Yalnýz Mesajý Göster

Eski 19-08-2006, 10:30 PM   #13 (permalink)
pýlýngo
 
Giriþ Tarihi: Jul 2006
Mesaj: 915
Üye No: 14156
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 2489
Rep Puaný : 248671
Rep Derecesi
pýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond reputepýlýngo has a reputation beyond repute
Varsayýlan





NEZANÎ BARGIRANÎ
Ez û tu kine?
Çine ev newal û shax ?
Hebûn û nebûn çine ?
Çine ev av û ev ax ?
Valabûn, dagirtin çine ?
Çine ev ger û sitêr ?
Bîrewer û hirç û hov,
Hishkeber û hishkewer û sax ?
Hin dipeqizin û dixwazin jîn
Û hin diherivin bê tevger
Gerok bê armanc û hov
Nizanim çawa diçin tên
Raste, ko em mîkrobin, lê;
Ew çine, kî zanî, kî ?
Dawî li kûye, nizanim ez
Emê herin kû bêje, ey dûrbîn !
Di ser wan ve diborin em
Hemî, çi kevn û çi nû
Kî zanî çi hat û kî zanî,
Kî zanî çi çû ?
Hebûneke bêser û bêdawî
Gavan tavejin û pêshve
Diçin ez û ew û tû
Ji kû qihane ne ka bêje ka ?
Ev evîn, ev jîn ev dîdar ?
Ev cihan, tev gêj lê em
Tenê têde bûn hishyar
Kê dayê me ev zanîn û vîn,
Û jîn û serbestî, nizanim ?
Bi kuve diçin ev candar gelo ?
Mikrob, gerok tev jîndar
Ev cihan bi carek tevger
Û seranser tarî resh
Ev sitêr ronî didin me
Û ez û tu pir dilxwesh
Em hemî hevdî dixun
Û diser hev re diborin
Hin bi me pir xwesh
Û em bi hinan xwesh
Ez û tu hev dixwazin
Ka çiye ev xwestin ?
Hin ji me serbest û
Hin ji me bindestin
Rista ko ez û tu têde
Bi hevre azad em çê bûn
Hewek hev anîne lê
Em nêr û mêr derxistin
Eger xwedê hebûna,
Ez û tu dibûn ew xwedê
Efsane û çirok pirin
Bicarek guh medê, guh medê !..
Em tev bê ser û sho û bê bin
Hêj kes ji me neghaye ser sedê
Lotan didin xwe bicarek tev
Ev bîrewer, jîndar, cenawer
Mê pingava jîne lê nêr
Kanîya jîne, bingeh û jêder
Lê ji kû hatine em hemî
Wê herin ku, kî zanî ?
Ne pêshî heye û ne pashî
Jîneke bê ser û bê bin û bê ber.

pýlýngo is offline