Yalnýz Mesajý Göster

Eski 13-12-2006, 08:44 PM   #1 (permalink)
Mirza
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanýn baþkenti
Mesaj: 7,902
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 384000
Rep Puaný : 21478694
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Lightbulb Melayê Batê (1417-1491) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik


Mela Hisênê Bateyî
Melayê Batê yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.

Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:

“Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Þahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf þihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .


Li gora tiþtê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û þihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:

Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beþer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm
Dinê me kir kamil û nî'met temam
Ya'ni da me Ehmed û Darusselam
Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal
Bê heval û bê misal û bê zewal
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”

Mirza is offline