Yalnız Mesajı Göster

Eski 18-09-2006, 04:26 PM   #1 (permalink)
Mirza
 
Giriş Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanın başkenti
Mesaj: 7,847
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 384000
Rep Puanı : 13538785
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute


Talking Min zimanê Teyra xwendî...Pékenok:))))


Divê Mêrik kurê xwe şand xwendinê got bila ji xwe re bixwîne bibe mirov û cahil nemîne. Kurik çû xwendina xwe xilaskir û hate mal û bavê wî jê pirskir,

-kurê min te mekteba xwe xilaskir..?

Erê, bavo min xwendina xwe xilaskir.

-Te çi xwend kurê min..?

Bavo min zimanê teyra xwendî.

- Te got çii.. , zimanê teyra..?

Erê zimanê Teyra, min zimanê teyra xwend.

Mêrik kurê xwe digire û diçe koxê mirîşkan û dibe qirte.. qirta.. mirîşkan. Mêrik ji kurê xwe dipirse ka mirîşk çi dibêjin..?

Kurik, wele bavo mirîşk dibêjin; em pir ji bavê te aciz in û dibêjin; bavê te cîyê me teng dike û di serda jî hêka pir dixwaze lê qûtê jî têr nede me.

Mêrik Kurê xwe dikire diçe tewla dewara, li tewlê dibe more.. mora.. çêlekan. Mirêk ji kurê xwe dipirse, kurê min ka çêlek çi dibêjin..?

Kurik, wele bavo çêlek dibêjin, bavê te pir me digivêşî ne û şîr dixwaze û di serda jî alif têr nade me û me birçî dihêle.

Kurik xwe berbi aliyê kerê dikişîne ku hera hinda kerê, bavê wî dibêje kurê min neçe ba kerê, ji roja dîya te miriye ew ker xurufîye...


Bu mesaj en son " 16-01-2007 " tarihinde saat 06:16 PM itibariyle achar tarafından düzenlenmiştir....
Mirza is offline