Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beşa Rojane

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 23-08-2007, 09:21 AM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Smile Eger kurd nîn in, em kî ne?


Gotinên Serokê Saziya Dîroka Tirk (TTK) Yusuf Halaçoglu yên wekî; “Kurd tirkmen in, elewiyên kurd jî bi eslê xwe ermenî ne” rastî nerazûbênên kurdên li Edeney û Amedê dijîn, hat.

Nerazîbûnên li dijî Serokê Saziya Dîroka Tirk (TTK) Prof. Dr. Yusuf Halaçoglu ku di sempozyuma bi navê ‘Di Dîrok û Çanda Tirkan de Avşarî’ de derheqê kurdan de gotinên wekî, “Kurd tirkmen in, elewiyên kurd jî bi eslê xwe ermenî ne” bikar anîbûn, didomin. Kurdên di encama koçberiyê de li taxên wekî Gulbahçe, Daglioglu, Karasu û Şakîrpaşa yên Edeney û Amedê bi awayekî tund nerazîbûna xwe anî ziman û Halacoglu wekî ‘Xwendayê cahêl’ binav kir. Ji kurdên li Edeneyê dijîn Resul Sarionluk bi pirsa, ‘Dema tirk ji Asyaya Navîn hatin kurd û ermenî ne li vî welatî bûn? ji Halaçoglu kir û wiha axivî: “Dibêje ku elewî ermenî ne, kurd nizam çi ne. Gelo tirk kî ne? Dikare bersiva vê yekê bide. Ji Asyaya Navîn hatin û li ser gelan desthilatdarî meşandin, gel berî hevdu dan. Gelo dawiya vê polîtîkaya înkarê dê kude biçe? Ez kurd im. Xwedê ez wekî kurd afirandime. Heta dawî jî ez ê wekî kurd bijîm. Ji Trakyayê bigire heta Sîlopiyê ev erdnîgarî ya min e. Ez li ser vê axê hatim dinyayê û ez ê li ser vê axê bimirim.”

‘Em kurdin di nava kurdan de elewî jî hene êzidî jî’

Hemwelatiyê bi navê Halis Aydin jî nêrînên xwe bi gotinên, “Li ser vê axê kurd jî, ereb jî, tirk jî dijîn. Lê belê herkes dizane û nikare înkar bike ku gelê Mezopotamyayê yê herî kevin kurd in. Ji Medan bigire heta niha vê rastiyê herkes dizane. Ma dê Halacoglu vê rastiyê berevajo bike. Tirk ji Asyaya Navîn hatine û paşeroja wan 800-900 sal e. Gotinên bi vî rengî eleqeya wan bi zanistiyê re tune ye, zêdetir bi polîtîkayê re eleqedar e. Yanê tiştekî îdeolojîk e. Ji ber vê yekê kes van gotinan cidî nagire. Lê belê ji ber ku ji devê rayedarekî dewletê derketiye, em vê yekê qebul nakin. Em kurd in û kurd jî 20 milyon in. Di nava van kurdan de elewî jî hene, êzîdê jî hene. Kes nikare vê gotinê qebul bike.

‘15 sal e li Edeneyê me lê peyvek tirkî nizanim’

Her wiha li ser mijarê jina bi navê Keyfî Yildirim jî anî ziman ku ew 15 salin li Edeneyê dijî lê peyvek jî tirkî nizane û ev tişt gotin: “Heke ez ne kurd im tirkmen îm ez çima tirkî nizanim? Ez çi me? Zimanê min çiye? Gelo van pirsan kes jixwe pirs dike? Divê kesên ku dibêjin kurd tune ne, bersiva vê pirsê jî bidin. Em kurd in û heta dawiyê jî em dê kurd bin. Ji bo ku em wekî kurd bên qebulkirin jî em dê her tiştî bikin. Ez derdê xwe bi tu zimanan nikarim vebêjim. Heke ez tirkmen in, minê zanibûya bi tirkî biaxivim. Minê bikariba di nexweşxaneyê de derdê xwe biîna ziman. Lê belê ji ber ku zimanê min kurdî ye, nikarim li tu deran derdê xwe vebêjim.” Hemaîl Bayram jî bi gotina, “Em ji Şirnexê hatin Edeneyê. Ez 17 sal in li vir dijîm lê peyvek tirkî nizanim. Dibêjin kurd tune ne pekî em kî ne? Ez ji kurdî behtir nikarim peyvek bi zimanekî din biaxivim lê ez çawa ne kurd im? Yê ku vê gotinê dibêje bixwe re dibêje profesor. Lê belê ev ne profesor e ev cahîl e. Cahîlê xwendevan e. Xwendin û nivîsandina min tune ye lê ew ji min cahîltir e. Bi salan e digotin kurd tune ne lê êdî hebuna me dinya qebul dike ew hê jî li ser gotina xwe ya kevin disekinin” bertek nîşanî gotinên Halaçoglu da.

Nerazîbûna amediyan a li dijî Halaçoglu: Bêrêzî kiriye

Piştî axaftina Serokê Saziya Dîroka Tirk (TTK) Yusuf Halaçoglu ya li Qeyseriyê di sempozyuma bi navê, ‘Dîrok û çanda tirkan de avşarî’ li ser kurdan kirî de, bertekên li hemberî wî zêde dibin. Amediyan bertekek tûnd nîşanî gotinên Halaçoglu yên wekî, ‘Kurd tirmen in û kurdên elewî jî ermenîn e’ dan û ev yek wekî bêrêziyek mezin nirxandin. Amediyan ligel hemû bangawaziyên îstîfakirinê û nerazîbûnên li hemberî Halaçoglu jî cardin parastina wî ya van îdîayan şermezar kirin. Amediyan nêrînên xwe yên têkildarî mijarê wiha anîn ziman;

‘Lazim e hemû kurd bertekê nîşan bidin’



Alî Gorpinar (Xwendekar):
Ev axaftina Halaçoglu nîşaneya dewamkirina înkara kurdan e. Bi daxuyaniya serokek saziya dewletê ya fermî her tiştî derdixe holê. Li hemberî gelek dîroka wî ev qas kevin gotinek wiha neheqiyek mezi e. Lazim e hemû kurd bertekê nîşanî vê daxuyaniyê bidin.
Velî Tolan (Xwendekar):
Lazim e dîrovanên kurd bên em hev û vê pirsgirêkê ji holê rakin. Dîroka kurdan xwedî paşerojek kurd nîne. Lê kurd dîroka xwe baş nizanin. Di vî warî de kêmasiyên me jî hene. Lê dîrokvanên me jî hene. Ev gotinek nijadperestî ye. Lazim e ev dîrokvanên nijadperest pêşiyê dîroka kurdan bixwînin, piştre van daxuyaniyan bidin. Li Tirkiyeyê 20-25 milyon kurd dijîn, çawa dikare daxuyaniye wiha bide. Ev ne gotinên akademîk in, nijadperestî ne.
Murat Eryilmaz (Serbest):
Gotinek bêtalîh e. Ji zanistîbûnê dûr e. Li ser bingeha red û înkarê hatiye kirin. Em kurdin û li vir in. Hemûna kurdan bi zanistî li holê ye. Tiştên berovajî vê yekê tê wateya înkarkirina beşek gelê li Tirkiyeyê dijî. Em vê daxuyaniyê şermezar dikin. Lazim e Halaçoglu ji peywirê bê avêtin.

berxwedan is offline  
Eski 23-08-2007, 09:23 AM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: MogadişU
Mesaj: 27,726
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 61396
Rep Puanı : 6136698
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayılan


me kirin eskimo me kirin turkmen..
.
.
emé kingé bivin kızılderili an ji aborjin....ez zirani dikim??

__________________
PCkopat is offline  
Eski 23-08-2007, 09:26 AM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Dec 2006
Konum: "Toprağın Kalbinden"
Mesaj: 7,774
Üye No: 44844
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 21727
Rep Puanı : 2171858
Rep Derecesi
zîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond repute
Varsayılan


dî mêclisêdêjî anayasa gotîn kûrd tûnênê mêjî türk hêsapkîrın....
êv çî gôtının ya....!!!

__________________
zîvûzêr is offline  
Eski 23-08-2007, 09:28 AM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 6143
Rep Puanı : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayılan


[quote=PCkopat;1404054]me kirin eskimo me kirin turkmen..
.
.
emé kingé bivin kızılderili an ji aborjin....ez zirani dikim??[/QUOTE

em ji karkurd derketin û êdî bûn eskîmo û tirkmen lê bilaqe em bibim kızılderîlî jî lo...

em bibim çi jî em dibin bela serê wan dawiya dawî ku heta mafê xwe bistînin...

heci is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Jina Kurd DivÊ Bi ZanebÛn Û Bi ZimanÊ Xwe ZarokÊn Xwe Mezin Bike heci Çandi Gişti 2 14-02-2008 09:13 AM
BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! sezi Dirok 4 28-06-2007 02:36 PM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Gişti 1 23-06-2007 10:54 AM
Ey Jina Kurd Numberone Helbesten Kurdi 5 17-12-2006 11:03 PM
Şoreşa Qoçgîriyê heci Dirok 3 30-11-2006 10:19 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 08:27 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.