Yalnız Mesajı Göster

Eski 19-08-2006, 10:43 PM   #16 (permalink)
pılıngo
 
Giriş Tarihi: Jul 2006
Mesaj: 914
Üye No: 14156
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 2489
Rep Puanı : 248671
Rep Derecesi
pılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond repute
Varsayılan



KEKO ZIMAN DIRÊJIM
Keko ziman dirêjim
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xêrxwaz û dilovan
Bê toz û be Qerêjim.
Ziman ê min û te ye
Nîsk û genim û ce ye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim.
Genim hemî zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hev de ber dane
Lê ez jêre girbêjim.
Zimanekî kevnare
Çend sale ko beyare
Di bin lingê neyare
Bi ser we de navêjim.
Ne ez shêxim, ne mewla
Li kes nakim teshqela
Ji ber van der û kula
Bê rojî û nimêjim.
Kurê Kardox û Mîtan !
Di tarîxê pehlewan
Menêre ko bindestim
Kevnare û ji mêjim.
Rîsê xwe min bada ye
Min ristîye, rada ye
Xelkê tenûr dada ye
Ez nanê xwe dipêjim.
Tarîx diçî ber bi pêsh
Barê we min bire êsh
Nû hatiye hebûnê
Tu rûnî, ez dewêjim.
Tim dixwazim azadî
Diwêm xweshî û shadî
Bê zor kesek heq nadî
Ne fashist û xwînrêjim.
Sher naxwazim, hashtîxwaz
Bi lav-lav û gaze-gaz
Nabî sherê borcewaz
Ez ne dînim, ne gêjim.
Min xwest ku bibme rêber
Bi tîp û top û leshker
Bi dijmin re bikim sher
Lê nikarim bipêjim.
Ma ez çibkim nîne pisht ?
Çibkim ji tizbî û xisht ?
Çûkim dikim qishte-qisht
Van ristan e dibêjim.
Çi hatîye serê min
Bar girane kerê min
Ez lê didim mexel tê
Nizanim ez çi bêjim ?
Heftê salin Ciger-Xwîn
Dil û kezeb bûn birîn
Gelek fersende me dîn
Zanabî ez ne hêjim !

pılıngo is offline