19-08-2006, 10:06 PM
|
#10 (permalink)
|
Giriş Tarihi: Jul 2006 |
|
|
Mesaj: 915
|
|
Üye No: 14156
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 2489
| Rep Puanı : 248671
| |
|
| |
|
CIZIRÎ RABE MEYZÊNE
Mela rabe, evîna te
Giha ber rendesha zanîn
We, rê winda û shev tarî
Çi Geylanî çi Shîrazî
Serî hilde binêr çawa
Gihane jorê ezmana
Me gewher perçe kir îro
Bi zanîn û serefrazî
Li ser heyva wekî birhên
Shepala te, dikin geshtê
Di baxê gulshena dilber
Diçin, tên em bi shehnazî
Xwedê kanî, li kûye ew ?
Supahê lem terew îro
Gelo qey pîr û bê havil
Dinav Lashey û hevrazî
Hezar salî qelender bî
Tu naçî ber derê dilber
Ku shehnaza ciwan û rind
Mirovên wek te naxwazî
Cizîrî rabe neyzêne
Cizîr çawa perîshane
Hemî milet gihan dozê
Bi gernasî, bi shûrbazî
Bi tîrê tore dur siftin
Gulên baxê te pishkiftin
Divêm ez we ji xwe rakim
Bi qêrîn û bi devsazî ...
Tu zanî ez Ciger-xwînim
Ne dost û dijminê dînim
Gelo kî dighê daxwazê
Bi derwêshî, bi gaz-gazî ?
|
|
|