Mihemmed Nasnake,Îsa Jî Jê Xeyîdîye
Li bajarê Hekarya, navça Beytuþebabê xortek ji eþîra Jîrkîyan û keçek Keldanî dilê wan dikeve hev û hevdû direvînin. Piþtî revandinê, kesên qedirgiran dikevin navberê û lihev tên. Jiber Keldanî xiristîyan in,
keçik dibe Misilman û bi hevre dizewicin. Mehek piþtî Misilmanbûn û zewacê, keçik dimire . Ku dîya keçkê mirina keça xwe dibihîze tê gundê keça wê lê, li ser cenazê keça xwe digirî û li çogên xwe dixe û bi dengek
bilind dibêjê: Aaax ! Keça min, te jibo çi bi destê xwe, xwe avêt agirê cehnemê!
Vê gotinê çendcaran dubare û sêbare dike, Jinikek Misilman ji dîya keçikê dipirse: Xwîþkê ma tû çava dizanî keça te diçe cehnemê?
Dîya keçkê dibê: Çawa nizanim! Mihemed hêj ew nasnekiriye û Îsa jî jê xeyîdîye, ma wê kî jêre þefaatê bike û bi xwere bibe bihuþtê!
Bu mesaj en son " 27-06-2008 " tarihinde saat 02:10 AM itibariyle feqiyê_teyra tarafýndan düzenlenmiþtir....
|