Yalnýz Mesajý Göster

Eski 19-08-2006, 11:03 PM   #20 (permalink)
pýlýngo
 
Giriþ Tarihi: Jul 2006
Mesaj: 914
Üye No: 14156
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 2489
Rep Puaný : 248671
Rep Derecesi
pýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond repute
Varsayýlan



MELA YÛSIFÊ HESARÎ
Mela Yûsif Hesarî bû
Gelek jîr û shiyarî bû
Dema êrîsh dikir yekî
Wek agir û dijwarî bû
Wezîrê axayê me bû
Axa li wî pir ewle bû
Herkes diçûn ber dest û pê
Hêvî di wî de pir hebû
Dijûn didan xelkê bi tov
Wî tim digo: ey hirç û hov !
Dengê xwe nakin, bûne tat
Win sêsed û ew yek mirov
Dema axa derket ji gund
Hate Cizîrê serbilind
Wî pir mirov, diz û çilek
Li xwe civandin bûne lek
Herdem diçûn nava welêt
Li gund dibarand ar û pêt
Kurtêlxwerên wî tim li pey
Tev xwînmij û dijwar û shêt
Talan û sed bêsh û bela
Li gund dikir sed teshqela
Gundî bi qêrîn û hewar
Bi wan re hevpar bû mela
Serdarekî turk û neyar
Dihate nav wan car bi car
Gilyê Mela Yûsiv kirin
Gotin: melê malê me xwar
Hevalê axê derketî
Nan dayê herçî binxetî
Ew bûye altaxê çetan
Herçî ji turkan dûrketî
Ferman bi kushtin daye wî
Jêre nemane shûn û cî
Ew birne Eynkafê sivik
Dema ku serdar lê nerî
Kut-kut kete dilê melê,
Çawa bikevme vê belê ?
Çare nemaye, kushtine,
Kê xistime vê teshqelê ?
Cibê dirêj û rîsh û shash
Xeftanekî sade qumash
Bi qûndera kabik bilind
Sivik revandin ew ji gund
Ev gotinin, seyda dibê
Leshker birim cem, lê sibê
Quran me derxist, daye pêsh
Sed sûnd me xwar bê firk û bêsh
Quran ji dest min girt û go :
Bawer bi vê nakim, kero !
Ew zorkerê pir bar û xurt
Bi ser me de kir zirte-zirt.
Quran çirand û perçe kir
Avête ber pê hûr û gir
Lê wî bi tirkî go: bibin !
Ez dame ber xwe pezk û gur
Min dî ku hêvî maye hêj
Min gote çawîsh jêre bêj :
Kurkê mine li mektebê
Hêvî dikim bishênî pê
Çawîsh dema ev jêre got
Yek rêkire mekteb bi lot
Çawa kurik anîn mi dî
Hêstir me berandin bi cot
Kengî kurik hat, pate da
Destê wî girt û berneda
Go: raste ev bavê te ye ?
Çawa wî destûra te da ?
Axa ku çûye binxetê
Bûye nevarê dewletê
Çawa dibî dostê neyar ?
Çawa wilo qîma te tê ?
Lawik kenî, go: ez xulam,
Gundî, dizanî shîrheram
Bavê mi pir zana û jîr
Tim alîkarê bêqiram.
Serdar ji min re go: veger !
Dûrî herin, ka virde wer !
Te ev kurik shand mektebê ?
Niha tu azad bû, de her !
Ne cibe û ne rîsh û shash,
Tev xwendina min çûn belash.
Herçî dibêjî raste ew
Ê shash emin, neko tu shash
Çend sale ko min xwend û xwend
Çend sal me ders gotin li gund
Quran û shash, karek nekir
Mekteb ji bo min bûye find
Shêxên ko wek Ebû-Bekir
Li cem ne kurdan wek shekir
Yekî li ber sêdar û ben
Keshf û keramet çênekir
Herçî digotin tev derew
Min guh dida pirsên qelew
Hemî nezan û bîrnebir
Hishyar nebûn ne ez, ne ew.
Tu rast dibêjî ey bira
Shêx û mela rengê gura
Bibêje, binvîs aferîn !
Ez hew dibêjim: gawira
Shex û mela tev hov û din
Wan xistîye destê xwe dîn
Barê me îro bû giran
Ceng û hinav tev bûne xwîn

pýlýngo is offline