WELATÊ ÇIRTO Û VIRTO
Šêrê sorê ser mezin
Pir bi saw bû weke cin
Rokê rasthat li rovî
Dî ko di dev de hirmî
Go: Ravôko, ev çîye ?
Rovî go: ev hirmî ye
Li ku hene ev hirmî,
Li çi šûnê, li çi cî ?
Rovî bi fen gote shêr :
Divê ko dakevin jêr
Tev daketin bin darê
Çendek dîtin li xwarê
Rovî civandin wek mêr
Danîn li ber devê shêr
Shêr go: Rovî, çi xweshin
Lê ka çawa diweshin ?
Ravî go: pashayê min
Dûvê xwe em lê didin
Yek û do û sê û çar
Ji banî ve têne xwar
Shêr jî dûvê xwe lê da
Lê xêr nadî di ê da
Go: Rovî, ka naweshî ?
Rovî cû, hat û meshî
Go: pashayê hov û sirt
Pishta we ye gelek xurt
Shêr pishta xwe da darê
Hirmî nehatin xwarê
Rovî go: ka raweste,
Renge pishta te siste
Ezê niha herim, bêm
Bicivênim heçî kêm
Rovî çû mirarek dî
Zû rêvîya wî anî
Shêr pishta xwe da darê
Rovî dest kir bi çarê
Rêvî lê pêçaye tev
Ji neynûkê, heta dev
Divê hinek rawestî
Belkîjî pir biwestî
Germe xurte wek agir
Rêvi kire wek çekur
Dema parsû gihan hev
Shêr go: rovî, fene ev !
Rovî go: rate weye
Ev dar welatê me ye
Ev ne cihê shêra ye
Cihê qelsemêra ye
Welate rovî û gur
Shêr nikarin bêne vir
Mishkê bixun çavê te
Shêr go: çiye navê tê ?
Navê min çirto axa
Xwedyê van shax û baxa
Rovî ji cem daye rê
Weke gernasên berê
Dûv lê bûye weke sing
Çav li serî bûn pereng
Shêr bi ser de hat xwar
Ne eman û ne hewar
Dî ko mishkek hate wir
Wî jî terî bilind kir
Go: ha, shêrê ser kundir !
Kî bû wilo li te kir ?
Kesî diye li cihan
Ko shêr bêne girêdan !
Ezê niha te berdim
Da zanibî çi merdim
Çiqas em we xelas kin
Win qencîyê nas nakin
Mishkê terî bilind mêr
Dewêl birî wî li jêr
Li dor darê çû û hat
Bi tevger û kêferat
Shêrê birçî û xewar
Bi ser dev de hate xwar
Mishko pesnê xwe da go:
Li min binêre yaho !
Ez gernas û çelengim
Mêrê rojên pir tengim
Li shêr sist bûye terî
Bi awiran lê nerî
Shêr go: bêje birazî,
Ka çi ji min dixwazî ?
Go: ez kolê darê te
Dewlet xwedê, serê te
Ez mishkê van dera me
Ne dilbijê pera me
Divêm ey shahê mezin
Tacê bidî serê min
Navê mijî bikî shêr
Bibim shahê ser bi zêr
Shêr go: navê te çiye ?
Xuyeye qeshmerçi ye
- Dibêjine min Virto
Navê bavê min Zirto
Lê shêr di ber xwe de go:
Ber bi ava diçî ro
Sed tif li vî welatî
Vî pîsî, bê xelasî
Rovîyên nav shikêra
Çawa girêdin shêra ?
Mishkê qulan me berdin,
Li ber shêran xeberdin !
Di van çax û van dema
Rûmet ji bo me nema
Bi shêrî û axatî
Nema bêm vî welatî
Shêr revî û nema hat
Bê shêr maye ev welat
Shêx û mela bûn çirto
Beg û axa bûn virto
Mil û Zîl û Kîk û Zaz
Bûne pisîk, tev beraz
Ji ber derdan ranazim
Ez shêrekî dixwazim
Em tev li dor bibin kom
Da bishkênin Firs û Rom
Li ser çiyan weke shêr
Welat bigrin tevlî zêr
Bostek nehêlin vala
Hevras bidin dest pala
Rista mne bî wekhevî
Herkes li bin vekevî
Çirto, virto, nemênin
Jin û mêr tev bixwênin
Min dil xem bûye misht
Meger dilê we min hisht
Ava rû, win merêjin
Ji bo we em dibêjin:
Shêr ketîye hindûrîn
Li vir bûme Cigerxwîn
|