|
|
#6 (permalink) | |||||||||||||
|
Mıhamed Arıf Cizrawi ![]() Soldan sağa : Mıhemed Arif Cıziri - Seid Yusıf - İsa Berwari Ji milê çepê ber bi rastê ve: Mihemed Arif Cizîrî (1912-1986), Seîd Yûsif, Îsa Berwarî (1933 Mûsil - 2002 Mûsil). Ev wêne di sala 1972'yê de li Libnanê (Beyrûd'ê) hatiye kisandin. ![]() ![]() ![]() Ew di sala 1912 de, li cizîra Botan, hatiye dinyayê, ev mêjû ji aliyê hemû lêkolînvanên ku li ser hozanvanên Kurd lêkolîn çêkirine, tê pejirandin. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, ew jî weke gelek kurdan tê girtin û wî dibin li Amedê dixin zindanê. Di sala 1929 de, ji zindanê derdikeve û diçe welatê xwe. Ji wê rojê û pêde Cizrawî qerara xwe da ku dest pê bike û bistrê. Kerba di dilê xwe de bi dengê xwe bîne ziman û êşa ku di zindanê de dîtibû derxîne derve. Rewşa wî ya madî gelekî xerab bû, ne tenê ya wî, rewşa her kesî xerab bû, lê belê ê wî deng hebû, dikaribû bi dengê xwe xizaniya xwe dagire û dilê xwe rihet bike. Li gora ku tê gotin diya wî Edla Xanim dengbêjeke meşhûr bûye Cizrawî di stranbêjiyê de ketiye bin tesîr û bandora wê. Cizrawî ji ber zilma dewleta Tirk direve diçe başûrê Kurdistanê, pêşiyê li Zaxo, piştre jî li Dihokê bi cih dibe. Di sala 1932 Mihemed Arifê Cizrawî dizewice û keç û lawekî wî çêdêbin (Asiya û Kerim) Di demeke kurt de, dengê wî li seranserê Kurdistanê belav dibe, gelek stranbêjan nas dike û bi awayekî profesyonel dev ji her tiştî berdide û hemû giraniya xwe dide ser dengê xwe. Sala 1939 li radyoya Bexdayê weke karmend dixebite û ji nêzîk ve dostaniyê bi Meryem Xan, Girapêtê Xaço, Hesen Cizîrî û gelekên din re datîne. Li wê derê bi sedan stranan tomar dike. Weke, Derwêşê Evdî, Xezal Xezal, Mîrê Botan, Bavê Seyro, Hesenîko Qurban, Hesenê Mala Musa, Cembelî Kurê Mirê Hekarê. Her wiha ew li gelek welatan digere û konsertan pêşkêş dike, êdî kesek namîne ku dengê wî nabihîse. Mihemd Arifê Cizrawî roja 17 Kanûnê sala1986 di 74 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Dihokê çavên xwe digire û dişe ser dilovaniya xwe. -------------------------- Bavê Seyro Li min lo lo li min lo lo Li min lo lo Li min lo lo Bavê Seyro Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê Kum û kolozê xwe xwar kiriye pala xwe daye cencerê Ez terka Bavê Seyrana xwe na kim Heta li ser sînga min karê karxezalê Bibe zîqîna vê xincerê Li min lo lo Li min lo lo ... Li min lo lo ..Bavê Seyro.. Neqeba min û bavê Seyro tak dîware Pînkê lêxe bîne xware Sîng û berê min karê karxezalê Tiberka mala bavê Kale.. Li min lo lo li min lo lo.. Li min lo lo Bavê Seyro .. Wez diçûm sûka van hedada Min dî Bavê Seyro cixare pêça Simbêlê reşî qeytanî bada Heçî neqeba min û Bavê Seyro Bi neqencî xeber bide Rebî ne gihêje tu meqseda tu mirada Li min lo lo li min lo lo Bavê Seyro.. Bu mesaj en son " 04-08-2006 " tarihinde saat 08:38 AM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#7 (permalink) | |||||||||||
|
![]() 1960 lı yıllar... Sağdan sola : Salên 1960. Ji destê rastê: Hesen Cizîrî, Nivîsevan Hashim Cibarî, Mihemmed Arif Cizrawî û nivîsevan Evdulla Ebas Fuad Ehmed
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#8 (permalink) | |||||||||||
|
![]() KURDİSH SİNGER FUAD EHMED ![]() Fûad Ehmed di gel hunermendan. Salên 1960. Ji destê rastê: Tahir Tewfîq, Fûad Ehmed, Îsa Berwarî, Bakurî, Ehmed El-Xelîl, Nivîsevan Tariq Brahîm Sherîf, Yas Xizir
__________________ Bu mesaj en son " 28-07-2006 " tarihinde saat 05:19 PM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
|
|
#9 (permalink) | |||||||||||
|
![]() Brader û dengbêj Fadilê Kufragî
__________________ Bu mesaj en son " 28-07-2006 " tarihinde saat 05:26 PM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
|
|
#10 (permalink) | |||||||||||
|
![]() ![]() Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya bakur stran li ser qewanan tomar kirine. Sala 1904'ê li Dêrgola Botanê (Bakurê Kurdistanê) hat dine. Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê heya roja îro jî tên hez kirin. Di Kurdistanê de Meryem Xan yekemîn pêşenga stranbejiya jina kurd e. Meryem Xan sala 1949'an li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êşên mezin de çu rehmetê. Meryem Xan ilk kadın Kürt ses sanatçısıdır. 1904'de doğdu. Meryem Xan Kürt müziğinin gelişmesi adına çok emekler sarfetti. Bu yüzdendir ki, besteleri çalışmaları günümüzde halen büyük bir beğeni ile dinlenilmektedir. Meryem Xan 1949'da Bağdat'ta hayata veda etmiştir.
__________________ Bu mesaj en son " 03-08-2006 " tarihinde saat 06:44 PM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Orta anadolu Kürtleri hakkında !!! önemli bir makale | rozarin | Genel Kültür | 41 | 10-03-2008 05:16 PM |
| Kürt Tiyatrosu | achar | Şano (Tiyatro) | 7 | 17-03-2007 08:43 PM |
| Tarihte Kürt Basini | Şoreşger | Tarih | 12 | 09-03-2007 10:43 AM |
| Agirê Jiyan: Albümümüz Kürt müzik piyasasına canlılık kattı (Söyleşi) | Kajîn Jîr | Sınırsız Muhabbet Burada | 5 | 05-11-2006 04:13 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.