|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Saziyên sivîl ên wekî Rêxistina Çandinî û Xwarinê ya Netewên Yekbûyî (FAO), Saziya Rihman a Alîkariya Civakî yên li bajarê Hewlêra Herêma Kurdistana Federal, bi piştgiriyên Wezareta Ciwan û Werzîşê û Walîtiya Hewlêrê, ji bo alîkariya malbatên kesên di encama komkujiya li Navçeya Şengalê li dijî êzidiyan pêk hatî de jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne, konê alîkariyê hate vedan. De vekirina konê alîkariyê ku li nêzî Parqa Mînare yê li navenda bajêr hate vedan de, Wezîrê Kar û Barê Êzidiyan a Hikûmeta Herêma Kurdîstana Federal Dr. Dexîl Seîd Xidir, Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî jî di nav de gelek kes amade bûn.
Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî ku di dema vekirinê de axaftinek kir, bang li gelê Hewlêrê kir ku kurdên êzudî bi tenê nehêlin û alîkariyê bidin. Hadî, destnîşan kir ku ew wekî parêzgeha Hewlêrê roja pişt bûyerê çûne cihê bûyerê, tişta ji destê wan hatiye kiriye û wiha dom kir: “Em ê vê xebata xwe, gelê êzîdî bi tenê nehêlin û wê ev xebata me bidome. Ev alîkariyên wiha dê li seranserên herêmê belav bibin, alîkarî bê komkirin û li gelê şengalê bê belavkirin.” ‘Dixwazin êzidiyan ji wir derxînin’ Wezîrê Kar û Barên Êzidiyan a Hikumeta Herêma Kurdîstana Federal Dr. Dexîl Seîd Xidir jî, der barê bûyerê de agahî dan û da zanîn ku mintiqeya Şengalê mintiqeyek ku kurdên êzidî lê dijîn e. Xidir, destnîşan kir, ji ber ku berê jî rayedarên kurd girîngiya pêwîst nedaye Şengalê, ev terorîstên ku dixwazin tevlîheviyê derxînin, vê yeke wekî firsend dibînin û van çalakiyan pêk tînin. Xidir, anî ziman ku gelê Şangalê ku di çarçoveya xala 140’an de dê referandûm lê bê kirin jî, dixwaze ev herêm bi ser Herêma Kurdistana Federal ve bê girêdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê jî kesên naxwazin referandûm pêk were, dixwazin êzidiyan ji Herêma Kurdîstanê dûr bixin, ev çalakî pêk anî. Armanca terorîstan ew e ku êzidî ji wê herêmê birevin. Lê her kes jî dizane êzidî wê vê yekê nekin, bi salan e li wir dijîn û dê der dem li wir bimînin. Bila gumana tu kesî nîn be.” Xidir, derbirî ku gelê Şengalê berê jî gelekî xizan bû, lê bi vê êrîşa hovane re, rewşa wan hîn girantir bû û lewre jî divê alîkariya wan bê kirin.” ‘Heta pêdiviyên tên bicihanîn wê alîkarî bidome’ Endama Komîteya Amadakar a Konê Alîkariyê Viyan Dexîl jî, der barê alîkariyê de agahî dan û destnîşan kir ku ew her cûre alîkariyê ên wekî pere, zexîre, kinc, xwarin û vexwarinê qebûl dikin. Dexîl, derbirî, ji ber ku gelê Şengalê di karesatek mezin dijî, her tişt ji wan re lazim e û wiha pê de çû: “Heta ku hindik be jî, pêdiviyên gelê Şengalê têne bicihanîn, em ê vê xebata xwe bidomînin. Ev xebata me dê li hemû bajar û navçeyên di nava Herêma Kurdîstanê de bê meşandin. Konê alîkariyê wê serê sibê seat ji 08.00’an heta derengiya şevê vekirî bimîne. Em ê vê alîkariyê bidin Walîtiya Hewlêrê ku li gelê Şengalê re bê şandin.” Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî û Wezîr Dr. Dexîl Seîd Xidir jî ji bo alîkariyê pere avêtin sindoqa alîkariyê. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Li Şengalê komkujî | berxwedan | Beşa Rojane | 1 | 17-08-2007 11:30 AM |
| Rêbera Hewlêrê bi peyvan | newalaqesaba | Çandi Gişti | 0 | 28-06-2007 11:03 AM |
| 72 kuştî û birîndar li Hewlêrê | berxwedan | Çandi Gişti | 0 | 11-05-2007 09:08 AM |
| Şaredara Baglarê Ozsokmenler çû Hewlêrê | berxwedan | Çandi Gişti | 0 | 04-05-2007 10:10 AM |
| birakujî... | MÊVAN | Çiroken Kurdi | 0 | 24-03-2007 11:35 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.