Yalnýz Mesajý Göster

Eski 12-12-2006, 08:47 PM   #2 (permalink)
rêwî
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: Güya Avrupanýn Kültür Baþkenti
Mesaj: 9,823
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 384000
Rep Puaný : 25170983
Rep Derecesi
rêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Wele çendê wî alî li Diyarbekirê bûm, ji min re hin mîx û hacet lazim bûn. Min got ka serîkî li çarþiya îspahiyê jî xim. Min bala xwe dida xerûper tiþtûtebayên li ser erebokan, min dit yek gazî min dike: “Mihemed Elî efendî! Mihemed Elî efendî!” Ez lê zivirîm, min ew nenasî. Min gotê: “Xêr be min tu nenasî, tu kî yî?” Stûyê xwe li alîkî xwar kir û gote min: “Malava çawa te ez nenasîm? Ma nayê bîra te? Di filan salê de ez qeymeqamê Bismilê bûm, te ez jê avêtim. Ji bona rizqê zarû û zêçê xwe niha li ber vî desgehî me û bi van hesin û bizmarê zengarî nifqê wan derdixim.” Ez biþirîm û min gotê: “De bixo kero çawan e.… Xwedê dabû te, te nizanibû bixwara. Ma tu nizanî ko pêstûrî ji gayê cot re jî namîne?” Got: “Erê weleh Mihemed Elî efendî ez poþman bûm, lê êdî ji destê min filitî.”


Mele Mehmûd destên xwe di hev de miz dan û bi þîranî gotê:

— Maþelah! Subhan ji wî Xaliqî re! Xwezila çend kesên dîtir jî wekî te hebûna. Lê wayê çawa bûye ko te ji bîra nekiriye? Bi Xwedê kî apê Hecî bi casûsî masûsî qet neçûyî nav dewletên ecnebî?”

— Lê çawa. Hê zemanê rehmetiyê Menderes bû. Rojek Elahûalem çi roj bû nizanim, hatim malê xatiya we got: “ Polêsek hat malê li te pirsî. Got ko Mihemed Elî efendî çi gav were malê bira esehî nesekine bê Qeymeqam efendî bibîne.” Hela! hela! Xwedê xêr ke. Hema ji ber derî zivirîm, çûm qûnaxê, derketim hizûra Qeymeqam, min gotê: “Xêr e? Te ez xwestime?” Qeymeqam efendî rabû piya temena kir, got: “Haþa! Mihemed Elî efendî çi hedê min e. Wele Walî efendî têlefon kir û got: Ecele Mihemed Elî efendî bibînin û bêjinê bira were vê. Êdî çi ye çi nîne pê nizanim.” Êh ji xwe karûbarê riya min kiribûn. Siwar bûm çûm Diyarbekirê. Derketim hizûra Walî efendî, min pate lêxist û got: Kerem ke Walî efendî te xêr ê. Walî efendî rabû temena kir û got: “Mihemed Elî efendî ez nizanim çi ye, çi behs e, lê baþwekîl (serekwezîr) Ednan Menderes têlefon kir û got ecele li erd be li esman be gere hun Mihemed Elî efendî bibînin û wî biþînin vê derê. Hertiþt hazir e, hema em li hêviya te ne.”

“Min da hiþê xwe ko karekî muhîm nîn be Menderes gazî min nake. Serê we neêþînim, ez çûm Enqerê, derketim qûnaxa Menderes, nobedar li ber derî bûn, gotin “dûr!”(**) Ez li wan fetilîm û min got: “parlo!”(*) Wele pate lêxistin. Min derî vekir û ketim hundir ko wayê Menderes li odê wek feqiyê ko dersa xwe mutale bike, berûberê odê diçe û tê. Min patekî jê re lêxist. Ko çav bi min ket, kêfa wî hat, beþera wî xweþ bû û got: “Wey Mihemed Elî efendî bi xêr û bi ser çavan re hatî. Misêwa min rêpaniya te dikir.

“— Êh xêr be Baþwekîl efendî, te ez heta vê derê anîm. Hêcrana vê çi ye. Ne bê sebeb e.” Rehmetî kûr kûr fikirî û li min vegerî, got: “ Na wele Mihemed Elî efendî ne bê sebeb e. Ji Îngîlistanê pîlanek ji me re lazim e, û ferz î ferz lazim e. Casûsên me yên ko çûn bînin, ya asê bûn nema derkevin ya hatin girtin. Vêca em fikirîn, me got hebe tunebe yê ko bikare me ji vê tengasiyê derxîne bi tenê ewê Mihemed Elî efendî be. ª wele niha em li te tifiqîne.”

“Çi bikim? Biye cil û ketiye mil. Wele rabûm çûm Îngîlistanê, pîlan û tiþtinên ko lazim bûn min berhev kirin. Li kuçekî Îngilistanê digeriyam, bala min pêket ko du meriv li dû min in nêzenêz taqîbata min dikin. Ez sekinîm. Min guh dayê ko yek ji yê dinê re dibêje”van vîng vonk.” Yanî tu zanî, ev casûsê tirka ye. Wele min jî necamêrî nekir, li wan zivirîm, min jî got “fîn fan fonk fînk fank?” yanî qey ez nizanim hun jî casûsên ïngîlîz in?” Ew ji pey min vebûn.

“— Ez zivirîm hatim Tirkiyayê, Enqerê. Çûm qûnaxa Menderes, di derencan de hilkiþîm hatim ber derî. Nobedar gotin “dûr ûlan!” Min got ûlan bavê we ye, êþekoxlîêþek! Parlo! Wele tafilê xwe dan hevûdu û pate lêxistin. Ez ketim hundir ko Menderes li ser masa xwe rûniþtiye û mitale dike. Çawa çav bi min ket, çirçên eniya wî ketin hev û got: “Mihemed Elî efendî malava ka tu hê li van dera yî, hê neçûyî?” Min gotê: “Baþwekîlê min ez çûm û hatim.” Wele min rakir ji bin çengê rastê lûlikeke kaxiz, ji bin çengê çepê yeka di, ji milê rastê yek, ji ber milê çepê yeka dîtir, ji ber gora rastê lûlikek, ji ber gora çepê yeka di, ji navrana þal yekê, ji berîkên saqo û þalwar yek bi yek lûlikên kaxiz derxistin, li ser masê li ber Menderes kire lod. Menderes li loda ber xwe û li min nihêrî, lêva xwe hilkir û gote min: “Malava ev çi hal e? Hema te giþt bikira destik û bikira derekê.” Min gotê: “ Ev karê casûsiyê ye, ne yê baþwekîltiyê ye. Ne karê zarûka ye, efendî! Bi rê de oxilme moxilme dibin, te dît ko lûlikek qefaltin, qe nebe yên dinê xelas dibin.” Menderes serê xwe rast û çep hejand û got: “ Welahînê Xwedê sed sal bimana min vê fehmê nedikir. Helal be ko tu bera Mihemed Elî efendî yî.” Min gotê: “Baþ e, emrê hikûmatê û xizmeta dewletê li ser ser û li ser çavê min. Lê qey timî ewê karê bi vî awayî di stuyê min de bimînin. Ev qeliyan? Ji casûsê dewleta Alî Osman kes nema? Lê sibêroj ko bimirim ewê çawa be?” Rehmetî got:” Qet behs meke. Îro çend roj in ez jî lê difikirim.”

— Qey ne wisa ye? Ka kî vê famê dike?” bi awayê pesindanê Mele Mehmûd got û jê pirsî:

— Gelo qet bi casûsî an wekî dinê, riya te bi nav Ûris neket?”

— Lê çawa… Xwedê jê razî!

— Halê wan çawa bû gelo, miamela wan bi çi awayî bû, tu bi çi karî çûbûy?

— Halê wan? De ka ewê halê wan çawa be? Genim tune, ceh kêm e. Hêsîr dar dihêrin, arê daran li nav arvan dixin, dikin peksîmat û dixwin. Ne ji vî awayî be halê wan baþ e. Kafir te dî ji hevûdu re bi aqûbet in. Herwisa ji dînê xwe re jî pir þedîd in. Ez hêsîr bûm di destê wan de. Di herbê de em dîl ketibûn. Wan ez birim bajarekî, qulikek xanî dan min. Karê min ew bû ko rojê carekê herim qereqolê xwe nîþanî wan dim. Rojekî qomsêr gazî min kir, bi awirekî tûj li min nihêrî û gote min:”Tirko! Çavê xwe baþ veke, baþ guh bide min. Tu tirk î, bisilman î. Tu yê mîna tirkan li xwe ki û tevbigerî û wekî bisilmanan limêj û taeta xwe bikî. Em qebûl nakin ko tu wek erfûedetê me ûrisan bikî, herî dêrê an dev ji dînê xwe berdî werî ser dînê me. Tu li ser dînê xwe û em li ser dînê xwe.”

— Gelo çima nedixwestin ko haþa tu herî ser dînê wan û wek erfûedetê wan bikî?

— Bi fikra wan, hetanî meriv li ser dîn û erfûedetê xwe be, meriv ji wan bi ferqtir e. Meriv bisilman e, li ser dînê xwe ye û ew jî fileh in li ser dînê xwe ne. Meriv û ew tevîhev nabin. Ka pez û gur dikarin tevîhev bibin? Lê gava tu herî ser dînê wan, -ê hestiyê helal heram, yê heram jî helal nabe-, çawa be jî ewê damar bikiþîne, tê tiþtên wan hîn bibî û bi casûsî neqlî Tirkiyayê bikî. Ew jî vê qebûl nakin.

— Subhanelah çi kafirekî jîr e kur-ro? Tam bi îþê xwe zane. Lê em vê li alîkî bihêlin. Karê dinyayê te dît li dinyayê dimîne. Ji xwe Xwedê xêra te jê hasil dike, înþe-ellah. Lê wekî dinê hin tiþt hene ko ne bi destê hikûmat û ehlî ne. Îla bi destê Xwedê, bi îcaza Xwedê jî bi destê we qenc û weliyên Xwedê diselihin. Herwekî em bêjin wek tofanê, agir û þewatê, lehiyê. Te dî Xwedê haþa bi zat û sifetê xwe nayê yan jî em bêjin ko agir bi derekê ketiye û taxek, gundek an bajarek daye ber xwe, ê Xwedê ezze-we-celle bi xwe nayê destê xwe nade berê. Emir dide qencekî xwe, welîkî xwe, ew weliyê Xwedê bi îzna Xwedê destê xwe dide ber wê qisûmatê û ew disekine. Gelo qet tiþtekî wisa bi serê te de hat an ne.

Ev pirsa li ser mesela binê kundir bû ko Mele Mehmûd jê dipirsî.

— Mele Mehmûdê min, tiþtên ji bona Xwedê di riya Xwedê de ne. Çend sal berê baraneke gurr bariya. Du-sê hefte bi þevûroj, bê çav vekirin, mîna devê meþkê misêwa ev bimbarek dibariya. Li kuça çokek lehî rabûbû, îbadulah nikaribûn ji malê xwe derkevin derva. Êh ji destê evdên xafil jî tiþtekî nayê, ewê evdê reben çi bikin, çi di destê wan de heye?

“Þevekê piþtî limêja eþayê dereng, xatiya we ket nav ciya û raza. Yê min jî hin mijûlahiyên min hebûn, ez pê bilî bûm. Min ew qedandin, êdî karûbarê nav ciya kir, min nihêrt deriyê me yê derva lêket. Hela! hela!… Vî wextê ha ewê kî be. Þev yek û xerab gelek! Te dî divê meriv hesabê xwe bike. Qotek tifinga min hebû, min ew ji pîncê dîwêr anî û ez çûm piþt derî, min lê deng kir: “kuro tu kî yî?” Dengekî hate min, got “ez im, derî veke.” Hela! hela… ev kî ye. Te dît qenc hene… xerab hene… meriv nizane. Min dengê xwe piçek bilintir kir: “Kuro lawo tu kî yî?” Dîsa got: “Ez im û ez im, derî veke!” Êh þire-þira baranê ya Îlahî wisa gurr e ku; meriv dengê nas jî ji hev dernaxe. Ez aciz bûm, wele min sirma tifingê qelabt û fiþek da berê -te dî meriv nizane qenc hene xerab hene, vê þeva Xwedê vê saeta ha… çi zanim- û min gotê:” Kuro lawo ez ji te re dibêjim, tu kî yî? Çi kes î?” Deng vêca bilintir bû û got: “Mihemed Eliyê min lawo tu kor bûyî? Ez im, xerifiyo ez im!” Min derî lê vekir ko himet û bereket her timî hazir be. Xwedê celle-we-celallehû bi zat û sifetê xwe li ber derî ye. Ez kolî dest û piyên wî bûm. Min xwe da alîkî derî, rê dayê ko were hundir û pê re jî min gotê:” Ya Rebî vê þeva ha li te xêr e? Kerem ke were hundir.” Gote min: “Mihemed Eliyê min lawo! çi hundir e, çi hal e? Tu nabînî ko îro serê çend þev û çend rojan e ko esman qeliþiye û tê de baran nasekine. Ev kar karê te ye, divê tu herî esman pîne bikî.” Min gotê: “Ya Rebî! Ez rebenê Xwedê û ev karê ha!” Gote min: “Na lawo! Îmkana wî tune ye divê tu bikî.” Min got: “ De ka ez herim þalê xwe li xwe kim, ez tazî me.” Gote min: “Lawo þalê te li te ye.” Min bala xwe dayê subhanellah bera jî þalê min li min e. Lê ez baþ pê dizanim ko ez bi tena derpê û kiras hatibûm. Min gotê : “Baþ e, herim çakûç û bizmarê xwe bînim.” Gote min:” lawo! Tu çi merivekî bêsebir û xafil î. Li berîkên þalê xwe binihêre.” Min berîkên xwe oxilme kirin, di ya rastê de çakûçê min û di ya çepê de jî mîxên zêrîn.” Min got: “Ez hazir im. Ka ezê çawa herim?” Got:”Tu çi evdekî min î bêsebir î.” Min ha bala xwe dayê ko erd bilind bû û esman nizim bû, erd bilind bû û esman nizim bû, erd bilind bû û esman nizim bû, erd bilind bû weleh hetanî ko esman hat ber fesala destê min. Min bala xwe dayê ko di nîvî de çi qelþekî lêketiye. Min destek avêt keviya qelþê ya rastê, yek jî avêt ya çepê û got: “Ya bi qewet û himeta Xwedê û Resûlê ekrem! Ya Þêx Evdilqadirê Gêlanî û Þahê Nexþebend!” bi hemî hêz û taqeta xwe min herdû kevî kiþandin ser hev, bizmarê xwe danî ser, bi çakûçê xwe kuta. Piþtî ko min ew baþ bizmar û asê kir, karê min qediya. Êdî ji berê xwe ve bi hikmeta Rebê jorîn erd nizim bû û esman bilind bû, erd nizim bû û esman bilind bû, erd nizim bû û esman bilind bû, ha min dît ko ez li ber deriyê malê me. Ketim hundir, min derî çengel kir. Çûm odê, xwe þêlihand, lembê zenûn kir û ketim nav ciyan. Xatiya we ji xewê veciniqî û got:”Wîþþþ! Meriv dibê qey tu ji nav teyrokê têy, ev çi halê te ye?” Min gotê: “Herê korê tu bizorê razê! Tê ji ko derê zanibî ko ez ji ko derê têm?”


”Hecî Mihemed Eliyê Qelþo”, ”Mihemed Eliyê Qelþo” weyaxud tikûtenê ”Qelþo”: Min navûdengê vî camêrî zû de, hê ji zemanê zarûtiya xwe bihîstibû. Lê ji min re mîna yekî efsanewî dihat: Wekî mala zalê, Betal Xazî, Herkul an hin kesên dinê. Min nizanibû ko Mihemed Eliyê Qelþo an Hecî Mihemed Eliyê Qelþo hê jî dijî û yek ji endamê civaka me ya wê rojê ye. Loma gava ko ew bi min dan nasîn wekî ko di xewnekê de bim, wisa þaþ mam. Wisa þaþ mam ku; heta bi bersîva cara pêþiyê îqna nebûm, du car sê car min ji Fikrî Xoce û Mele Mehmûd pirsî da ev camêr ew Qelþo ye.

Zilamekî bi bejna xwe ne kurt û ne jî dirêj bû. Di seriya þêst salî de bû. Bi canê xwe genimgûniyê girtî bû. Riyekî þînboz î fereh lê hebû. Destên wî fereh û gir bûn; xuya bû destên kar û xebatê ne. Þewqeke ji wanê Dawid Nêrgiz malê Diyarbekirê li serî, saqokî lacîwerdê bi ser xêzên spî yê qaçax û þalwarekî reþ lêbû. Karê wî hostatî bû: Hostayê xanî lêkirinê, yê aþ danîn û niqarkirinê, yê haletê cot û xeratiyê bû. Hostayên bi vî awayî li gundê xwe timî kar nabînin; seyar in, li ko derê kar hebe çendekî ji mala xwe bi dûr dikevin, li ciyê kar-lê-heyî dixebitin, di pey xelasiya karê xwe de dizivirin mala xwe.

Xêrnexwaz û çavnebar gelek in. Bebextî bi hecîtiya wî de jî anîbûn. Dibêjin ko du sê roj berî hecîkî ji gundê wî ji Hecê bizivire mala xwe, Hecî Mihemed Elî tesadufen li Diyarbekirê, li otêla Çelîk Palasê ye. Qeflekî hecî berî yê gundiyê wî ko hatine, ew jî li wê otêlê ne. Hecî Mihemed Elî pirsa wan dike, li halê rêwîtiya wan û yê tengasî û zehmetiyên wan ên li Hecê dike. Di pey de pirsa gundiyê xwe yê ko çiye Hecê dike. Ew jî dibêjin: “ Wele elhemdûlîlah ji aliyê sihetê ve baþ e, li heyatê ye. Lê tiþtê ko heye li ser Girê Erefayê cizdanê wî yê pera jê dizîn. Rebenê Xwedê yê bêçare kir qareqar û hawar. Êdî misilmanên dorhêlê xêra xwe jê re destmal vekirin pere berhev kirin.” Ew jî dotira rojê ji Diyarbekirê berê xwe dide malê, tê gundê xwe. Yên selavê lê dikin an pirsa wî dikin, bi wan de dixeyide, dibêje:”Heyla fasiq û zindîqno! Ez ji mala Xwedê, ji Heca þerîf têm û wek hecîkî hûn nayên seredana min.” Gundî êdî naçar bawer dikin, diçin seredanê. Ew jî teberikên mîna tizbî, xelek û hwd ko ji Diyarbekirê kiriye û bi xwe re aniye li wan belav dike. Du-sê roj þûn de, heciyê gundiyê wî tê. Gundî diçin seredana wî jî û dibêjin: “Wele elhemdûlîlah wayê tu jî û Hecî Mihemed Elî jî hûn bi saxî û bi selametî vegerîn, ji gundê me îsal du hecî derketin.” Heciyê dinê dipirse” Hecî Mihemed Elî kî ye, hûn behsa kîjan Mihemed Ellî yî dikin?” Jê re dibêjin: “ Hecî Mihemed Elî lo! Yanî Mihemed Eliyê Qelþo.” Mêrik hêrs dibe, xwe hiltîne li erdê dixe. Dibêje: “Hiþk û ji binî derew e. Qelþo nehatiye Hecê.” Ev gotina wî tê bi guhê Hecî Mihemed Elî dikeve. Êvarê tam wextê ko gundî li mala heciyê dinê ne, Hecî Mihemed Elî radibe diçe seredana wî. Piþtî kêfxweþî dana hev, Hecî Mihemed Elî di nav civatê de dibêjê: “ Heciyê delal! Hec ew e ko meriv diçe mala Xwedê li gunehê xwe poþman dibe, li ber destê Xwedê û pêxember tobe dike ko êdî derewan neke, bêbextiyê neke, heqê xelkê nexwe, neûzû bîllah tiþtê heram neke û heqê camêran jî înkar neke. Newisa Hecî?” Hecîyê dinê dibêje:”Belê, sedeq amentûbilah! wisan e.” Hecî Mihemed Elî dibêje:”Ku wisa be, herê agir bi malê keto tu çima xwe ji Xwedê dikî û dibêjî ‘Mihemed Elî derewan dike, nehatiye Hecê?” Heciyê dinê dibêje; “Ez qet jî xwe ji Xwedê nakim, tu nehatî Hecê û li wan deran jî çavê min bi te neketiye.” Hecî Mihemed Elî li wî û gundiyên li civatê dizivire, dibêje:

— Li ser Girê Erefê, serê sibê berî ko birêkevin herin þeytan biricimînin, te ji nava serê xwe nekir qîrîn û negot “hawar e! gidyano hawar e perê min dizîn!” Gundî vediciniqin û Heciyê dinê jî li hevûdu soromoro dibe û dibêjê:

— Tu ji ko ve zanî?

Gundî þaþ dibin li wan dinêrin. Lewra Heciyê dinê ji wan re behsa her tiþtî kiriye, lê behsa vî tiþtî qet nekiriye ko em bêjin Mihemed Elî ji wan bihîstibe.

Hecî Mihemed Elî:

— Êh Hecîko! Em herçî hecacên Silîva, Bismil, Hezro û Batmanê me xêra xwe destmal venekir -Xwedao tu ji xêrê dernexî!- û ji te re pere berhev nekir?

Heciyê me yê dinê bêtir þaþ dibe û bi awakî þeqizî û berxweketî dipirse:

— Êra tu ji ko zanî û êra bi xatirê Xwedê tu ji ko pê dizanî?

Hecî Mihemed Elî bi ser gundiyê xwe yê bextreþ de diçe:

— Ez hê jî bêjim?

Bersîv ji Hecî û deng jî ji gundiyan dernakeve. Rastî û heqiya çûna Hecî Mihemed Elî ya Hecê ji aliyê ometa Mihemed ve tê pejirandin.

Demek kurt di pey hevdîtina me ya wê rojê de ji Silîva çûm. Di dawiya tîrmeha 1967 an de zivirim. Mele Mehmûd êdî li ber dikanê nîn bû. Niha di karekî dîtir de bû. Me hevûdu dît, pirsa hevûdu kir û li hal û ehwalê dinyayê pirsî. Mele Mehmûd ji min re got:

— Lê! Malaminê! Hecî Mihemed Elî wefat kir.

— Kîjan Hecî Mihemed Elî, gidî?

— Hecî Mihemed Eliyê Qelþo.

— Na lo! Çawa? Bi çi awayî?

Mele Mehmûd:

— Di wan rojên nebixêr yên þerê Îsraîl û ereban de bû. Ez li ber Tekelê rastî wî hatim, min pirsa wî kir. Nexweþ bû, bêkêf bû. Dinaliya. Min jê re got “Bi Xwedê kî apê Hecî ev cihuyê Îsraîl tovê Îslamê brand, erebên ometa Mihemed qelandin. Gelo hûn qenc û welî çima li hawara birayên me yên ereb naçin?” Gote min:” Em çawa naçin? Wele em diçin lê ji destê me hew tê. Þevtira dinê ez bûm, Hezretî Mihemed bû, Hezretî Elî þêrê Xwedê bû, Þêx Evdilqadirê Gêlanî bû, Þahê Nexþebend bû; em çûn ko herin li hawara ometê. Me gava ji dûrî ve bala xwe didayê; bisilman û kafir ji hevûdu kifþ bûn, erê evên ha bisilman û yên dinê cihû ne. Lê gava me êrîþ dikir û em diçûn bi ser de hema giþt mîna hev xuyan dikirin. Me serî dibirîñ, ji dil xwe ve ko neyarê ometa Mihemed in, cihû ne; piþtî ko em ji þer fereh dikiþîn û dinihêrt malikê tu xera bî ko kuþtiyên ji destê me giþt ereb in. Êdî kafir û bisilman tevlîhev bûne, di navberê de ferqek nemaye. Me kir û nekir heta fecra sibê me tiþtekî havil nekir û em vegerîn. A tu dibînî ji wê þevê de ye min serma girtiye, wê sermaya pîs a çola Erebistanê ye û bi Xwedê ez dizanim ko filitandina min jî jê tune.” Min gotê “Na û devê xwe li xêrê veke, apê Hecî!” Gote min “Na! na! Birîndar bi birîna xwe dizane.”

“Di pey de çendekî derbas bû, rojekê meleyê camiya Tekelê selatan da û di pey de wefata wî ragihand. Ez çûm hawariyê. Min li hal û hewalê mirina wî pirsî. Ew roja ko ewê tê de bimire, dibejê gazî mele bikin. Gazî melê taxê dikin. Rehmetî dibêjê: Dest pê ke bi ser min de Yasînê bixwîne.” Mele du dewr Yasîn pê de dixwîne. Di dewra sisiya de tê heta nivî, rehmetî jê re dibêje “ mele bes e!” û pê re ber bi esman dinêre û dibêje”de were! de were emanetê xwe bistîne! De haydê were li hêviya çi yî?” û pê re jî çavê xwe li ronahiya dinyayê digire. Ev bi xwe gotina maliyên wî ne.”

Ez berdiketim. Mele Mehmûd berdiket. Lê Niyazî hosta bêtir berdiket. Ji herkesî bêtir berdiket û digot:

“— Rehmetî weliyekî xas bû. Bi welîtî û van hikmet û kerametên xwe yên ko ji me re digot ji tu weliyekî ko em dinasin kêmtir nîn bû. Lê heyf û mixabin ko ne yekî ereb bû. Heyfa wî ko umî bû, bi erebî nexwendibû an bi erebî nizanibû. Ko ereb bûna; ewê van serpêhatiyên wî bi erebî binivisandina, bikirina kitêb û ko hema kitêb bigota: ‘Qale Mihemed Elî -qedeselahû sirrehul ezîm- ‘ û van tiþtê wî vegotina, we dê bidîta êdî ji xwe re. Heyf! Heyf û mixabin!”

Hecîkî hebû. Hecî Mihemed Elîkî hebû. Hecî Mihemed Eliyê Qelþo (radiyelahû teala enhû).

(*) parlo: parola, parole
(**) dûr (dur: bi tirkî): raweste, bisekine.

Çîrokek ji Rojen Barnas

rêwî is offline