Yalnýz Mesajý Göster

Eski 03-02-2006, 11:59 PM   #1 (permalink)
achar
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: Shivanistan
Yaþ: 25
Mesaj: 4,719
Üye No: 47
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 192000
Rep Puaný : 8753291
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute
Post Destana Mem ê Alan


Alýntýdýr....

Destana Mem ê Alan
Ask destani Mem ê Alan


Zinê got: "Lolo! Memo, ez bi heyrana wê bejna mîna tayê rihanê li qelem e ku tu tune tûk gulmit. Ji derdê min re xwes sîfa û xwes merhem e.
Her gav kedera dilê min ê bi kul û bi elem e.
Seba xatirê te, ez cito ranakim serê lêvan e ?
Lê li pas binêre, hemû xeklê bajarê me yê Cizirê li me dikin temasene.
Ebebozên bajarê me Cizîrê, karê wana dek u dibare ne.
Sibe heya êvarê, digerin, dibêm: Xwedêo, tu ji me re bisînî ser û dawane"
Dibên: " Xwedêo, lê niha vî xortê xerib ji qizên me yên Cizîrê re sorek bikira, yan peya biba li cem wane!"
Berî gistikan xwe hazir kirine, destê waanli ser sûr u silehane.
Ma cavên min rijiyane ku vê carsefê ji ser cavên xwe rakin li cem van qizane?
Welah, welah. ku ez carsefê bilivînim ji ser cavên xwe, bajar giskî dê hilwese van derane,
Wê me her diyan bavên ber deve sûrane
Ma tu berê nizanî ku xelkê Cizirê büne sê bendane?
Wê, li ser me, bi hev kevin, mîna guran li erdê hildin cendekanek.
Xwîna mêran wê bimese li erdê, mîna cemane.
Wê li ser kaniya Qestele bibe sîngîna sûran u tasên mertalane.
Ez nakevime ber rûhê xwe û vê koma meriyane,
Lê xelkê bêje: Heyfa Padisahê Kurdan, Memê Alanê,
Ku gura min kî, serê vî heywanê rihet vegerîne, here ber derê Hesen, Ceko û Qeretacîn, wane.
Ji Xwedê berjêr ewana wê ji derdê min û te re bibînin dermane.
Memî got: Lêlê, Zînê, ez nizanim ku tu ji min re rastî an derewîn i?
Mîna kihêlên tewlan ên sorboz û zengûzêrîn î.
Arekî mezin ketiye hundÎrê min û dûman ji devê min dice, ma tu nabînî?
Tu nabê, ez carê berê xwe bidime Memî û bêjim: Tu dibirîn î !
T u niha bixwazî, dikarÎ vî arê di dil û hinavê min de vemirînî
Vê hêzarê li ser cavên res û belek û eniya gewr hilînî
Ma tu kû da herî ? tu dergistiya min î, her hal tu nikarî vê gustirê ji tiliya min bi derxînî.
Ku tu vê nekî. dikarê min li pês hezar û sed qîzên Cizire vegerînî.
Dinê û alemê bi mêvanê xwe yê sevan, Memê Alan û siwarê Bozê Rewan bikenînî.
Were, guh bide min, carê kucê hêzarê bilivînî,
Cavên rês û belek, eniya gewr ji bin da, ji bo xatirê min bi derxînî.
Werî ser kaniyê, tasa zÎvîn ji ber kemberê da bi derxînî,
ji ava Gulan tijî, bikî, bînî, li ber pêsÎra Bozê Rewan bisekinînîn,
Cavên xwe rakî, li cavên min binhêrî û tasê bi destê rastî hilînî.
Bi destê xwe avê bi ser min vekî û daxwaza min xerîbî bi cîb bînî!
Pê vî arî di hundirê min de bi careke vemirînî."
Zînê got: Lolo. Memo, dilê min bi kul û bi jan e.
Madem ku tu guh nadî gotinên merÎvane
Ji berê da, xelkê kêmanî xistine dorê me jinane,
Dibêjin: jin parsiya kêm in, û rûresiya dê û bavane"
Were, destê xwe bavêje destê min û min cek ke ser pista Boze Rewane,
Berê, xwe bide welatê xwe, bajarê Mixribiyane,
Bila heywan me her diyan bide, bigihîne xwediyane.
Emê xilas bi û bifilitin ji sor û gotinane.
Nema li ser me dimîne tirsa mêrane.
Ne ji me wê birije xwîna tu kesane.
Gava em bigehin bajarê we, Mihribiyane.
Wê li nava xelkê welatê we bibe sor û gotin û dengiyane,
Xeber bigerin di devê mezin û picûkane,
Wê bêjin:”Dibêne, hatiye Memê Alane,
Bi xwe re aniye diyaereke layiqî padisane
Kecek aniye ji welatê Cizîra Botane
Dibên nave vê kecê Zîna Zêdane.”
Wê were Bengîn, birayê te yê canecane.
Li dora min kom bike temamë qîz û bûkên bajarê Mixribiyane.
Giskî bêjin:” Ku qeder bû, bila wa be, bûk û zava pîroz bin ji xwediyane!”

Memî got: “Zalim, li cêkirina bajarê we yê sewitî û li van zikakan û ewcane.
Li van kas û newalên di dorê de, li van col û ciyan û meslewane!
Ku meriv nû hevalê jinan, her gav westê were ber dest û cavan.
Nizanin ku min bicerbînî bi derewane.
Min ji te re digot:” Hele, Kuce hêzar û carikê hilde ji ser eniya gewr û her du cavane,
Were, tasek av bi dest bin de, belkî pê vemire arë di kezeba min û hinavane
Gava Xwedê kire qeder, emê herin, tu yê bibî bûk û ez zavane.”
Zinê got:” Memo dilê min ji kulan bi keser û firqate û wer liyan e !
Yê ku îro bi dest te de hatî serê min, bira neyê serê kesê gawir û misilmane!”
Ne min got:” Em jin, qismê parsiya xwar in, her gav dibin hevda serê peyane,
Serê xwediyê xwe berjêr dikin di nav xelkane.
Madem tu qebul nakî peyiv û gotinane,
Ku tu yê tim bibî sebebê sere me her diyane,
Tu were, ez bi te rûnim li ser kaniya Qestelê, ava Gulane,
Tu jî peya be ji ser pista vî heyvanî û berde nav keskayî û mêrgane.
Were, ez û te va cokên xwe bidine ser hev, têr li hev û din binêrin,
Bila ev hesrata nemîne di dilê me her diyane.
Ez dibêjim:” Belkî va ji te re cêtir e ji vexwarina tasek av ji ser destane.”
Memî got:” Canemergê, dilê min hewa ye!
Va bû saetekê te di serê min de ne hist, bi peyvan û bendan, aqil û sewdaye.
Ev gotina ku tu dibê, em li cem hev rûnin, congan bidine ser congaye
Ev yeka han lit u deran ne layiqê mîr û padisaye”
Zînê got:” Min ji te re ci goti bû? Hele care binhêre li pas xwe, li bajarê Cizîra Botane!
Di nav bajêr de, giregir û axa ne mane.
Hemî rabûne ser banê qers û qonaxan, rûnistine li ser kursiyane.
Tu niha dibê, kaniya Qestelê ji bajêr pir dûr e, kesek nabîne meriyane.
Herhal, niha durbîn dane ber cavane!
Dinhêrine li dorhela kaniya Qestelê û li vî êxliyê qîzikane.
Gava hinke me di vî halî de bibînin, li van derane, ji bona me her diyan sermeke pir giran e.”
Meme got:”Ez Mem in, wergÎ dîn im,
Va ses meh in bi pê vî îsî ketime, text û tacê xwe dihêlînim.
Ma ez nizanim vî canî xwe derbeka din li welê venagerknim.
Zînê bila tu zanî bî ku Hesen, Ceko û Qeretacîn I min re bûne bira, êdî ez xemê li tu kesan nakisînim.
Tu dixwazî ku ez care sure xwe ji kalên bikisînim?

achar is offline