24-08-2007, 08:21 AM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: May 2006 |
Konum: rêwî |
|
Mesaj: 9,972
|
|
Üye No: 3220
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
İtibar Gücü: 25872
| Rep Puanı : 2586029
| |
|
| |
|
Tenduristiya rojnamevanên kurd me dixe nava fikaran
Meclîsa Parastina Mafên Girtiyên Siyasî ya Tehranê, eşkere kir ku ji ber rewşa tenduristiya rojnamevanên kurd Adnan Hesenpur û Abdulvahid Hiwa Botimar ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn, di nav fikaran de ne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku her du rojnamevanên ku cezayê îdamê li wan haütiye birîn, ev 41 roj in di rojiya mirinêde ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştgiriyê didin çalakiya rojnamevanan. Meclîsa Parastinê, xwest ku girtîgeha ku rojnamevan lê ne, bê guhertin û mafên ku ji bo hemû girtiyan têne dayîn, ji bo vana jî bêne dayîn. Di daxuyaniyê de hişyariya ‘ger ku daxwazên rojnamevanên kurd bicih neyê, wê krîzek nû derkeve’ hat kirin.
Herdu rojnamevanan, xwestibûn ku ji bilî guherandina girtîgeha tê de ne, ew jî mîna girtiyên din bikaribin malbat û parêzerên xwe bibînin, loma dest bi rojiya mirinê kiribûn.
|
|
|