06-11-2006, 06:43 PM
|
#6 (permalink)
|
Giriþ Tarihi: Jan 2006 |
Konum: shivanistanýn baþkenti |
|
Mesaj: 7,901
|
|
Üye No: 23
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 384000
| Rep Puaný : 21478694
| |
|
| |
|
Tenetiya þevên Min
Tenetiya þevên Min
di hembêza þevên tarî de
li bêdengiya þevên xwe
dîsa rûniþtim
bi tena serê xwe
ketime nav xem û xeyalan
nav kûrahiya
ramanên xwe
kûr û kûr
diponijim
xilmaþ bûn çavên min
westiya mêjiyê min
xemgîn û dilþikestî me
rûyê min reng avêtiye
mîna guleke zer û çilmisî
dikim qêrîn û hawar dîsa
di bêdengiya þevên xwe de
li tenetiya þevan
bi tenetiya xwe re
carnan
coþ dibe
agirê sewdaya dilê min Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/helbesten-kurdi/41498-helbesten-xizan-silan-2.html#post351501
haþ dibe
mindalê nava hundirê min
reþ dibe
birîna kulên min
geþ dibe
þewata cîgera min
û li ber pozê min
dûmana cixarê
di valahiyek
tenha de me
li ezmanan
çiqes xweþik
wiçe-wiça çivîkan
Heyv dibiriqî
Stêrk diçirisin
û direqisin
li dora min
di bêdengiya þevên min de
li tenetiya þevan
bi tenetiya min re
li aliyê din
li ser miriyan dilorin
hêstir dibarin ji çavan
dengê hawarê
dihat guhê min
weke hawara strana
Egîdekî mêrxas û gernas
dil bikeder û xemgîn dibim
azar û êþ û tirseke bixof
di dilê min re girti ye
di bêdengiya þevên min de
li tenetiya þevan
bi tenetiya min re
ez tî me
dibim av
ji bo lêvên ziwa bûyî
ez birçî me
dibim nan
ji bo zikên birçî
ez sêwî me
dibim bav û dayik
ji bo zarokên bêkes
perîþan û belengaz im
ma yên têr çi fam bikin
ji halê min?
ez diqefilim
dibim agirekî germ
ji bo mirovên ku
ji sermayê diricifin
ez tarî me
dibim þewq
çirayek diçirisî
ji bo þevereþên kor
di bêdengiya þevên xwe de
li tenetiya þevan
bi tenetiya xwe re
dîsa gurpînek dihat
ji nava dilê min
mîna kaniyan
coþ dibim
geþ dibim
dixuþim û diherikim
min sînor nema dinasî
di gelek astengiyan re
derbas dibim
Tembûr û stran
helbestên min
bi xwe dihesiyan
þîyar dibin
di bêdengiya þevên min de
kilameke evîna azadiye
dest pê dikir
ew strana
çîyayên min e
bûk û zava
bêriya Welat
hesreta ziman
ew strana rastiya
dîroka Kurdîstana min e
min axîn dikiþand
di bêdengiya þevên xwe de
li tenetiya þevan
bi tenetiya xwe re
Ey heyv!
û stêrkên ezmanan!
dixwazim ronî bikim
rûpelên dîrokê
yên tarî û veþartî
bi saya þewqa we
finda min
bi coþ vêdiket Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/showthread.php?p=351501
diçirisî
ronahî dida
çaraliyên min
li ber min kaxiz
di destê min de pênûs
dîsa ketime nav
deryaya xem û xeyalan
dinivîsim
ji feleka xayîn re
di bêdengiya þevên xwe de
li tenetiya þevan
bi tenetiya xwe re
bêhn tengî heye
di giyana min de
dil û kezeb
li min peritandine
ji piþta min nabin
bi min re
dimeþin
min dixwest def bikim
tune bikim
lê nediçûn
gelo ev qedera min e?
rastî û duristiya min e?
min
xirabî çi ye
bextewarî çi ye
nedizanî
gelo
wateya jiyanê çi ye?
hê min
tamek ji jiyanê negirtiye
ez ê koç bikim biçim
ji vê cîhana derewîn
çavên dilê min
tijî dibin
kelegirî me
lê nikarim
bigirîm
ev rondikên çavên min
bi kuderê de çûn?
kenekî biyanî
li ser lêvên min
ev ken û girîna min
a bi kurdî
bi ku de firîn?
dipêyivim
bi piste pist
bi xwe re
dikevim nav hewldanan
bi dilê xwe re
bi canêþ
hêrs
tirs
hêvî
û heyecan
bi hest û kovanan re
dijiyam ez
di bêdengiya þevên xwe de
li tenetiya þevan
bi tenetiya xwe re
dilo
“ew keçikên bejinzirav
û pordirêj,
xezal û bedew û delal
dê govend û dîlanê bikþînin
û bireqisin û kilamên
þahiyê bilorînin bi hev re
di bin germahiya tava Rojê de..”
ax ax xirabno!
ne rojên min!
we þevên min jî
li min nebexþandin
xewa min a þîrîn
li min revandin
di hizûr û rehetiyê de
min bihêlin
di nav xirabiya we de
diperpitim
di kûrahiya dilê xwe de
rêwitiyê dikim
erdema
di dilê min de
veþartî
bibînim
pê bigrim
derxim asta herî bilind
belê
bi erdem û dil pak
mîna çîvîk û çiyan azad
mîna pêlên deryaye bi coþ
mîna çîçekan bêhnxweþ
mîna feriþtan
cansivik, diltenik
giyanpaqij dibim ez
di bêdengiya þevên xwe de
li tenetiya þevan
bi tenetiya xwe re
2003-01-14
Stockholm
Xizan Þîlan
|
|
|