PEYIVA YEKEM
(BİRİNCİ SÖZ)
Bismîllah serê her xêrê ye, em jî ewwilî jê re dest pêdikin.. Bizan ey nefsa min; ew bêjeya bimbareka hanî çawa ku nîşana Îslamî ye, him jî wîrd û zimana hemû mewcudat e. Ku dixwazî fehm bikî Bismîllah çi qewetkî naqedî ye û çi bereketkî bêdawî ye, ev çîroka temsîlî binêr û guh bide.
...