|
|
#11 (permalink) | |||||||||||||
|
MÜZİĞİN DEVLERİNDEN :
DILŞAD SAİD - ŞİVAN PERWER ![]() Bu mesaj en son " 05-08-2006 " tarihinde saat 09:10 AM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#12 (permalink) | |||||||||||
|
Erivan Radyosu Kürtçe programlarının bir ara tiryakileri olan yaşı ilerlemiş insanlarımızın hatırlayacağı bir isim
ZEYNEBA İBO Radyo'nun ilk spikeri. ![]() “Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…” -ev cumla hê sala 1931'ê cara ewlîn bi lutvê Hecîyê Cindî û helala wî Zeyneba Îvo(12-03-1914)bi Radyoya Ermenistanê belayî çar qulbê dunyayê bû… Zeyneba Îvo ra zarotîyê da Zano digotin. Ew, Zevo, Perîsan û birê wana –Bondo, zarêd Îvoyê Heso û Saka Ereb bûn, gundê Engûkê, qeza Qersê'da diman. Wana biçûkatiya xwe bê xem derbas dikirin, heta serê hemdinyayê pêsin. Zano 5-6 salî bû, gava mala wan da ser revê... Gundîyê wan, têne desta Araratê, diçine Êçmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê êtîm Astarakê da êtîmxane vebûye. Dîya Zano- Saka Ereb, ku mêrê xwe revê da unda kiribû, tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Astarakê, diçine wê êtîmxanê. Mezina êtîmxana Astarakê kûlfeteke xwendî, egin û bedew-Nûra Egît Axa Polatbêgova bû, xwexwe kurmanc.. Ew Zano û Bondo êtîmxanê da qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîsana biçûk qebûl nake. Sakê 2-3 cara ser zarê xwe da tê-diçe û wê sûn da, pasê Zeno pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwe ra birine, dane mêr, dîya wê- Sakê û xûska wê ya çuk ji birçîbûnê û nexwesiyê mirine. Zulim bûye… Wê êtîmxanê da sala 1921'ê Elîxanê Serdar Sahînov, kîjan sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît Axa rastî Lazo (Hakob Gazaryan) tên. Payîza sala 1921'ê Êçmîadzînê da êlîfba kurmancîye bi herfê ermenî çap dibe û xudanê wê Lazo tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Sems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanê da heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wan in: nivîskar Cerdoyê Gênco, xûska wî –Tezo, dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, kurapê wî –zimanzan- Çerkez Bakayev, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze (Hasmîk), Xanima Rizgo û gelekê din. Çend sal derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano (Zeyneva Îvo) heta sala 1926'a Astarakê da dimîne, pasê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), pasê Îcêvanê û pey kutakirina koma 7'a ra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxana da bixebitin. Û ew hersê keçêd kurd –Zano, Xanim, Hisret ji sala 1930-da dibine binelîyên Yêrêvanê. Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanê da dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wan e Astarakê anînê seher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gênco da Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurda ya teze vekîrî da qebûl bin. ![]() Dîya min gilî dike: “Em têxnîkûmê da (xwendinxanê da) hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, ji me ra digotin 'herkê hûn kurmanc in, ji ku ne, qe kes ji merivê we na yêne bîra we?' Kete bîra min, min got, wekî navê xalê min Miraz bû, navê xûska min -Zevo ye, navê birê min -Bondo ye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû. Bi sabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevo ye, ewana ji gundê me Heko ne. Ezê cab bikim -bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emrê min da sabûna ewlin bû. Sabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begem kir, hiz kir û payîza sala 1931'ê me hev sitand. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekê ra gundê Pampa Kurda da (niha Sîpan) piraktîka pêdagogîyê derbas bûm. Du mehê havînê baxçê zara da wek terbîyetdar dixebitîm. Ez ji gund vegeriyam û min û Hecî hev sitand.' 'Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendekar bûm, Hecî -dersdarê Xwendinxanê, xwendekarê Ûnîvêrsîtêtê.. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir bikira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksiya “Rîya Teze” -da kar dikir. Pey kutakirina Ûnîvêrsîtêtê ra kete aspîrantûrayê, ser dîsêrtasyayê xebitî. Niha dikime bîra xwe û zendegirtî dimînim: çawa Hecî ew qas xebat pêra digîhand? De hatin-çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi rojan li mala me diman. Nas-nenas dihatin. Dihatin bona erzekê, sikîyatekî bikin. Hîvî dikirin -alî wana bike û her tim na-na kirina Hecî tune bû. Bi pêsiya wan diket, bi her teherî wext û qedrê xwe xerc dikir, suxlê wan danî sêrî. Wexta pê dihesiya, ku mevanê me zargotinê zanin, de destpê dikir dinvîsî. Me hesab kiriye -ji sala 1931'ê ta sala 1937'a ji 30-î zêdetir pirtûkên Hecîyê Cindî yên dersa, berevokê foklorê, yêd edebiyatê, wergerandinê (tercima) hatine çapkirinê. Korektoriya wan Hecî ra tevayî min dikir (Navê min jî ser wan pirtûka heye). Ew kar gelekî çetin bûye,ji ber ku çapkirêd karkirêd çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem ne dikirin. Û qinyat jî destnivîsar diçûne ber destê wan. Ji giska çetintir, diya min bîr tîne, korêktorîkirina “Folklora kurmancîyê” ya sala 1934'a bûye. “Ew 670 belg bû û me 6-7 caran ew pirtûk temiz kir.” Sala 1933'a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendinxana kurda ya Piskavkazyê ya pedagogiyê kuta dike. Hema wê salê jî para berîmektebîyê ya xwendinxana ermena ya pedagogîyê kuta dike. Di pey ra Zeyneva Îvo wek dersdara zimên, pase ya tebîyetzanîyê li Xwendinxanêda kar dike û pê ra jî Kûrsêd hildana nexwendîtîyê di nava jina da-dersa zimanê kurdî dide. Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubariya min”, “helal û hevala min...” Van xebera va namê bavê min, ku wextê basqe-basqe da ji diya min ra nivîsiye, dest pê dibin. Ew name bi dil hatine nivîsarê. Pey girtina Hecîyê Cindî ra (wek“dijmine cimetê”) Zeyneva Îvo ji karên Xwendinxanê û Radîoya para kurdî derdixin. Hema wê salê jî (1938) Xwendinxane, rojnama “Rîya teze”, Radîyo têne dadanê, herfê latînî têne hildanê. Dîya min herdu keçêd xwe yên biçûk va -Firîcê û Firîdê- tenê dimîne, bi cefê baxçê Yêrêvanêyî zarayî hijmara 60'da wek terbîyetdar qebûl dibe. Bîra min tê çawa sibe-sibe ker û lal em radibûn, diçûne wî baxçeyî, êvaran jî, ji xwe ra tirse-tirs dihatine malê. Pasê me fem kir, ku diya me ditirsiya, wekî wê jî dikarin bigirin, yan jî me sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê min ê nêzîk gava çav me diketin, riya xwe diguhastin. Wede usa bû… Lê heqiyê alt kir. Bavê min aza kirin. Zeyneva Îvo wexta sêr û pey sêr ra jî, ji sala 1942'ê da dest pê kirîye kar bike. Havîna li gundêd Pampa Kurda da, Heko da, Samîranê da baxçê zara wekiriye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zaran. Zeyneva Îvo û Hecîyê Cindî penc keç mezin kirine. Her pêncan jî xwendina bilind sitendine. Di pey ra- Firîce bû kandîdata doxtirîyê zanistî, dosênt, lê Nûrê -kandîdata hunermendzaniyê. Frîda Hecî Cewarî ROJNEMA “RYA TEZE”, 12. 02.1997
__________________ Bu mesaj en son " 02-08-2006 " tarihinde saat 01:59 PM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Orta anadolu Kürtleri hakkında !!! önemli bir makale | rozarin | Genel Kültür | 41 | 10-03-2008 05:16 PM |
| Kürt Tiyatrosu | achar | Şano (Tiyatro) | 7 | 17-03-2007 08:43 PM |
| Tarihte Kürt Basini | Şoreşger | Tarih | 12 | 09-03-2007 10:43 AM |
| Agirê Jiyan: Albümümüz Kürt müzik piyasasına canlılık kattı (Söyleşi) | Kajîn Jîr | Sınırsız Muhabbet Burada | 5 | 05-11-2006 04:13 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.