Keçik Diçin Bêrîyê
Keçik diçin bo bêrîyê
Şîr didoşin ser badîyê
Zozan jore kon jî dûre
Av wedixwen li kanîyê
Keçik diçin li dimeşin
Birû,belekê wan reşin
Hemû geşin,qeşengin
Û destê wanda elbikin
Pêş gundê me raste,gere
Gul,sosin,binefş jî sere
Pir mezine war,axê me
Kanî,çiyan,çem jî sere
Navê keç û bûkan başe
Rewşan,Şînda û Zîlane
Şara serê wan sê renge
Hertim me re ev dîlane
Bûk,keçik diçin dîlanê
Pez û dewar ser garanê
Zehf xweşe şekir şirîne
Gula ser zozanê Wanê
Bihar hat lo me havîne
Dost deşta Muşê şirîne
Dêrsim, Pali axa Qersê
Gul vedan,arûng fêrîke
War,welat û diyar şêne
Gelên Kurda hmû pêne
Kom bûn hemû ba hev
Gel dimeşin bi ser rêne
Mehmet Çobanoglu