BIRCA GERNASAN - TILZATER
Çêkroxê shêran Wargeha - Zater !
Jêdera mêran Wargeha - Zater !
Aferîn jêre Wargeha - Zater !
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Dijmin bi êrîsh dihate ser te
Top û tanq û çek kishande ber te
Li ber wan danîn, sênc û çeper te
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Li ber pozê wan, tu bûyî kelem
Êrîsh tanîn te, ereb û ecem
Te ew dikushtin dil bi kul û xem
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Li te bune yek tev kevneperest
Êrîsh tanîn te, wek dijmin dixwest
Te sherê wan kir bi sîng û bi dest
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Te dane kushtin pir xortên kelesh
Keçên çavbelek, zarokên rûgesh
Dê û xûshk û jin hishtin serbiresh
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Tu bû meydana cenga felestîn
Ji bo serbestî te rijandî xwîn
Gernas û shervan serbilind dijîn
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Azadîxwazim destên xwe dan hev
Gullebaran bû, bi roj û bi shev
We xwe da kushtin lê qet nabû rev
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Li ser te bûn yek tev mizgevt û dêr
Berê te li jor, berê wan li jêr
Va em dinivîsin navê te bi zêr
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Te dane zanîn; çine rast û çep
Bûne dubendî ecem û ereb
Li meydana sher bûn celeb-celeb
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Benda azadî, benda imperyal
Belengaz hemî em bûne heval
Yek daxwaz û dil, yek-ol û yek-al
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Ji bo me divêt hinek hishyarî
Ko em derbaskin van demên tarî
Dijmin wê çaxê bi me nikarî
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Kevneperestên cihan bûne yek
Alî hev dikin bi mal û bi çek
Hawîr digerin bi sher û bi dek
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Dema ku dishkê serê koledar
Mat û mest dibin li herder neyar
Zivistan diçî li pey tê bihar
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Karter dipirsî li mafê mirov ?!
gelo nabêni ev hirç û ev hov ?!
Me didin kushtin li herder bi tov
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Eger em rabin besî xwene, bes!
Hevsar nedin dest mirovên teres
Xwîna me nerjî guh nadî me kes
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Barê me giran, sherê me dijwar
Dijminê me xurt, jîre koledar
Êrîsh tênin me gurên birîndar
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Xwezî hebûna me jî hezar mêr
Kurdên qehreman tev bi çek û zêr
Bihata hana te tev wekî shêr
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Azadîxwazim dijminê neyar
Dostê hashtîxwaz, dijê koledar
Nûjenperestin dijminê kevnar
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Bijî Kurdistan azad û serbest
Bimrin, hilweshin tev kevneperest
Nema dixwazin wer bijîn bindest
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
Gernasê Zater, hezar aferîn !
Gernasê Libnan, shêrên Felestîn
Hevalê weye herdem Cigerxwîn
Bijî serbilind ey Girê-Zater !
|