Yalnýz Mesajý Göster

Eski 24-11-2006, 09:52 PM   #1 (permalink)
Kajîn Jîr
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: Rotterdam Nederlands
Yaþ: 30
Mesaj: 3,328
Üye No: 6272
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 2725
Rep Puaný : 271899
Rep Derecesi
Kajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond reputeKajîn Jîr has a reputation beyond repute
Varsayýlan Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat


Konferansa Parastin Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî ku di çarçoveya 4'emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de hate lidarxistin, rojên 18-19'ê mehê pêk hat û roja 20'ê mehê jî encamnameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand raya giþtî. Em encamnameya konferansê ji bo aktîvîstên zimanê kurdî li vir diweþînin.

Encamnameya Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî

Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî ku di çarçoveya 4’mîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de di navbera 18 û 19’ê sermawezê de bi beþdariya 150 delegeyan li Salona Konferansê ya Þaredariya Baðlarý pêk hat. Konferans ji hêla Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û bi piþtgiriya saziyên ku xebata parastin û pêþvebirina zimanê kurdî dikin ve hate lidarxistin.

Di konferansê de li ser rewþa zimanê kurdî, li ser piþaftin û xwepiþaftinê, li ser parastin û perwerdehiya zimanê kurdî nîqaþên kûr hatin kirin. Di encamê de beþdarên konferansê gihîþtin van biryaran.
  • Di konferansê de hate destnîþankirin ku bikaranîna polîtîkayên piþaftinê sûcekî mirovahiyê ye. Lewre ev polîtîka ji hêla beþdarên konferansê ve hatin þermezarkirirn.
  • Beþdarên konferansê bal kiþand ser çavnebariya li hemberî zimanê kurdî û ji ber bikaranîn û handana zimanê kurdî pest û pêkutiyên li ser þaredariyên DTP’yî þermezar kir.
  • Delagasyona konferansê, pêþniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir ku li herêma Parêzgeha Duhokê û derdora wê ku zaravayê kurmancî lê tê bikaranîn, perwerdehî bi zaravayê kurmancî be.
  • Beþdarên konferansê diyar kir ku mafê ziman û çandê li gorî pîvanên navneteweyî jî mafên herî rewa û demokratîk in. Li ser vê bingehê beþdarên konferansê bang li kurdên Tirkiye, Suriye û Îranê kir ku mafên xwe yên çand û ziman xwedî derkevin.
  • Beþdaran destnîþan kir ku ji bo pêþketina ziman mercên aþtî û aramiyê pêwîst in. Ji bo vê yekê jî konferanse me xwest ku li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna mercên aþtiyane her kes barê ku dikeve ser milên xwe pêk bîne.
  • Beþdarên Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî astengkirirna televîzyon û weþanên kurdî yên mîna Roj tv, MMC û Komala Tv. wekî binpêkirina mafên mirovan û astengkirina li hemberî zimanê kurdî dibînin û vê yekê þermezar dikin.
  • Delegasyona konferansê xwest ku di warê fêrkirin û perwerdehiyê de alîkariyeke taybet ji kurdên Ermenistan, Baþûrê Rojavayê welêt bê kirin. Her wiha alîkariyê dirêjî hemû kurdên di heman rewþê de ne jî bibe.
  • Beþdarên konferansê bang li saziyên sivîl û demokratîk ên li hemû herêmên ku kurd lê dijîn kir ku têkiliyên xwe yên civakî, çandî, hunerî û aborî xurt bikin da ku zarava û devokên kurdî ber bi hev ve werin û nêzîkî hev bibin.
  • Di konferansê de girîngî û pêwîstiya Tevgera Ziman ji bo parastin û pêþvebirirna Zimanê kurdî hate destnîþankirirn û bang li hemû gelê kurd hate kirin ku bi hemû îmkanên xwe beþdarî xebatên Tevgera Ziman bibin.
  • Konferansa me bal kiþand ser girîngiya jin û ciwanan a di parastin û pêþvebirina zimanê kurdî de û xwest ku jin û ciwan di parastin û pêþvebirina zimanê kurdî de peywireke taybet bigirin ser milên xwe.
  • Konferansa me gihîþt vê encamê ku teknolojî heta niha ji bo piþaftina zimanê kurdî hatiye bikaranîn. Beþdaran xwest ku gelê kurd di parastin û pêþvebirina zimanê kurdî de bi awayekî xurt ji teknolojiyê sûdê wergire.
  • Konferansa me rojanebûna Rojnameya A. Welat wekî gaveke dîrokî bi nav kir û xwest ku gelê kurd bi her awayî li wê û hemû weþanên bi kurdî xwedî derkeve.
  • Her wekî di konferansa par de jî biryar hatibû girtin, konferansa me pêþniyar li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir da ku gav bi gav ber bi serdestkirirna tîpên latînî ve biçe.
  • Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî bang li rewþenbîr û akademîsyenên kurd kir ku bi zimanê kurdî berheman bidin û li ser zimanê kurdî xebatên zanistî bikin.
  • Beþdarên konferansê bang li dewletên ku kurd hemwelatiyên wan in kir ku hebûna zimanê kurdî nas bikin û ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî butçeyeke taybet veqetînin.
  • Her çiqas li ber zimanê kurdî hinek astengî hebin jî, yên ku zimanê kurdî biparêzin kes û saziyên kurdan in. Tiþtê girîng ev e ku kurd û kesên ku xwe kurd dihesibînin, beriya her tiþtî di jiyana rojane de, di danûstandinên bi her awayî de zimanê xwe bi kar bînin. Di vî warî kêmasiyeke mezin heye, berî her tiþtî divê ev kêmasî ji holê rabe.
Delegasyona Konferansê

Kajîn Jîr is offline