Kurte Kurmancî ji bo Mezinên Kurdan
Çîrokên þevan ku dayikan û çîrokbêjan ji zarokên Kurdan re digotin îro êdî di jiyanê de li ber mirinê ne, êdî tu kes ji zarokên xwe re çîrokên Kurdî nabêje.
Xuyaye mezinan jî ji ber ku ev çîrok êdî negotine ji bîr kirine. Dibe ku ev yek wek bêrêziyê were dîtin, lê na bi rastî jî dixwazim tenê bîrên me yên ku êdî ji dîroka xwe û dîroka çanda xwe dûr dibin û dibe mîna tarîstaneke di keseyatiya me de, bihejînim û tiþtinan bênim bîra „bîrên“ me.
Luqman Turgut
Xuyaye mezinan jî ji ber ku ev çîrok êdî negotine ji bîr kirine. Dibe ku ev yek wek bêrêziyê were dîtin, lê na bi rastî jî dixwazim tenê bîrên me yên ku êdî ji dîroka xwe û dîroka çanda xwe dûr dibin û dibe mîna tarîstaneke di keseyatiya me de, bihejînim û tiþtinan bênim bîra „bîrên“ me.
„Go carekê ji caran, hezar rehme li dê û bavê guhdara, go hespek hebû, rabû berê xwe da zozana ...“ çîroka me wisa dest pêdike. Ev hesp bi dorê li ser riya xwe rasta dîkekî, beranekî û kîvroþkekê tê û her yek ji wan jê dipirsin, ka gelo ev hesp diçe ku. Hesp dibêje:
“Ezê biçim zozana, bigerim li merg û çîmana, payîza bême arana.” Hersê jî piþtî vê bersivê bi hespî re dikevin rê. Di rê de bireke guran li rasta wan tê, lê gur newêrin êrîþê bibin ser wan. Dawiyê gurekî bi zirav kete pêþiya wan û ji hespî re got: “Berên bide min, ez ê wî bixwim!” Hesp bersiva wî dide: “Were pêþî min bixwe!” Dema gur xwe davêje ser hespî, hesp serê wî di navbera lingên xwe de digire û beran poþa lê dixe. Dîk dike qoqerîk û bi nikilên xwe erdê dikole û kîvroþk bi lez ji wir direve. Bê çawa çêdibe êdî gur felat dibe û digêje cem hevalên xwe dibêjê wan: “Birevin, wextê ez çûme wan yekî serê min kire nava di daran. Yekî li min da bi kopalan, yekî tirba min dikola, yekî jî hewar dibire mala, ez bi kotekî reviyam hatim vira!”
Êdî ev çîrok ji herêmê ta herêma din bi þeweyên hindekî guhertî tê gotin, wek mînak li Torê ev çîrok basa kerekî ku pîr bûye û xwediyê wî berdaye wî dike û ev ker jî dixwaze here cîhekî ku tê de hesan biçêre. Di rê de li rasta dîkekî, beranekî û pisîkekê tê. Ev çîrok jî bi tiþtekî wisa bi dawî dibe: Dizê ku êrîþê dibe ser wan, di reþê de ji çavên pisîke dibizde, zîtirka kerê dixwe, beran poþekê lê dide û dîk dike qoqerîk û erdê dinikilîne. Dizê bizdayî, dibêje hevalên xwe: Hewara birevin yekî agir dikir bi çava, yê din li min dixist bi kopala, yekî din jî tirba min dikola!”
Êdî mînaka me li ser heywanan e, naxwe çi heddê me ye em bi çîrokan aqil bidin mezinên xwe, serokên xwe; gelo em dikarin bêjin partî û rewþenbîr û saziyên xwe “bibin mîna van heywanan”; na bavo wele em vê bêjin ji xwe emê rûyê xwe reþ bikin û ji xwe tukes jî guh nade me û dê tifa me virt û vala zuha bibe di devê me de.
De ji bo xwedê hûn dikarin bêjin wan binêrin di çîrokên ji bo zarokan de hevgirtin di nava heywanên ne weke hev de heye; hûn jî ne weke hev bin lê hev û din bigirin ji ber ku dijminên we yekin; hindekî ji aqilê ji bo zarokan bigirin, xwuyaye aqlê we bi kêrî me Kurdan heta îro zêde nehat, qena guh bidin çîrokên me Kurda.
Mijara me ne hevdû girtineke korekor e, lê eger þer dijminê me hemiyan e, ji bo çi em li dijî hev þer bikin; eger fikr û ramanên me cihe jî bin divê em li ser berjewendiya mirovatiya me ya bingehîn li hev û din bikin. Wate ew e yek ji me mîna hespê, yek mîna dîkî, yek mîna kîvroþkê be û yek ji me jî mîna berên be, bera tukes dilê xwe negire lê em ne dûrî wan in jî, em yek û din li dijî guran negirin, em dê bibin nêçîra guran û bi ser de em dê zîtirk û poþ û nikilan jî li hev û din bixin.
|