me ji bo Bernameya Dergûþa Çandê ya Gun TV’yê bi Baydemîr re çêkir. Nêrînên wî yên balkêþ me ji wê bernameyê hilbijart… Birêz Baydemîr em ji projeya we ya Dola Dîcleyê dest pê bikin. Di demên borî de ev projeya we zêde hate axaftin. Niha proje di kîjan merheleyê de ye? Dema ez zarok bûm qala projeya Dola Dîcleyê dihate kirin. Ev proje ji bo Amedê xewnek bû. Ji bo îro ez dikarim bêjim ku edî ev proje ne xewn e û bûye rastiya vî bajarî. Me buroyên mîmariyê yên giregir ên Tirkiyeyê û ligel pisporên ji Zanîngeha Dîcleyê û derdorên bi mijarê re eleqedar anîn cem hev û 23 projeyê ji bo Dola Dîcleyê dane çêkirin. Ji nav van projeyan yek me wekî projeya esasî girtiye. Ji cem pira Dehderî heta pira Farqînê li her du aliyan dê bibe qada rekreasyonê. Du bendav dê bêne çêkirin û qadên çandî tê de bêne çêkirin. li Fîsqeyayê dê þelaleyek bê çêkirin. Lê ji bo ku ev proje pêk bê bi kêmanî pêdivî bi 200 trilyon pere heye. Heke îro pirsgirêka fînansmanê bê çareserkirin em dikarin li benda sibê jî nemînin û vê êvarê dest bi kar bikin. Lê mixabin hêza þaredariyê têrî nake ku vê projeyê bi tena serê xwe pêk bîne. Bifikirin ku budçeya þaredariya me ji bo îsal 78 trîlyon e. Ango divê hûn budçeya 3 salan ji bo vê projeyê veqetînin… Belê divê herî kêm em ji bo vê projeyê 3 salan tu meaþan nedin xebatkarên xwe û tu xizmetan nekin. Encax bi vî þiklî em dikarin vê projeyê pêk bînin. Çareyê pêkanîna projeyê çi ye? Em wekî Þaredarî, Zanîngeh, Wezareta Çand û Tûrîzmê û Wezareta Îmarê ji budçeyên xwe parekî ji bo vê projeyê veqetînin ev proje dê di nava 2 salan de bi dawî bibe. Niha ji Amedê me 10 parlamenter þandine Enqereyê. Ez ê di nava mehekê de vê projeyê bixim çanteyê xwe û biçim Enqereyê. Bêyî cudahî ez ê ji bo Amedê piþtgiriya vê projeyê ji 10 parlamenterên Amedê bixwazim. Wekî ev proje di heman demê de projeyeke daristanî ye jî. Di vê çarçoveyê de em dikarin ji Projeyên Hîbeyê yên Yekîtiya Ewropayê jî îstîfade bikin. Lê di vê noqteyê divê Saziya Plansaziya Dewletê û Hezîne deriyan li ber me veke û ji me re bibe alîkar. Polîtîkaya Þaredariyê ya ji bo Rojên Wêjeyê ya ji bo pêþerojê çi ye? Me di destpêkê de Rojên Wêjeyê di nava plansaziya mîhrîcanê de nirxand. Lê ev 5 sal in ev bername hatiye veqetandin. Ji bo ku wêje bingeha çand û hunerê ye ev guherîn hate kirin. Heta niha hemû romanûsên Rojhilata Navîn hatin Amedê û tevlî van bernameyan bûn. Bi rastî jî ev ji bo vî bajarî tiþtekî pir baþ bû. Hevnasîneke xurt pêk hat. Ji van bernameyan derketiye holê ku wêje tiþtê esasî yê biratiyê ye. Her wiha Konferansên Ziman di nava van bernameyan de pêk hatin. Ev tiþtekî pir girîng bû. Lê ji bo ji îro þûnde divê bernameyên Rojên Wêjeyê bêne taybetkirin. Dibe ku li ser yek mijarê Rojên Wêjeyê bêne sazkirin. Mînak em dikarin ji bo îsal bi mebesta 300’emîn salvegera çêbûna Ehmedê Xanî bernameya Rojên Wêjeyê bidin sazkirin. Û di salên pêþ de jî hin bernameyên din dikarin bêne amadekirin. Ango di vî warî de xîmekî xurt hatiye avetin û divê pêngavên nû lê bêne zêdekirin. Xala duyemîn a girîng jî ev e ku divê berhemên van rojên wêjeyê jî derkevin holê. Bi tenê axaftin têrî nake. Em amade ne ku her sal di Rojên Wêjeyê de 5 romanên romanûsên me bi zimanê kurdî û zimanên cuda biweþînin. We pêþî li ber pirsa min vekir. Lêxwedî derketine we ya ji bo Mehmet Uzun hêjayî pesindayînê ye. Divê mafê þaredariyê bê teslîmkirin. Lê di nava nivîskarên kurd ên li vir dijîn hesta gihayê hewþê heye. Gelo di vî warî de kêmasiyek heye? Berî her tiþtî ez jî kesek ji mîlyoneke mirovên li vî bajarî dijîn li hemberî nivîskarên me xwe deyndar dibînim. Hemû nivîskarên me, romanûsên me taca serê min in. Ne heval û hogirên min in, taca serê min in. Yek ji wan jî birêz Mehmet Uzun e. Bi rastî jî keda wî ya ji bo wêjeya kurdî gelek e. Li divê ez spasiya xwe ji bo Mehmet Uzun pêþkêþ bikim ku li hemberî wê nexweþiya xwe ya xedar soz da gelê xwe û got ez ê bêm li bajarê xwe þîfayê bibînim. Ji bo ku em bikaribin hemû pirsgirêkên nivîskarên xwe çareser bikin. Derfetên me nîn e. Lê di warê manevî de çi bikeve berê me heta dawiyê deriyê me li ber hemû nivîskarên me vekiriye. Li vir ne hewce ye em û ew, yek bi yek wekî hev bifikirin. Ji bo me tiþtê girîng nivîskariya wan e û li ser vî esasî divê têkiliya me bi wan re hebe. Li vir ne rexne lê hin pêþniyarên min ji wan re hene. Ez baþ dizanim ku divê ez kurdiya xwe pêþ de bibim. Ez benî divê nivîskarên me lazim e bi zimanê gel baxivin, bi zimanê gel binivîsin. Ez car caran dixwînim, pirtûkên wan distînim dixwînim. Bi Xwedê ez zehmetiyeke mezin dikiþînim. Ez û kesên di qirna min de heta me dest bi dibistanê nekiriye ji bilî zimanê zikmakî me tu zimanên din nedizanî. Lê dema niha ez nivîskarên me dixwînim, rastî tiþtekî din têm. Dibêjim kuro lawo ev tiþtekî din e. Bi rastî jî dema ez diçim hin civakan, di þêwra berberoþkan, di þêwra ber çirayan de tehma ziman pir cuda li min tê. Dema ez diçim gundan û bi kurdî diaxivim dibêjim weleh tu pirsgirêkên min ê bi kurdî re tune. Lê dema vedigerim bajêr û bi ronakbîrên me re diaxivim, dibêjim weleh ez bi kurdî nizanim û divê biçim kurdî hîn bibim. Ez nizanim gelo ev kêmaniya min e. Lê lazim e em bi taybetî li ser vê mijarê rawestin ku kanê em ê çawa ziman bi gel bidin hezkirin. Ev bêhtir karê nivîskaran e. Bi taybet jî bêhtir karê we ye. Gelo pêkan e ku plansaziya rojên wêjeyê li salekê bê belavkirin û bingehê atolyeyên wêjeyê bê avêtin? Di vê noqteyê de ez jî wekî we difikirim. Belê divê wisa çêbibe. Niha hin projeyên me yên mînak hatine avakirin. Me Mala Dengbêjan ava kir. Her wiha ev du sal in atolyeya sînemayê hatiye avakirin û heta niha nêzî 100 ciwanên me ji vê atolyeyê sûd girtine. Gelo þaredariyên me tev nikarin di çarçoveya festîvalekê de bibin yek? Ev pirseke pir girîng e. Rastî heta niha birçîbûnek hebû. Lê divê ji bo ji niha þûnde divê li ser konsepta festîvalan yekgirtinek hebe. Di vê noqteyê de dibînim ku hewcehî bi konsepteke yekgirtî heye. Gelo zimanê siyaseta me dê çawa bibe kurdî? Ziman ne mijareke siyasî ye. Divê hemû kes wekî mijara rûmetê bigire dest û wisa nêzîk bibe. Di hemû qadên jiyana rojane de divê zimanê kurdî bê bikaranîn û zimanê siyasetê jî bibe zimanê kurdî. Ez wekî gotina dawî dixwazim vê bêjim. Xweda Teala rûye me li ber gelê me sar neke û bêrûmetiyê neke nesîbê. Divê em vê yekê baþ bizanibin ku rûsariya li hemberî mirovan di heman demê de rûsariya li hemberî Xweda Tealaye jî. Tekane riya xwe ji rûsariyê û bêrûmetiyê parastinê jî ew e ku em li bingehên xwe xwedî derkevin û lê bibin xwedî. Li xwe xwedî derketin dê me ji rûsarî û bêrûmetiyê jî biparêze. Þaredariya Amedê dê ji bo Amedê kengî Navendeke Kongreyê bide avakirin? Projeya Navenda Kongreyê ya ji bo Amedê me amade kiriye û di nav sînorên Yenîþehîrê de arsayek ku ev proje li ser pêk bê hatiya destnîþankirin. Li ba hev du arsayên ma yên li heman herêmê hene. Em dixwazin ji van arseyan yekê bikin berdêla ya din. Ango em difikirin ku projeya Navenda Kongreyê li hemberî arsayekê bidin fîrmayeke mûteahîdiyê û ew ji bo me Navenda Kongreyê ava bike. Vê projeyê yekemîn car e ku ez bi we re parve dikim. Heta niha qet me qala vê projeyê nekiriye. Li gorî projeya hatiye amadekirin di vê navendê de saloneke ku 2 hezar kesan bigire tê de heye. Her wiha ji bilî salona mezin 3 salonên din jî di hundirê vê kompleksê de dê cih bigirin. Ev navenda ku ez bendewarim em ê demekê nêz de xîmê wê biavêjin piþtî ava dibe dê bibe Navenda Kongreyê ya herî mezin a Rojhilata Navîn. Armanca me ew e ku em Amedê ji bo Rojhilata Navîn bikin bajarê navendî yê kongreyan. Ji Azadiya Welat hatiye girtin |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Giþti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 08:05 AM |
| Þemaya Pêþveçûnê ya Danûstandinê | MÊVAN | Çandi Giþti | 0 | 23-04-2007 08:01 PM |
| Teblîxnameya Remezan Pertew bo sempozyûma Kurt- Kav'ê | berxwedan | Çandi Giþti | 2 | 10-02-2007 03:09 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.