Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beşa Rojane

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 24-08-2007, 08:23 AM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Unhappy Zarokên dendikfiroş


Zarokên ku temenê wan di navbera 11 û 15 saliyê de diguhere û diçin dibistanê, li şûna ku di tetîla havînê de bi hevalên xwe re bilîzin, ji ber xizaniyê neçar dimînin li kolanan firoşkariyê bikin û alîkariyê bidin malbatên xwe.

Li Batmanê, hejmara zarokên li kolanan di xebitin roj bi roj zêde dibe. Qedera Zarokên dendikfiroş ku temenê wan di navbera 11 û 15 salan de ye wek hev e. Malbatên tevan jî qerebalix in û tev jî mecbûr in ku hem bi xwînin û hem jî bi xebitin. Li gel zarokên ku bi malbatên xwe re ji bo komkirina findiqan di mehên havînê de diçine bajarên rojhilat ên Tirkiyeyê, zarokên ku li kolanên Batmanê dendikên zebeşan difiroşin jî heman qederê parve dikin. Hîn di zarokatiya xwe de bi şert û mercên zor û zehmet ên jiyanê re rû bi rû dimînin. Zarokên ku di germa havînê de, li şûna ku bi hevalên xwe re bilîzin û keyfê bikin, ji mecbûriyê li kolanan kar dikin, gelek caran jî rastî pêkutiyên kesên ji xwe mestir tên. Gelek caran tiştên difiroşin, ji wan tên stendin, lê pere nayê dayîn.

‘Divê reşm bikin’

Zarokên dendikfiroş, tînin ziman ku rojê di navbera 10 û 15 YTL’yan de pere qezenc dikin û wiha dibêjin: “Em heya derengiya şevê ji bo ku di hêla aborî de ji malbatên xwe re bibin alîkar dixebitin. Carinan hinek xort tên dendikan ji me distînin û pere nadin. Divê ji ber vê rewşê şerm bikin. Ma nabînin ka em bi çi halî dixebitin.”

‘Dixwazim bibim bijîşk’

Yek ji zarokên ku heta derengiya şevê li ber deriyê Lîseya Pîşeya ya Endustrî dendikan difiroşin hemwelatiyên li cihên hêşîn rûdinin jî, Vedat Yilmaz ê temenê wî 13 ye. Yilmaz, diyar kir ku ew li dibistana seretayî di pola 7’emîn de dixwîne û wiha got: “Em 6 xwîşk û bira ne. Bavê min di înşaatan de dixebite û ez jî ji bu ku ji malbata xwe re bibim alîkar, havînan dendikên zebeşan difiroşim. Tenê pereyê ku bavê min qezenc dike têrî me nake. Ez di dibîstanê de jî serkeftî me. Her sal teqdîrnameyê tînim. Ez dixwazim bixwînim û bibim bijîşk.”

‘Ji ber ku kar dikim, nikarim kar bixwînim’

Baran Tecîk (15) jî, da zanîn ku bavê wî ji ber pîratiyê nikare bixebite, lewre jî ew neçar in ku bi xebitin. Tecîk, da zanîn ku ew 9 xwîşk û bira ne û wiha axivî: “Di malê de tenê ez û birayekî xwe dixebitin. Birayekî min jî nû zanîngeh qezenç kir. Ji niha û pê de dê barê malê jî girantir bibe. Ez niha diçim pola 8’emîn, lê ez piştî dibistana seretayî naxwînim. Ji ber ku ez dixebitim û nikarim guh bidim dersên xwe.”

‘Em ji hev re dibin alîkar’

Furkan Hîkmet (12) jî ji zarokên ku hem dixebite hem jî dibistanê dixwîne ye. Hîkmet, diyar dike ku gurçikek wî tenê heye, lê neçar e kar bike. Hîkmet, derbirî ku niha tenê ew û birayekî wî yê 15 salî dendikan difiroşin û wiha dom kir: “Dema dibistan vebin tenê ez ê dawiya hefteyê dendikan bifiroşim. Ji ber ku divê ez di dersên xwe de serketîtir bim. Ez ê bixwînim û bibim mamoste.” Zarokê dendikfiroş ê herî biçûk Serdem Tuna jî 11 salî ye. Tuna, bal kişand ser jiyana malbata xwe û wiha pê de çû: “Hindik be jî ez ji malbata xwe re dibim alîkar. Tenê dixwazim bixwînim, lê ji destê me nayê. Bavê min li Enqereyê di înşaatan de dixebite. Ez jî li vir rojê di navbera 10 û 15 YTL’yan de pere dibim malê.” Tuna, li ser alîkariya hevalên xwe jî sekinî û wiha got: “Dema dendikên hevalên min xilas dibin ji min re dibin alîkar. Di navbera me de tu pirsgirêk nîn e. Hevalên min ên dendikfiroş ji bon pir başin.”

Zarokên dendikfiroş hemû ji ciwanên ku dendikan ji wan distînin û pere nadin bi gazinc in û xwest ku ciwan keda wan nexwin.

ABDURRAHMAN GOK

berxwedan is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Dayîka Wêrek û Zarokên Wê tubiranes Şano (Tiyatro) 1 20-09-2007 11:04 AM
Derbarê Dayîka Wêrek û Zarokên Wê de tubiranes Şano (Tiyatro) 2 20-09-2007 10:47 AM
Teblîxnameya Remezan Pertew bo sempozyûma Kurt- Kav'ê berxwedan Çandi Gişti 2 10-02-2007 03:09 PM
Zarokên Me Emanet In berxwedan Çiroken Kurdi 1 05-01-2007 02:17 PM
ZarokÊn WelatÊ Me berxwedan Çiroken Kurdi 1 14-12-2006 06:59 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:42 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.