FORT Û PORT
Kurdim: kurmanc, lor, gor û kelhorim
Zazim, bext û mil û kîk û torim
Shorishgêrim ez azadîxwazim
Pîkolê dikim, hawîr bor-baorim
Derketim çiyan, ne razan, ne xew
Nawêm vî sedî weha raborim
Bi arox û rext gêrbûm ser qadê
Berjor dibezim, tim ber li jorim
Benda sipîdê mame ku bêder
Çavnerê shewq û shefaqa sorim
Dijminê maldar, koledar herdem
Çibkim, hevçaxê mirovên korim ?!
Kurdim gernas û mêrxas û dilbak
Sînorparêzim, li êsh bi dorim...
Çend sînor danîn li ser dilê min
Xwedî qadim ez, lê bê sînorim
Bax û rez û pez, qad û xanî tev
Dijmin sitandin, yanî natorim
Lê çima dijmin tim xurt û ez qels ?
Bê dezgeh, xwendin çi ton pisporim ?!
Ciger-xwin dikî hewar û qêrîn
Pêncî salin ez qore-qorim
Bu mesaj en son " 19-08-2006 " tarihinde saat 11:00 PM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir....
|